QSD: 96 çete hatin kuştin, 11 wesayîtên bombebarkirî hatin desteserkirin

QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 96 çete hatine kuştin û 11 wesayîtên bombebarkirî ketine destê şervanên wan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 96 çete hatine kuştin û 11 wesayîtên bombebarkirî ketine destê şervanên wan.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Şervanên me di saetên sibehê de xebatên paqijkirinê li deverên ku rizgarkirine dane destpêkirin. Di navbera şervanên me û terorîstan de şer rû da, di enamê de hejmarek çete hatin kuştin. Di xebatên paqijkirinê de hejmarek çek, motorsîklêteke bombebarkirin û hin fûz ketin destê şervanên me.

Li aliyekî din ê vê eniyê çeteyan êrîşî nuqteyên şervanên me kirin û di êrîşan de hemû cûrên çekan hatin bikaranîn. Şervanên me bersiva êrîşên dan û hejmarek çete hatin kuştin û yên din mayîn jî paşve reviyan.

Şervanên me êrîşî baregehên çeteyan kirin. Hêzên me li vê aliyê pêşveçûn û nuqteyên nû ava kirin, her wiha hejmarek çete hatin kuştin û çekên wan hatin desteser kirin.

Di saetên ber êvarî de jî şervanên me careke din êrîş kirin, li vir 1 km bi pêş ve çûn, 8 nuqteyên nû ava kirin. Çeteyan xwestin êrîşeke dijber pêk bînin, lê şervanên me bersiva êrîşan dan û êrîş têk birin. Di heman demê de Koalîsyona Navdewletî bi balafir û obusan hin bargehên çeteyan kir hedef.

Li aliyekî din, di saetên destpêkê yên êvarî de, şervanên me êrîşên berfireh li dijî nuqteyên çeteyan lidarxist. Li vir jî 4 nuqteyên nû ava kirin û gundek li herêmê rizgar kir. Piştî rizgarkirinê yekser tîmên endizyariya leşkerî ya rakirina mayînan gelek mayîn bê bandor kirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê şervanên me êrîşên bargehên çeteyan kirin, li ser vê yekê şerên giran derket, di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û cenazeyên hindekan ketin destê şervanan. Çeteyan hewl dan bi wesayîtên bombebarkirî êrîşên dijiber pêk bîne, şervanên me bersiva wan û hin wesay^t teqandin û yê din desteser kirin.

Çeteyan xwestin du êrîşên din pêk bînin, lê herdu êrîşên wan têk çûn û hin çete hatin kuştin, li ser vê yekê şervanên me bi pêş ve çûn û nuqteyên nû ava kirin.

Saet 07:00 şervanên me êrîşeke nû birin ser bargehên çeteyan, di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî dijwar qewimî û şer heta saetên nîvro dewam kir. Çeteyan hemû cûre çek û topên hawanê bi kar anîn. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Çeteyan careke din xwestin bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş bikin, herdu wesayît beriya ku bighêjin nuqteyên şervanên me hatin teqandin.

Saetên piştî nîvro jî çeteyan dîsa bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş kirin, êrîş beriya bighêje armanca xwe hatin şikandin.

ENIYA HECÎN

Li eniya Hecînê şerê giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Di şer de çeteyan hemû cûre çekên sivik û giran bi kar anîn. Di encamê şerê li vir de hejmarek çete hatin kuştin.

Li aliyekî din, di xebatên paqijkirinê de şervanê me êrîşek li dijî çeteyan pêk anîn, di encam de hejmarek çete hatin kuştin, her wiha şervanên me hejmarek xendeq û alavên tenduristiyê dîtin.

Di saetên êvarî de, şervanên me êrîşeke mezin li hemberî bargehên çeteyan pêk anîn, bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Şervanên me li vir bi pêş ketin û 14 nuqteyên nû ava kirin. Balafirên Koalîsyona Navdewletî hin deverên çeteyan kir hedef. Her wiha şervanên me miqdarek çek desteserkirin.

BÎLANÇO

- Hejmara çeteyên ku hatine: 96

- Çekên ketine destê şervanên me: miqdareke alavên tenduristiyê, 1 çka SPG, motorsîklêteke bombebarkirî, 11 wesayîtên bombebarkirî, 1 doçka (12.5 mm), 7 BKC.

- Windahiyên çeteyan: 27 bargehên çeteyanhatin rûxandin, 7 wesayîtên bombebakirî, 2 embarên çek, 2 kargeheke çêkirina teqemeniyan, wesayîteke banco ya veguhestina cebilxaneyan hatin teqandin, her wiha 8 rêyên leşker ku çeteyan bi kar di anîn hatin birîn.

-Derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 55 derbe."