QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî yên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk eşkere kir. Li gorî vê yekê li sê eniyan 6 dagirker hatin kuştin. Di şer de 7 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete êrişên xwe yên bejahî û hewayî dom kirin.

Der barê êriş û şerê ku di nava 24 saetên dawî de li eniyên Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê qewimîn agahî bi raya giştî re hate parvekirin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi çekên giran êrişî gundên Til El Werd, Til Mihemed û Til Şeîr ên Zirganê kirin.

Hate ragihandin ku li Til Temirê jî artêşa dagirker bi balafirên şer ên bêmirov û çekên giran êriş birin ser gundên Rihaniyê û Amiriyê. Di encama bersiva hêzên QSD'ê de wesayiteke zirxî ya dagirkeran hate îmhakirin.

Der barê êrişên li eniya Eyn Îsayê jî hate gotin, "Artêşa dagirker û komên çete bi obus û tankan êrişî gundên kefîfa, Mişêrfa û Kor Hesen kirin. Her wiha balafireke şer a bêmirov a dagirkeran bombe li herêmê barand. Di bersiva hêzên me de şer derket. Di şer de gelek çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di bersiva hêzên wan de 6 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Di berxwedanê de 7 hevalên me şehîd bûn û 12 hevalên me jî birîndar bûn."