'PKK'yî jinûve jiyan e, ruhê tolhildanê ye'

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Jiyan Koçer destnîşan kir ku PKK’ê ji bo ciwan û jin ên ciwan hêza tolhildanê ye û got, "Îro erka demê ew e ku li dora PKK’ê li hev kom bibin."

Endama Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Jiyan Koçer bi wesîleya salvegera 44'an a damezrandina PKK’ê axivî û got: "PKK’ê ji bo ciwan û jin ên ciwan bû hêza tolhildanê ku bikaribin li hemberî dijmin têbikoşin. Ji ber vê PKK’ê ji bo ciwan û jinan nasname ye."

Jiyan Koçer salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û ciwanên Kurdistanê pîroz kir û got, "Di şexsê heval Rûken, Sara, Baz û heval Helbest de hemû şehîdên pêvajoya şerê gelê şoreşgerî bibîrtînin. PKK’ê ji bo gelê Kurd bû çavkaniya jiyan, berxwedan, şer û têkoşînê. Erk û berpirsyariya me ya ku em hîn bêhtir PKK'ê fêhm bikin. Ji ber vê yekê PKK ji bo ciwan û jinan nasnameya wan pênase dike. PKK’ê cardin rastiya jinê û Kurdbûnê li civakê û cîhanê dide nasîn. PKK’ê bû hêza kombûyina hemû ciwanên Kurdistanê û hêza jina berxweder û serhilder cardin nû kir. Em jin me xwe di nav PKK’ê de nas kir. Îro li çiyayên Kurdistanê bi pêşengtiya jinan û ciwanan berxwedanek di asta herî jor de tê meşandin. Li hemberî dijminê hov û barbar ku dixwaze îro welatê me dagir bike, ciwan û jinên Kurd li ber xwe didin."

'PKK JINÛVE JIYAN E, RUHÊ TOLHILDANÊ YE'

Jiyan Koçer da zanîn, ciwan û jinên ciwan îro bi ruhê Rêbertî û PKK’ê li hemberî êrîşên hovane ên dijmin li ber xwe dide û got: "Qirkirin îro li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Ji bo ku em vê qirkirinê bidawî bikin, erk û berpirsiyartiyên demê li pêşiya me. Eger em îro bikaribin di tunelên şer de di bin êrîşên herî hovane de li ber xwe bidin, ev bi ruhê Rêbertî, PKK’ê û ruhê jina azad e. Me têkoşîn û berxwedan bi PKK’ê re fêm kir û em ê bi PKK’ê re bidomînin."

'PKK BÛYE WARGEHA JINAN'

Jiyan Koçer işaret bi êrîşên dagirkeriyê kir û wiha dewam kir, "PKK’ê bûyîn jinûve jiyan e, ruhê tolhildanê ye. Dijmin ev 100 sal in topyekûn dagirkeriyê li ser gelê Kurd dide meşandin. Ruhê gelê Kurd, ruhê ciwan û riuhê jinan dagirkeriyê, parçe parçe kirin. Lewma PKK’ê ji bo gelê Kurd roja vejînê ye. PKK’ê li hemberî teslîmbûn û xiyanetê ye. PKK’ê li me da fêmkirin ku rastiya jiyanê bi jinê pêkan e. Ji bo vê jî bûye wargeha hemû jinan. Îro li her çar aliyên cîhanê jin berê xwe didin PKK’ê û xwe di nav de pênase dikin. Ji ber ku PKK bûye cihê tolhildana jinan. Hişmendiya AKP’ê ya faşîst li Kurdistanê bi rojanê jinên ciwan qir dikin û dikujin, em ê li vê derê bi ruhê PKK’ê tola wan rakin. Ji bo vê PKK cihê kombûyin û serîrakirina ciwanan e. Her wiha ji her kesê re bûye çavkaniya moral, hêvî û hêz. Em vê ruhê îro li Rojhilatê Kurdistanê jî dibînin. Zêdetirî 3 meh in li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya jin û ciwanan li hemberî rejîma faşîst, qirker û baviksalar a Îranê serî radikin. Li hemberî kuştin, tacîz û tecawîzê serî rakirin. Di şexsê Jîna Emînî de îro ciwan û jinên Kurd pêşengtiya vê dikin. Eger ku îro dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê deng vedide, ev ruhê PKK’ê ye."

Jiyan Koçer diyar kir, ku pêwîste her kes li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi ruhê PKK’ê li hemberî dagirkeriyê têbikoşin û ev bang kir: "Ez bang li hemû ciwanan dikim, îro erka demê li dora PKK’ê kombûyin e."