Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok şehîd bûn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 4 zarok şehîd bûne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda perwerdeya zarokên keç daxuyaniyek da ku ew navend di bin sponsoriya Neteweyên Yekbûyî de ye.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî hevdîtina dawî ya ku Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re li dar xist, êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrîşan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAÎŞ'ê şer kirin şehîd bûn. Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me êrîşên nû pêk tîne, mînaka wê jî doh bi şev dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Fêrkirinê ya taybet bi jinan a li gundê Şimoke ku tenê 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye ku Neteweyên Yekbûyî sponseriya wê dike, kir armanc. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarokên keç jî birîndar bûn. Ev êrîşa hovane hemû pîvan û qanûnan binpê dike û sûcên şer e. Di heman demê de şerê qirkirinê yê li dijî gelê me pêk tê ye û rûyê din ê DAÎŞ'ê ye.

Ji wê diyar dibe ku Erdogan behsa operasyona leşkerî kir, dihat wateya ku ew ê terorîzma xwe li ser her kesî ferz bike bêyî ku bersiv hebe.

Ev êrîş xeteriyê li ser zarokan û li ser navendên fêrkirin û sivîlan çêdike û nîşaneya encamên giran dike. Wê bi wê re zêdetir li Sûriyeyê tevlihevî çêbibe û rewşeke nû derxe ku bandorê li Sûriyeyê û gelê wê bike.

Hincetên dewleta Tirk ên derew ji bo rewakirina êrîş û dagirkirina herêmên me ye. Ji lewre xetereyên vê êrîşê rojane zêde dibin. Ev jî teqez dike ku Sûriye di bin xetere û gefa dewleta Tirk de ye û divê hemû Sûriyeyî vê yekê bizanin û dersan ji siyasetên dewleta Tirk derxin."