TAJÊ û SMJÊ 8'ê Adarê pîroz kirin

TAJÊ û SMJÊ bi daxuyaniyekê ragihandin, ew erka xwe dibînin ku her rojê bi ruhê 8 Adarê û bi taybet bi ruhê serketina Garê pêşwazî bikin û destnÎşan kirin ku şikandina pergal desthilat tenê bi vîn û hêza jinê dibe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi daxuyaniyeke hevpar 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên şoreşger û li jinên tevahiya cîhanê pîroz kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku jinên Êzidî di encama têkoşîna salan de bûye xwedî îrade û hêz û hate gotin, "Jinên Êzidî zincîrên koletiyê di asta herî jor de şikandine û ji bo gelê xwe bûne pêşeng."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku fermana 3'ê Tebaxa 2014'an jî di nav de di her fermanê de jinên Êzidî tevî ku bûne qurbanî î her tim civak û çanda xwe parastine.

TAJÊ û SMJÊ destnîşan kirin civak û jinên Êzidî di pêvajoyeke dîrokî de ne û wiha dewam kirin: "Ev demeke metirsiyên li ser Şengalê di şexsê dewleta Tirk a faşîst de zêde dibin. Ne tenê li Şengalê, li seranserê Kurdistanê bi taybetî jî li qadên rizgarkirî weke Rojava û Şengalê, di heman demê de li ser pergala demokratîk û azadiya jinê gefên dewleta Tirk rojane zêde dibin. Lê belê çawa ku Jinên Kurd û Jinên Êzidî li dijî dijî DAİŞ bi ser ketin, wê li beramberî gefên dewleta Tirk jî stuyê xwe netewînin û bi ruhê 8 Adarê, bi ruhê hemû tekoşer û şoreşgerên Jin ku di nav dîrokê de ji bo azadiyê û wekheviyê canê xwe feda kirin, li ber xwe bidin û têkoşîna azadiyê bilindtir bikin. Bi vî awayî serketinê mîsoger bikin.

Li ser vê esasê wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, erka xwe dibînin ku her roj bi ruhê 8 Adarê û bi taybet bi ruhê serketina Garê tevbigerin. Şikandina pergala desthiladar tenê bi vîn û hêza Jinan pêkane. Ji bo vê jî em dibêjin Jin Jiyanê û Jiyan jî Azad e."