Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roj bi roj giran dibe. Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 56 roj in li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye.

Grevên birçîbûnê yên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, dewam dikin. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Leyla Guven li zindana Amedê nêzî 70 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li Ewropa û girtîgehên Tirkiyeyê jî grevên birçîbûnê dewam dikin.

Li Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê jî, Nasir Yagiz 56 roj in di greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger de ye.

Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe. Yagiz ku êdî nikare tiştên avî jî vexwe her ku diçe tendirustiya wî giran dibe.

Hate ragihandin ku êdî serdanên Yagiz jî hatine sînordarikirin. Duh Meclîsa Gel a Mexmûrê çû sedana Yagiz kiribû.

'HETA KU TECRÎD BIŞKÊ EZ Ê ÇALAKIYA WE BIDOMÎNIM'

Yagiz, duh dema ku koma 28'an çalakiya bi dem û bi dorvegerî dewr digirt, daxuyaniyek da û got, heta ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, wê çalakiya xwe bidomîne.

Yagiz got, "Ji bo bidawîbûna tecrîdê bila hewl bê dayin. Zêdeyî 3 sal in tecrîdeke giran li ser Ocalan tê ferzkirin."

Yagiz ê ku her roj rewşa wî ya tendirûstiya wî giran dibe, Yagiz got, "Çi dibe bila bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim. Divê di derbarê tendirûstiya Rêbertiyê bikevin tevgerê. Divê parlamenterên HDP’ê yên di zindanê de jî bên berdan."