Rejîma Îranê basîcê asayî dike

Gerîla Hawar Sine diyar kir ku rejîma bi polîtîkayên qirêj dixwazin basîcê asayî bikin û got: “Ji bo qertên basîc bigirin dikevin dorê. Bi taybet divê ciwan li dijî vê xwedî helwest bin.”

Ciwanê bi navê Hawar Sine ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine ye. Gerîla Hawar, piştî ku tevlî refên gerîlla dibe û felsefeya Rêber Apo nas dike û şûnde di xwe de pir guhertinan dibîne û bi gotina xwe ve ew diçe cîhana manewiyatê.

Gerîla Hawar bi van gotina qala felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û dibêje: “Felsefeya Rêber Apo tenê di pirtûkan de nayê xwendin. Beriya ku ez tevlî bibim jî min Rêber Apo dixwend. Lê hatina çiya, ev felsefeye ji nêz ve dîtin û jiyîn, hişt ku nêrînên min berfirehtir bibin. Pênaseyê min a jiyanê hat guhertin. Dema ku ez li sistemê min bi çaveke fîzîkî temaşeyê jiyanê dikir. Mînak; me tenê darek pênase dikir û dixwest hemû daristanê tehlîl bikin. Lê viya jî encamgir nebû. Mesela me ji hêza xwe bawer nedikir. Jiyan di çerçoveya reş û spî de an jî bi awayeke hişk girtina dest hebû. Lê di felsefeya Rêber Apo de jiyaneke kuantomk heye. Manewiyat kûr e. Yêk jî mirov di nava pirsgirekande xwe tehlîl dike. Dike hêza çareseriyê. Felsefeya Serok kêlî bi kêlî jiyînê û bi cewherîkirinê ve tê fêm kirin.”

‘GELÊ SINE GELEKÎ BERXWEDÊ RE’

Gerîla Hawar Sine, di berdewamiya axaftinên xwede bal kişand ser polîtîkayên li ser Sine tên meşandin û ev nirxandin kir: “Dîrokeke Sine ya berxwedayînê heye. Ji ber ku gelê wê berxwedê re her tim ji hêla dijmin ve zext hene. Gel hatiye qetilkirin. Dijmin her tim xwestiye vê potansiyelê bikuje. Gelê Sine tu caran li hember dijmin serî netewandiye. Berxwedayîna 24 rojan, qetlîama li ser Sine hatî kirin nîşaneya viya ye. Lê belê bi demê re dema ku dijmin zaniye ku nikare bi vî awayî îradeya Sine bişkêne siyaseta xwe nerm kiriye. Vê carê jî bi rêbazên nerm ve xwestiye biçe ser gelê Sine û wana ji cewherê wan derxe. Heta niha bi şêwazeke hişk dixwest bi ser gel ve biçe. Lê dît ku encam nagire vê carê jî bi rêya hinek tişt nerimkirinê ve dixwaze encam bigire. Mînak heta niha bi zimanê Farisî tişt fêrî dikirin niha di bin navê, hatiye serbest kirin de bi zimanê Soranî çanda xwe fêr dike. Lê viya xapandineke. Bi vî awayî refleksan dikuje. Mafê ferhengî ya gelê Kurd bi vî awayî zêdetir tê binpêkirin. Ango bi zimanê Soranî ve vê carê asîmîle dike.”

‘BASÎCÎ L DIJÎ RÛMETA KURDAN E’

Gerîla Hawar qala pergala cehşkirinê  kir û got ku viya rûmet şikandina Kurdan e. Gerîla Hawar da diyarkirin ku yek jî bajarên ku ev polîtîkaye li ser tê meşandin Sine ye. Hawar got: ““Pergala cehşkirinê ji aliyê pergalê ve hatiye pêşxistin. Her şexsekê xwediyê kîjan nasnameyê be bi wî şêwazî besîctî pêşxistiye. Mînak besîcê jin, besîce zarok besîcên zanîngehan û hwd. Ango pergaleke sixûriyê pêş dixe.

Gerîla Hawar destnîşan kir ku li Îranê rewş hatiye asteke wisa ku dibêjin, ‘eger kartê besîc nebe di pergala îranê de jiyîn pir zehmet dibe.’ Gerîla Hawar wiha domand: “Hîna di zaroktiyê de kartê besîctî digirin. Lê viya tişteke pir xeter e. Hîna zaroktî li dijî nirxên Kurdan derdixînin. Girêdayî dewletê dikin. Dihêlin ku hîna di zaroktî de bavê xwe dayika xwe îxbar bike. Ma ew zarok wê bikaribe bibe pêşeroja civaka xwe nirxên xwe biparêze. Eger bi vî rengî were mezin kirin wê tenê ji bo dewletê bibe endamek baş. Ji bo wê jî pêwîste malbat bi hişyar bibin li dijî van polîtîkayan. Besîcî berê 20 salan li Sine eybeke pir mezin bû. Ji yekê re gotiban, ‘tu besîcî’ ji bo wî mirovî pir giran bû. Ji ber ku civakê di nava xwe de ew qebûl nedikir. Lê niha sistemê aniye rewşek wisa ku pir ji rêzê bikin, meşrû bikin. Pêwîste teybet jin û ciwan û tevahî civak li hemberê van lîstokên sîstemê hişyar bin û nirxên Kurd û Kurdistanê biparêzin.”