Qala Êzidiyên hatin Rojava kir

Faris Şemo yê ku ew jî Êzidiyekî ji Tirbespiyê ye qala pêşwazîkirina Êzidiyan kir ên ku ji ber êrîşa DAÎŞ’ê hatibûn Rojava.

6 sal ji ser fermana 73’emîn a li ser Şengalê derbas bû. DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dest bi qirkirinê kiribû. Êzidiyan bi saya korîdora mirovî ya ku gerîlayan vekiribû, jiyana xwe rizgar kiribûn. Gelê Rojava û Rêveberiya Xweser jî deriyê xwe ji mexdûrên qetlîamê vekiribû. Faris Şemo yê ku ew jî Êzidiyekî ji Tirbespiyê ye, qala pêşwazîkirina Êzidiyan kir.

GELÊ ROJAVA DERIYÊ XWE JI WAN RE VEKIR

Faris Şemo yê ku ji bo alîkariya civaka Êzidî bi dildarî dixebitî got ku, “Ji nav Êzidiyên li Tirbespiyê komîteyek hate avakirin. Ez jî ketim nav vê komîteyê û me dest bi xebatên xwe kir. Gelê Rojava alîkarî da wan. Nêzî 700 kesên ji Şengalê koç kirin, li gundan hatin bicihkirin. Gel Kurd, Siryan û Ereban jî deriyê xwe ji gelê mexdûr re vekirin û me kesên koçber li van malan bi cih kir. Bi qasî salekê li ba me, man. Gelek kes jî li Kampa Newrozê man.

RÊVEBERIYA XWESER KETE DEWRÊ

Pêdivî bi xizmeta tendirustiyê û alîkariya mirovî hebû. Rêveberiya Xweser li Girkê Legê konên tendirustiyê vekir. Piştre kê xwest biçe ku derê alîkarî bi wan re hate kirin. Komîteya me ji bo gelê Şengalê bi qasî 10 kamyon xurek û cil û berg şand gundê Kerse yê Şengalê. Di vegerê de jî me civaka Êzidî yên ku dixwestin vegerin Rojava, bi van kamyonan anî Rojava.

EM SPASDARÊN HPG Û YPG’Ê NE

Heke gerîlayên HPG’ê korîdora mirovî venekiriba, wê tu kes ji ber vê qetlîamê rizgar nebûya. Em civaka Êzidî heta ku em li darê dinyayê bin, em ê vê alîkariyê ji bîr nekin.YPG’ê jî bi qasî 6 salan jin û zarokên dîl ên di destê de DAÎŞ’ê de rizgar kir û ew gihand malbatên wan. Em gelê Êzidî spasdarê van hêzan in ku alîkarî dan gelê me yê li Şengalê.

GEFA HERÎ MEZIN DEWLETA TIRK E

Di seranserî dîrokê de ji bo civaka Êzidî îroj xetereya herî mezin êrîşên dewleta Tirk e. Hê jî li Şengalê 80 goristanên komî nehatine vekirin. Di qetlîamên DAÎŞ’ê de para dewleta Tirk zêde ye, ji ber ku herî zêde Tirkiye piştgiriyê dide DAÎŞ’ê. Îro jî balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê li cihên hêzên parastinê yên Êzidxanê dide. Gelê me yê sivîl ên ku di destê wan de tu çek tune, dibe hedefa dewleta Tirk. Ev êrîş dûmahîka qetlîaman e.”

Faris Şemo diyar kir ku gelê Şengalê hêzên xweparastinê ava kir û got, “Piştî qetlîamê civaka Êzidî rêveberiya xweser, hêzên parastinê yên YBŞ, YJŞ û Asayîşê birêxistin kir. Hêviya me ya herî mezin ev e ku civaka Êzidî yekîtî û tifaqa xwe pêk bîne.”