'Rihê berxwedêr ê Heftanînê yê 15’ê Tebaxê ye'

Gerîlayên HPG û YJA-STARê yên li qada Zagrosan diyar kirin,’’Şerê ku niha li Heftanîn û qadên Zagrosê dimeşe, geşbûna rihê 15’ê Tebaxê ye û encamên tên girtin destketiyên fermanda Egîd in.’’

Gerîla Serdem Şoreş bi vê şeklî dest bi nirxandina xwe kir: ‘’Pêngava 15 Tebaxê li rêber Apo, gelê Kurdistanêê, hevalên li zindanan berxwedanî dikin û hevalên niha li Heftanînê di çeperên pêşî yê şer de cihê xwe digrin pîroz dikin. Pêngava 15’ê Tebaxê3 ji bo gelê Kurd we ke vejînekê ye. Çawa 36 sal berê li hember tunebûnê û tunehesibandinê Kurdan, rihekî serî hilda û pêngavek hat avêtin îro jî berdewam e. Hêzên dagirker ku niha dixwazin axa Kurdistanêê dagir bikin , bi siyasetên ji navbirin û qirker êrîşî çand û hebûna gelê Kurd dikin lê bê bersîv namînin. Em gerîlayên azadiyê Kurdistanê bi rihê 15 Tebaxê û bi mîrasê şehîd heval Egîd têkoşîna xwe berdewam dikin. Hêzên dagirker bila bizanibin ku nikarin siyaseta tunekirinê li ser Kurdan bimeşînin û nikarin civak û civak bûna Kurdan parçe bikin. Kes nikare axa Kurdan dagir bike û em ciwanên Kurd vê dagirkeriyê qebûl nakin. Hêzên faşîzim bila bizanibin gelê Kurd bi dîrok û berxwedaniya xwe tên naskirin û em jî di hişmendiya vê de ne û em xwedî hêz in, ku axa xwe biparêzin. Gelê Kurd êdî xwedî hêzekî siyasî û eskerî ye û zanista xwe ya parastinê heye. Em bawer in ku selvegera 37an wê bibe azadiya rêber Apo û Kurdistanê. Em soza xwe ya li hemberî şehîdan dûbare dikin ku axa xwe ji dagirkeran re nehêlin.

Gerîlayê YJASTARê Bişeng Avşîn jî got, ‘’Di şexsa rêhevalê fermandar Egîd de em pêngava 15 Tebaxê a li çiyayên Gabarê dest pê kirî di serîde li rêber Apo pîroz dikin. Rihê 15 Tebaxê di roja îro de hîn zêdetir mezin bûye û pêşengtiya vê jî niha Cenga Heftanînê dike. Li hember dagirkerya dewleta Tirk şerê li Heftanînê tê meşandin destketiyên fermandar Egid’in. Nimuneyekê din jî mirov dikare şerê li zagrosan li Cîlo, Çarçela, Avaşîn, Zap û Xakurkê bide ku rojane li ser dagirkeran çalakî têne kirin. Ev rih niha li her çarparçê Kurdistanê tê jiyîn.’’

Yek ji gerîlayan bi navê Bahoz Tolhildan bîr û boçûnên xwe wida gotin: ‘’Berxwedaniya 15ê Tebaxê tenê bi rojekê re sînordar nemaye û ev berxwedanî heya roja me ya îro jî berdewame hîn mezin bûye.Beriya pêngava dîrokî ya 15ê Tebaxê dest pê bike, li ser gelê Kurd qirkirenek dihat birêve birin. Gelê Kurd ji kevnartirîn gêlê rojhilata navîn e û yê herî zêde bi qirkirinê re rûbirûı maye jî, gele Kurd e. Bi taybet jî qirkirina çandî li ser Kurdan gelekî li pêş bû û Kurd ji mafên xwe yê herî sereke bêbeş bûn û heta nedikarîn bi zimanê xwe biaxivin.Bi destpêkirina pêngava 15ê Tebaxê netenê fîşeka yekem li hember dagirkeran hat avêtin bi vê re jî gelê Kurd dîsa li hember dagirkeran hişyar bû û xwedî li ax, çand, zimanê xwe derketin, xwedî li zarokên welatê xwe û li şoreşgerên xwe derketin û mirov dikare weke vejîna Kurdan pênase bike.

Gerîla Zîlan Qoser li ser 15 Tebaxê wiha axivî: ‘’36 sal berê bi avêtina pêngava 15 Tebaxê bi fermandariya rêheval Egîd re hate diyarkirin ku hebûna Kurdan heye û pêngava hebûna Kurdan hat avêtin. Roja îro jî hem ji aliyê gel û gerîla de ev pêngav û ev agir hîn zêde geş dibe û bilind dibe. Riha pêngava 15 Tebaxê heya roja meya îro hatiye û niha jî mîrasa pêngavê ye ku berxwedaniyên li serê çiya hîn zêde mezin bûne. Em v gerîla her gavek ku davêjin li ser esasa riha 15 Tebaxê ye û bi vê re em dimeşin. Mirov dikare pêngavê 15 Terbaxê weke vejînê pênase bike.’’