Polîsên Tirk gef li malbata Denîz Poyraz xwar

Polîsên Tirk bi gotina, "Em ê vê yekê ji te re nehêlin" gef li bavê Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê hate qetilkirin xwar.

Denîz Poyraz a HDP'î, ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê 17'ê Hezîranê hate qetilkirin, cenazeyê wê piştî rojekê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji ber axaftinên li merasîmê û dirûşmên hatin qîrîn, polîsên Tirk gef li malbata Poyraz xwarin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, xizmekî malbatê ku ji ber ewlekariya jiyanê nexwest navê xwe eşkere bike wiha got, "Li Mizgefta Kadîfekale Hava Şehîtlerî di dema nimêja cenaze de yek ji polîsên li derdorê hate gel min. Got, 'we şaşitî kirin. Abdullah Poyraz di daxuyaniya xwe de ya li wir propaganda PKK'ê kir. Em ê vê yekê ji wî re nehêlin'."

Polîsên ku gef li malbata Poyraz xwarin, dema ku kujer Onûr Gencer destgîr kir bi gotina 'navê te çi ye kekê min' jê hez kiribûn. Gencer di nava komên çete yên çekdar ên dewleta Tirk de yên li Sûriyeyê cih digirt û sûc kiribû. Bi lez û bez hatibe girtin jî Enqere weke berpirsyarê êrişa li dijî HDP'ê tê dîtin.