Rêxistina Efûyê ji bo êşkenceya li Xelfetiyê kampanya da destpêkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê êşkenceya li Xelfetiyê lêpirsîn da destpêkirin.

Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, ji bo kesên piştî şer û pevçûna ku di 18'ê Gulanê de li taxa Dêrto ya navçeya Xalfetî ya Rihayê hatibûn destgîrkirin û piştre êşkence li wan hatibû kirin, bi daxwaza "Gihandina piştgiriya tibî ya serbixwe" kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. 

Ji 47 kesên ku hatibûn destgîrkirin, 3 jê zarok bi giştî 19 kes piştî ku derketin dadgehê, hatin berdan. Lê duh li taxa Qosar a navçeya Hewagê ya Rihayê 4 kesên din hatin destgîrkirin. Li gorî beyanên kesên hatine berdan û îfadeyên wan, êşkence hatiye kirin.

Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî miajrê de ev tişt got: "Angaştên pê bawer hene ku îşkence hatiye kirin. Ji 24'ê Gulanê ve 3 jê zarok 22 kes hatine berdan. Lê hê jî 25 kes li Miduriyeta Şaxa TEM'ê ya Rihayê de girtî ne. Gefa êşkenceyê li ser van kesan heye.”

ÇAVDÊRIYÊN RÊXISTINÊ

Rêxistina Efûyê hevdîtînên têkildarî meseleyê û çavdêriyên xwe wiha parve kirin: "Li gorî agahiyên ku ji parêzerên hin kesên ku hatine destgîrkirin, li ser bedena kesên hatine destgîrkirin, şopên birînan hene. Dîmenên hin kesan ên ku li Qereqola Jendirmeyan a Yaylakê ya Hewagê li erdê ser dev û rû hatibûn dirêjkirin û destê wan ji paşve hatibû kelepçekirin, di çapemeniyê de cih girtibû. Hin kesan ji parêzerên xwe re gotine ku karmendan bi pê serê wan kirine, gelek caran wan dane ber kulm û pihînan. Hat ragihandin ku hemû kesên li Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Rihayê hatibûne destgîrkirin, yek bi yek derbasî odeyeke tarî hatine kirin û di pêvajoya lêpirsînê de li wan hatiye dayîn. Li gorî parêzeran çavên hin kesan hatiye girêdan, elektrîk dane wan û kulm avêtine organê zayendî yên 4 kesan. Her wiha parêzeran got ku muwekîlê wan di şert û mercên veşarî û ewle de derdê xwe ki bijîjkan re negotine û polîs jî bi wan re çûne cem bijîjkan. Hin kesan jî ji parêzerên xwe re gotine ku nehatine mûayene kirin.”


Rêxistina Efûyê vê hişyariya "Êşkence û zalimiya bi rêbazên mîna cezakirin û têkilîdanîna derveyî mirovahiyê û rûmet şikandinê, di hiqûqa navneteweyî û û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de bê îstisna qedexe ye" kir û bi koda "lezgîn" kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Lînka kampanyaya îmzeyan ya ku Rêxistina Efûyê daye destpêkirin wiha ye: