'Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina gelê Kurd û Kurdistanê ye'

Ji Fermandarên YRK'ê Rizgar Welat got, "Azadiya Rêber Apo wezîfeya me, gelê me û her kesên azadîxwaz e" û li dijî tecrîdê bi taybetî bang li ciwanan kir.

Ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Rizgar Welat bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Welat di destpêkê de komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û anî ziman, ku ji bo bênasnamehiştina gelê Kurd komplo li dijî Ocalan hate kirin.

Welat diyar kir, Rêberê Gelê Kurd ku bi vê armancê xistin giravekê, ji bo pêwendiya wî ya bi gel re qut bikin bi rengekî giran tê tecrîdkirin û got, "Azadiya Rêber Apo ji bo me, gelê me û mirovên azadîxwaz hemûyan erk û wezîfeyeke dîrokî ye."

Fermandarê YRK'ê Rizgar Welat di vê mijarê de bi taybetî bal kişand ser rol û pêşengiya ciwanan û bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên gerîla bibin, ji afirandina jiyaneke nû re pêşengiyê bikin.

Welat got, "Bi beşdariya li nava refên gerîla em hem Rêber Apo azad bikin, welatê xwe ava bikin û li ser vî esasî parastina gelê xwe bikin, da ku jiyaneke azad bijî."