PJAK: Hevalên me Şahîn û Aryo şehîd nebûne

PJAK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku du gerîlayên wan ên bi navê Şahîn Bukan û Aryo Sine şehîd nebûne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku piştî lêkolîneke berfireh a têkildarê bûyera  4’ê Tebaxa 2021’ê ya ku hatibû ragihandin du hevrêyên wan ên bi navê Şahîn Bukan (Muhsên Qadêrî) û Aryo Sine (Idrîs Feqîhî) di kemîneke ya hêzên Îranê de şehîd bûne, derketiye ku hevalên wan şehîd nebûne.

PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de encama lêkolîna xwe wiha eşkere dike: "Piştî kemîna ku ji aliyê hêzên dagirker ên Sipahê Pasdaran ên Îranê ya li herêma Bukanê, ji ber şert û mercên hesas û dijwar ên ewlekariyê û nekarîne bi lezgînî xwe bigihînin tîma hevalên me yên gerîla yên li herêmê, beriya niha di 04.08.2021’an me ragihandibû ku her du hevalên me Şahîn û Aryo şehîd bûne. Lê piştî ku heval Şahîn bi silametî xwe gihande hêzên me yên gerîla û lêkolîneke berfireh diyar bû ku heval Aryo bi giranî birîndar bûye û ketiye destê hêzên dagirker ên rejîma Îranê û niha li navenda lêpirsînê de tê ragirtin. Ji ber wê yekê em rejîma Îranê di ber parastina tendirustiya fîzîkî ya heval Aryo Sine berpirsiyar dizanîn."

PJAK’ê her wiha bi rêzdarî xîtabê malbatên her du gerîlayan û gelê Kurd kir û got; “Bi rêzdariyeke şoreşgerî li hemberî malbatên rêzdar ên her du hevalên me yên hêja Şahîd Bukan û Aryo Sine û gelê me yê têkoşer lêborînê dixwazin. Hêvîdarin ku di tevahiya jiyanên xwe ya têkoşerî de bibin xwedî sebir û serketin û serbilindiyê ji wan re dixwazin."

Di dawiya daxuyaniyê de PJAK’ê têkildarê bûyerê da zanîn ku ji ber zelal nebûna hin aliyên pevçûna li Bukanê qewimî, lêkolînên wan didome û ragihand: "Ger pêwîst bike wê encamên lêkolînê bi raya giştî ya gelê me û malbatên hêja re were parvekirin. Wek partî û şervanên fedayî yê rêya azadîxwaziyê soz didin ku heya pêkhatina hêviyên gel, şehîd û tevgera azadîxwaziya me, wê têkoşîna me qewîntir bidome."