Şerê li Idlibê bi dijwarî dewam dike

Piştî ku derdora Helebê bi temamî hat kontrolkirin, serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed daxuyaniyek da û diyar kir ku wê li her devera Sûrî operasyonên leşkerî li dijî komên cîhadîst dewam bike. Ji doh ve balafirên Rûsyayê bi dehan caran herêm bombebaran kirin.

Pêr bi desteka Rûsya û Îranê, hêzên rêjîma Sûrî Bakur-rojavayê Helebê bi temamî ji hebûna komên çete yên girêdayî dewleta Tirk paqij kirin. Bi vî awayî piştî 8 salan cara pêşî eyaleta Heleb ket bin serweriya artêşa rêjîmê. Sala 2016'an jî navenda Helebê di encama peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji komên çete hatibû valakirin.

Serokê rêjîma Sûrî Beşar Esed doh bi rêya televizyona dewletê daxuyaniyek da û şerê li Helebê weke destpêkirina serketina dawî bi nav kir.

'WÊ OPERASYONÊN LI DIJÎ CÎHADÎSTAN DEWAM BIKIN'

Esed ev peyam da: "Wê operasyona me a leşkerî li dijî komên cîhadîst li her devera Sûrî dewam bike. Serketina me a li Helebê nayê wateya bidawîbûna şer. Her çendî hin dengên pûç derdikevin jî wê li çiyayê Idlibê şer dewam bike.

Beşar Esed bi van gotinan eşkere ragihand ku ew ê bi ti awayî guh nedin gefên dewleta Tirk û operasyona xwe dewam bikin..

TEVÎ GEFÊN REJÎMA TIRK ŞERÊ LI DERDORA IDLIBÊ Û ROJAVAYÊ HELEBÊ DEWAM DIKE

Dewleta Tirk bi hêviya ku operasyona li dijî komên wê yên çete raweste, ji doh ve li Rûsyayê di nava danûstandinan de ye. Lê tevî van hewldanan jî ne Rûsya û ne jî rêjîma Sûrî êrişên xwe ranewestandin. Bi taybet jî Rûsya, demên dawî êrişên xwe ên hewayî li herêmê zêde kirin..

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku ji doh ve balafirên Rûsyayê 110 êrişa li dijî herêmên Rojavayê Helebê û devera di navbera Idlib û Efrînê de pêk anîn.

Di vê navberê de komên çete ên girêdayî dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov hewl didin êrişî navendên Rûsyayê bikin.

Serokê Navenda Leşkerî ya Rûsyayê li Humeymîm Yûrî Bûrnekov ragihand ku doh 2 balafirên şer ên bê mirov ji Idlibê rabûn û xwestin êrişî baregeha wan bikin.

Bûrnekov diyar kir ku herdû balafir ji aliyê sîstema wan a parastina hewayî ve hatin bê bandorkirin..

NY: JI BER ŞER Û ÊRIŞAN NÊZÎ 900 HEZAR KES JI CIH Û WARÊN XWE BÛNE

Di vê navberê de Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber şerê li herêmê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûne.

Li gorî daneyan, ji roja destpêkirina operasyonê ve, hejmara sivîlên ji herêmê derketine gihişt 875 hezarî.

Koordînasyona Alîkariya Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî wekî din hişyar kir ku ji ber dewleta Tirk rê li pêşiya sivîlan digre, hejmara zêde di nava herêmên şer de asê maye.

HÊZÊN QSD'Ê KOÇBERÊN IDLIBÊ LI DEVERÊN EWLE BICIH DIKIN

Li aliyê din piştî banga Fermandariya Giştî ya QSD'ê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî deriyên xwe ji koçberên Idlibê re vekir. Heta niha bi hezaran sivîl bi alîkarîya hêzên QSD'ê ji herêmê şer hatin dûrxistin û li deverên ewle ên Minbic û Reqayê tên bicihkirin.