'PKK bi fikrê Rêber Apo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dike'

"Min di nava gelek tevgerên sosyalîst, çepgir û ekolojîk de cihê xwe girt û têkoşîna azadiyê meşand. Di nava van hemû tevgera de ya ku jiyana komunal, jiyana azadiya civakê ji xwe re dike esas tevgera PKK'ê ye."

Gerîlayê enternasyonalîst Baran Nûjiyan diyar kir ku têkoşîna PKK'ê gerdûnî ye û got, "Min di sala 2016'an de tevgera PKK'ê nas kir. Dema ku li Elmanyayê, li Ewropayê bûm di nava lêgerîna azadiyê de bûm. Li navenda modernîteya kapîtalîst, lêgerîna min a li jiyaneke alternatîf her tim dewam kir. Jiyana komunal nebû, jiyana civakî pir lawaz bû. Min di nava gelek tevgeran de cihê xwe girt, di nava tevgerên sosyalîst, çepgir û ekolojîk de min kar kir. Di nava wan tevgera de tişta ku ez lê digeriyam min nedît, ji lêgerînên min re nebûn bersiv. Di şoreşa Rojava de berxwedana Kurdan bandoreke mezin li min kir. Her wiha pirtûkên Rêber Apo lêgerînên min kûrtir kir. Min parêznameya 'Parastina Gelekî' bi zimanê Elmanî dixwend. Sedema bingehîn a tevlîbûna min li nava tevgera PKK'ê, berxwedana Kurdan a li dijî dewleta Tirk bû. Kurd têkoşîneke mafdar dimeşînin, Kurd berxwedêr û serhildêrin. PKK bi fikir û ramanê Rêber Apo dikare pirsgirêkên bingehîn ên gelên Rojhilata Navîn çareser bike."

'JI BO AZADIYÊ TÊDIKOŞIM'

Gerîlayê enternasyonalîst di dawiya axaftina xwe de têkoşîna gerîlayên Kurd wiha nirxand; "Li çiyayên Kurdistanê jiyaneke bi wate heye. Li ser jiyana PKK'ê ti agahiya min tune bû. Di nava hêzên gerîla de hezkirina bi dil û can heye. Hevaltiya li nava PKK'ê gelekî bandor li min kir. Hevalên ku têkoşîna gerîla dimeşînin ji her alî ve bi zanistî tevdigerin, di her kêliyê de jiyana wan bi wate ye. Di encama lêgerînên xwe de min cihê xwe di nava PKK'ê de girt û li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo biryara tevlîbûnê û têkoşînê da. Têkoşîna me ne tenê ji bo herêmekê ye. Ne tenê ji bo komekê ye, doza pêkhateyeke bi tenê nîne. Têkoşîna PKK'ê gerdûnî ye, cîhanî ye. PKK ji bo azadiya mirovahiyê têdikoşe. Kurd û gerîlayên HPG'ê ne tenê ji bo xwe û civaka Kurd şer dikin, paradîgmaya Rêber Apo ji bo rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn e. Tevgera PKK'ê xwedî rajmanê neteweya demokratîk e. Ez jî ji bo jiyana demokratîk û wekhev şervantiya azadiyê dikim û il çiyayên Kurdistanê têdikoşim."