Sîxurên MÎT'ê yên bi navê ENKS'ê tevdigerin

Li Sûriyeyê piştî ku di Adara 2012'an de bûyeran dest pê kirin, di nava çar mehan de Şoreşa Rojava pêk hat.

PDK ji bo Şoreşa Rojava ber bi aliyê xwe ve bikişîne 17 partî yên li Rojava xwend Hewlêrê ku piraniya wan partiyên malbatane. Nûnerên wan partiyan dema ku ji Rojava diçûn Hewlêrê partiya Mûstafa Cûma di rê de bû du parçe. Hejmara partiyan hîn negihîştibû Hewlêrê bû 18 partî. Barzanî ew partî li Hewlêrê kom kir û ENKS ava kir. Ji ber ku hin partiyên li nava ENKS'ê polîtîkaya hate meşandin nepejirandin, Barzanî di Kanûna sala 2012'an de ji partiyên Azadî yên Mûstafa Cûma û Mûstafa Osê, Partiya Yekîtî ya Fûat Alîko û El Partî ya Abduhekîm Beşar yekîtiyek ku weke 'Yekîtiya Siyasî' pênase dikirin ava kir. Di sala 2015'an de ew her çar partî di nava rêxistinbûna KDP-S de bûn partiyek.

Yek ji sedemên bingehîn ên Barzanî ku rêxistinbûneke bi vî rengî nava ENKS'ê de ava kir, ji 18 partiyên li nava ENKS'ê 14 partî tevlî Rêveberiya Xweser a Rojava bûn. Ev rewş tê wê wateyê ku ENKS bi temamî ji holê rabûye. Tevî vê yekê jî navê ENKS'ê hîn bi fermî tê bikaranîn.

RÛYÊ RAST Ê ÇAR PARTIYAN

Her çar partiyên ku ji aliyê PDK û Barzanî ve hatin avakirin û di destê wan de mane bi qasî têkiliya xwe ya bi PDK'ê re bi AKP û MÎT'ê re jî di nava têkiliyê de ne. Bêguman ev têkilî bêyî agahî û destûra PDK'ê pêk nayên. Têkilî encama polîtîkaya PDK'ê ye. AKP û MÎT ku bi rêya PDK'ê têkilî bi van partiyan û serkêşên wan re danîn her wiha li derveyî PDK'ê jî têkiliyê bi wan re datînin. Ev partiyên ku encama olîtîkaya PDK'ê ne, tevlî qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê bûn ku veguheriye rêxistineke Erdogan û MÎT'ê. Ji ber vê yekê ji bo hemû civînên li Stenbolê hatin vexwendin. Her wiha ji bo hemû civînên navneteweyî yên ku qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê tevlî bû hatin vexwendin. Armanc ji vê yekê ew bû ku Şoreşa ROjava ji xwediyê rastî werbigirin û bixin destê PDK û Tirkiyeyê. Ev partî bi demê re bi temamî ketin bin kontrola AKP û MÎT'ê. Tevlî hemû planên MÎT, AKP û Erdogan ên li dijî ROjava hatin kirin.

Civînên destpêkê di sala 2012'an de li Rihayê pêk hatibûn. Endamê ENKS'ê Alaadîn Hamam ku wê demê bi navê Kobanêyan tevlî civÎnan bû, di sala 2012'an de ji aliyê Asayîşa Kobanê ve hate girtin. Bi Hamam re hin belge hatibûn dîtin ku tê de planên dewleta Tirk ên li dijî Rojava hebûn. Li gorî planan wê li Efrîn, Kobanê û derdora helebê komên çekdar bihatina avakirin. Ew kom wê êrîşî herêmê bikirana û dagir bikirana.

Dema ku DAÎŞ'ê di sala 2014'an de êrîşî Kobanê kirin, xwestin vê planê bixin meriyetê. Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn demeke kurt beriya êrîşê bang li Fûat Alîko kir û jê re gotibû ku wê di demeke kurt de Kobanê têk biçe û ji bo wergirtina rêveberiyê divê biçin wê deverê. Alîko piştî çend rojan vegeriya Kobanê. Li ser sînor sekinî.  Wê demê daxuyanî da û diyar kir ku 4000 pêşmerge amade ne ku ji bo derbasî Kobanê bibin.

Heman kes û partiyan li bendê man ku dema dewleta Tirk êrîşî Efrînê kirin ji bo dagikirinê ketin nava heman bendewariyan. Ji bo êrîşên dagirkerî û komkujiyê bi rengekî eşkere piştgiriya xwe ragihandin. Dewleta Tirk li Efrînê dema ku bi komkujiyan herêm dagir kir, ew tevlî hin meclîsan kir. Lê belê Erdogan ew çeteyên Kurd jî tehemûl nekir. Tevî vê yekê nexwestin ji bin sîwana MÎT'ê derkevin.

CIVÎNÊN BI MÎT'Ê RE HATIN KIRIN Û BELGEYÊN EŞKERE BÛN

Tê zanîn ku van çeteyan dest jê bernedan ku bi MÎT'ê re tevbigerin, bi belgeyên nû eşkere bû ku ji bo temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşî dagirkeriya dewleta Tirk bikin bi MÎT'ê re dixebitin.

Ji belgeyên nû eşkere bû ku di nava du mehên dawî de van çeteyan bi MÎT'ê re gelek civîn pêk anîne. Her wiha eşkere bû ku di van civînan de ew çete tevlî plana Erdogan û MÎT'ê bûne. Eşkere ye ku di êrîşeke nû ya gengaz a ji bo dagirkeriyê de wezîfeyên girîng ji van çeteyan re hatine pêşkêşkirin.

Di demekê de ku Tirkiye li Rojava û Sûriyeyê têk diçe, gelek sedemên xwe hene ku hin noker û xayinên Kurd bi Tirkiyeyê re tevdigerin. Yek ji van sedeman ku ya sereke ye; ew e ku ew kesên bi navê Kurdan tevdigerin, endamên MÎT'ê ne û ji MÎT'ê maeşên xwe werdigirin. Bi gelek belgeyan eşkere bû ku dewleta Tirk li deverên weke Îzmîr, Stenbolê avahî ji Fûat Alîko, A. Hekîm Beşar, Kamûran Haco, Îbrahîm Biro re pêşkêkirine û di berdêla vê de jî ew tevlî planên têkbirina Rojava kirine.

PLANÊN WAN BI SER NAKEVIN

Eşkere ye ku planên wan pêk nayê. Ji xwe ji bilî komkujiyên li Efrînê heta niha ti planên Tirkiyeyê pêk nehatine.