QSD: Li girtîgehê rewş di bin kontrola me de ye

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyel got: “Tu çeteyekî DAÎŞ’ê nereviyane, girtîgeh di bin kontrola me de ye.”

Çeteyên DAÎŞ’ê hewl da ji Girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê birevin. Di vê girtîgehê de bi hezaran DAÎŞ’iyên biyanî lê girtî ne. Hêzên Antîterorê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi destekdayîna balafiran, cihê bûyerê dorpêç kir.

‘DI BIN KONTROLÊ DE YE’

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kîno Gabriyel li ser malpera fermî ya QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Gabrîel kitekitên bûyerên duh zelal kir û diyar kir ku nûçeyên revîna gelek çeteyên DAÎŞ`ê ne rast e.

Gabriyel destnîşan kir ku DAÎŞ’îyên di girtîgehê de, duh deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û wiha dewam kir: "Çeteyan qata jêrîn a girtîgehê kontrol kir."

Berdevkê fermî yê QSD’ê daxuyand ku Hêzên Antîterorê yên girêdayî QSD`ê yekser destwerdan kir, kontrola rewşê kir û tevliheviya ku çeteyan derxistiye, bi dawî kir. Gabriyel wiha lê zêde kir: "Navend û hemû girtiyên di hundir de, hatin kontrolkirin."

Gabriyel her wiha tekez kir ku tu çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê nerevîne û wiha got: "Em tekez dikin ku tu girtî nerevîne û rewş bi temamî di bin kontrolê de ye."

‘DIVÊ DESTEK BÊN DAYÎN’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bûyerên bi vî awayî careke din hêza Hêzên Sûriya Demokratîk a garantiya terorên DAÎŞ`ê piştrast dike. Lê belê em diyar dikin ku pêwîstiya me bi piştgiriya civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ`ê heye, da ku em parastina ewlehiya navend û kampên ku çeteyên DAÎŞ`ê û malbatên wan bikin."