Qirkirina siyasî: Li stenbolê 7 kesên din hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Stenbolê de 7 kesên din hatin destîgkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê dewam dike.

Tîmên Midûryeta Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê di saetên sibehê de avêtin ser malên li navçeya Maltepe, Fatîh û Gazîosmanpaşa yê. Di operasyonê de ku polîsên tîmên taybet avêtin ser malan derî şikandin, kelûpelên nava malê serûbin kirin.

7 kesên bi navên A.M., M.H., M.N., M.K., E.K., F.O. û H.D. bi îdîaya ‘Endamên rêxistinê’ hatine destîgkirin û birine emniyetê.