Qanûnî Esasiye, raperîna Koçgirî û deklarasyona Ocalan

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, şert û mercên beriya avabûna Komara Tirkiyeyê, Qanûnî Esasiye û raperîna Koçgirî nirxand û bal kişand ser deklarasyona vê dawiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di salvegera 98'an a tepisandina Raperîna Koçgiriyê de ku 17'ê Hezîrana 1921'ê ji aliyê Hêzên Parastina Milî ya bi fermandariya Sakkali Nûrettîn Paşa û çeteya Topal Osman hate kirin, Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn qala şert û mercên wê demê kir.

Engîn diyar kir, hem beriya avabûna Meclîsa Milet a Mezin (BMM) hem jî piştî wê di daxuyaniyên Mûstafa Kemal hemûyan de qala têkoşîna hevpar a bi Kurdan re tê kirin û got, "Belgeya ku feraseta welatê hevpar herî zêde tê de xuya dikir, Qanûna Teşkîlatî Esasiye ye ku piştî civîna destpêkê ya Meclîsa Millet a Mezin a 23'ê Nîsana 1920'î di 20'ê Çileya 1921'ê de hate qebûlkirin.

Engîn bi bîr xist, di nava BMM de aîdiyeta Tirkîtiyê nîne û got, "Lewma nîşan dide ku weke meclîsa hevpar a hemû komên nasnameyên etnîkî û civakî yên li Tirkiyeyê ava bûye. Ya jê girîngtir jî Qanûna Teşkîlatî Esasiye ye ku sala 1921'ê hate amadekirin. Qanûn ji 24 xalan pêk tê û 14 xalên wê der barê rêveberiya xwecihî (xweser) in. Zêdeyî nîvê xalên vê Destûra Bingehîn der barê rêveberiya xwecihî ye ku ev jî rewşa wê ya demokratîk nîşan dide. Azadîparêz e ji ber ku însiyatîfê dide rêveberiyên pirengî û xwecihî. Taybetmendiyeke xwe ya ji bo qedexekirin, tengavkirin û têkbirina gelê Kurd û nasnameyên din ên etnîkî û çandî nîne. Hewl nedaye ku zîhniyeta tekparêz-faşîzan serdest bike."

MAFÊ DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE YA NETEWEYAN

Kasim Engîn bi bîr xist, wan salan mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan gelekî dihate nîqaşkirin û got, "Pîvanê ji 14 madeyan ên Serokê DYE'yê Wilson bal dikişand ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe yê her gelî. Mûstafa Kemal jî timî diyar dikir ku ew van pîvanan qebûl dike.

Mînak di nivîsa xwe ya 'Gelekî Veşartî' de ku ji bo Fermandariya El Cîzre nivîsandî, madeya duyemîn a her pênc madeyan wiha ye: 'Li gorî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan bila Kurd daxwaza xwe ya ji bo jiyana bi îdareya Tirkiyeyê re ragihînin û rêveberiya xwe ya xwecihî ava bikin'.

PÎVANÊN WILSON Û DAXWAZÊN KURDAN

Bingeha vê rastiyê ew e ku meclîsa damezrîner weke Meclîsa Kurdan û Tirkan tê qebûlkirin. Lewma di demeke ku metirsiyên xwe gelek bûn, yekîtiya Kurd û Tirkan a ji bo afirandina paşerojeke nû stratejîk tê dîtin. Lê belê rewşenbîrên Kurd ên li Koçgiriyê ku rewş û bûyerên li qada navneteweyî diqewimin dişopînin, metirsiya rewşê dîtin û ji bo Pîvanên Wilson bi cih werin anîn, ji bo vê daxwazê bikin bi Mûstafa Kemal re li Sêwasê hevdîtinê dikin. Alîşan, Elîşêr, Heyder Beg û Nûrî Dersîmî daxwazên Kurdan bi rengekî nivîskî radigihînin. Daxwazên Kurdan ku ji pênc madeyan pêk tên wiha ne:

1. M. Kemal û hevalên wî Xwerêveberiya Kurdan nas bikin,

2. Kurdên li girtîgehan hemû bên berdan,

3. Karmendên ne Kurd ên li Kurdistanê hemû bên vekişandin,

4. Hêzên artêşê yên ber bi Koçgirî-Dersimê ve hatine şandin bên vekişandin,

5. Di van mijaran de bi lezgînî bersiv ji Dersimiyan re bê dayin.

KIRYARÊN FAŞÎST ALPDOGAN Û RAPERÎNA KOÇGIRÎ

Mûstafa Kemal xwe ji van daxwazan kêm kir. Dema ku raperînê dest pê kir Mûstafa Kemal hêza eskerî bi ser Koçgirî ve şand. Di Raperîna Koçgirî ya 1921'ê de faşîstê bi navê Abdullah Alpdogan Terteleya Dersimê kir. Xezûrê wî Sakalli Nûreddîn jî 140 gundên Kurdan şewitand, xera kir.

Êrîşa li dijî Koçgiriyê bi tevlîbûna Topal Osman ku fermandarê mûxafizên Gîresûnî yê Mûstafa Kemal bû û Sakalli Nûreddîn, gelekî dijwar bû... Bi sedan mirov hatin kuştin."

Kasim Engîn anî ziman ku bi Lozanê re dest pê kir û ji wê û pê ve bi Destûra Bingehîn a sala 1924'an Kurd tine hatin hesibandin, zimanê wan hate qedexekirin û gotinên faşîzan ên mîna Tirkîtiyê li destûra bingehîn hatin bicihkirin.

Kasim Engîn got, "Vê yekê jî têrê nekir, Dadgehên Îstîklalê hatin avakirin, bi Takrîr-î Sukûn, Îzaleyî Şekavet û Plana Şark Islahatê li dijî Kurdan şerê qirkirinê dest pê kir."

Kasim Engîn got, "Dibe ku Kurdan heta salên 1970'î dengê xwe zêde bilind nekirin. Lê belê xwedî nerazîbûn bûn. Piştî salên 1970'ê bi derketina PKK'ê re hêrs û nerazîbûna xwe nîşan dan."

DEKLARASYONA DEMOKRASIYÊ YA OCALAN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn piştî vê bibîrxistinê bal kişand ser deklarasyona ji heft xalan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe 2'ê Gulana 2019'an ragihand.

Kasim Engîn got, "Rêber Apo di deklarasyona demokratîk de wiha dibêje:

'1. Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye.

2. Dûrî her şêweyên dijberî û çanda şer, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi xurtî pêwîstî bi rêbaza danûstandinên demokratîk heye.

3. Pirsgirêkên Tirkiyeyê û herêmê di serî de şer dûrî her rêbazên tundiya fîzîkî dikare bi hêza nerm yanî bi aqil, polîtîka û çandê bê çareserkirin.

4. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.

5. Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.

6. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.

7. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.'

Kasim Engîn got, "Eger em bala xwe bidin ser Qanûna Teşkîlatî Esasiye yanî Destûra Bingehîn ku sala 1921'ê hate nivîsandin, gelên li Tirkiyeyê wê bi rengê xweseriyê xwe îfade bikirana. Ev xweserî-muxtariyet- herî zêde ji bo Kurdan hatibû nîqaşkirin. Her wiha di 10'ê Sibata 1922'an li BMM'ê biryara muxtariyetê bi piraniya dengan hatibû qebûlkirin."

Kasim Engîn destnîşan kir, Kurdên ku di avabûna dewleta Komara Tirkiyeyê de berdêlên giran dan û piştre tine hatin hesibandin, ji têkoşîna xwe ya jiyana azad ti carî venegeriyan û wê venegerin.

Kasim Engîn got, "Em hêvî dikin ku wê Deklarasyona Rêber Apo li ser vê bingehê binirxînin û dest ji polîtîkayên xwe yên mêtinger, qirker berdin."