Pirtûka ‘Yadîgarên Kurdistanê’ ya Komara Kurdistanê

Nivîskar û Rojnamevan Kakşar Oremar di pirtûka bi navê ‘Bîranînên Kurdistanê’ de bi berfirehî balê dikişîne ser dîroka Komara Mihabadê ya bi pêşengtiya Qasî Muhemed destpêkir û bi belgeyan dîrokê radixe ber çavan.

Kakşar: Di vê pirtûkê de min xwest ku beşek ji dîroka me yekser ji zimanê şahidhalan bi dîmen bikim da ku hem di civakê de rehendên kesayetiyên karîzmatîk û hem jî kesayetî û rola kesan ku li ser bingehê berjewendiyên takekesî, malbatî û eşîrî heqîqet nixumandibûn bi dîmen bikim..."

We pirtûka bi navê ‘Yadîgarên Komara Mihabadê ya sala 1946’an bi zaravayê Kurdî Kirmancî nivîsiye. Di demê nêzîk de wê cilda 2-3 jî bigihêje berdestê xwendekarna. Mirov dikare vê pirtûkê weke lêkolînek heta ansiklopediyek ya komara Kurdistanê bi nav bike. Dîsa berî her tiştî vê berhema bi nirx li we pîroz dikim. Ev proje çawa we hizir kir, dîsa lêkolînên we çiqas wext li xwe girt? Ev pirtûk we li kîjan çapxaneyê çap kir û dîsa kîjana parçeyê Kurdistanê belav kir?

Di destpêkê de ji dil û hezeke bêdawî spasiya we dikim ku bi van pirsyarên tije daxwazên hînbûn û gera we ya li pey bingehek lêkolînî careke din jî girîngiya mijara rûpelekî din yê dîroka Kurdistanê bi bîra min û xwendevanên hêja tînin. Pêşwaziya germ ku li Başûrê Kurdistanê bigihstî û bajarê Silêmaniyê bi taybetî ji pirtûka Yadigarên Komarê hate kirin, ji min re jî jiyaneke nû ya menewî anî. Min vê carê zêdetir zanî ku heza Kurdan ya ji dîroka azadîxwaziyê sedema yekê ya mayîna me tevane. Ev yek jî bû sebeb ku ez di kar û xebatên xwe de jî rûpelekî nû vebikim û bêtir ji salên berê bi kar û keda xwe erkên pîroztir pêk bînim.

Projeke wiha weke xwîn û goştê laşê mirovan pareke cudanebûyî ya jiyana me ya malbatî bûye. Bapîrê min Xorşîd Nebî şervanekî serhildana Oremar bû. Serhildana ku di 21.06.1930’an li herêma Oremar bi hevkariya Şêx Ehmedê Barzanî û çend rêberên din yên ji wê eşîretê hingî çêbû ku serhildana Agirî bi dorpêça artêşa Tirkiyê û hevkariya dewleta Îranê re nêzî têkçûnê bû. Ez di wê baweriyê de me ku Xweybûnê hay ji vê bizavê hebûye û ew agehdar kirne ku li dijî tevkujiyên hovane ên Kemalistan pêşdestiyekê bikin û nehêlin li herêma Agirî û Serheda Bakurê Kurdistanê tevkujî çêbibin. Mixabin bi hevkariya hinek xayînên xwecih û serok eşîretên dozfiroş serhildana Oremar zêde berdewam nebû. Enqere zû kete gerê û bi artêşeke mezin, pirçek û hêzeke esmanî a mezin karîn agirê serhindanê di du heftiyan de vemirînin. Ev jî bû sedem ku artêşa Tirkiyê di Tîrmeha sala 1930’an de li Geliyê Zîlan dehan hezar Kurdên bêsûç bikuje û pêre jî serhildana Agirî di Îlona sala 1930’an bi dorpêça Agiriyê mezin û biçûk ji hêla du dewletên Îran û Tirkiyê ve bigehe dawiya jiyana xwe. Ew du serhildan hevçax û ti guman têde nine ku serkêşên Kurd li du aliyên sinorê du herêmên Oremar û Barzan bi rêya Xweybûnê agehdarî rewş ku li Agirî hebû, bûne. Serhildana Oremar têk çû û piştre bapîrê min tevî dehan malbatên din hatin başûr û li kêleka Şêx Ehmedê Barzanî şerê li herêma Şêrwan Ingilîzan û dewleta nû damzirandî ya Îraqê kirin. Sala 1945’an bi têkçûna şoreşa li wê herêmê re ew neçar çûne Rojhilatê Kurdistanê. Li wira J.K û PDK çalak bûn. Piştre bi damezrandina Komara Kurdistanê re bapîrê min tevî babê min jî bûn pêşmergên komarê. Babê min hingî xortekî 17-18 salî bû û ew jî li ser daxwaza xwe ya tije îsrar bibû pêşmeregeyê komarê.

Babê min xwedî hafizeke bihêz a dîrokî bû. Tim bi hez û evîneke bêdawî lê tije hêsir û hesret behsa wan salên tije xweşî û şer dikir ku tevî malbata xwe ji Bakur bo Başûr û ji wira jî ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve koçber bûbûn. Dîwana wî tim germ û dema diçû nava kûrahiya mijara komarê û behsa rojên dawiyê yên jiyana bi babê xwe re dikir, hêsirên ji xemeke giran bi ser rûmetên wî de dihatin xwarê. Bapîrê min di rêvîngiya 64 rojan a ber bi sinorê komara Azerbayîcan û derbasbûna ji rûbarê Eres de yek ji 503’ê şervanên bi Mistefa Barzanî re bû ku di şerekî de bi destê caşên dewleta Îran an jî Îraqê hatibû birîndar kirin. Ew piştre li sala 1948’an ji ber wê birîna bêderman li paytexta Uzbekistan (Taşkentê) şehîd bû. Çîroka vê jiyana tije tehlî û nexweşiyên ku bi wê dûrketinê re rastî babe min, dayik û xwîşkên wî hatibûn tim weke hêzekê bûn ku em jî neçar dikirin daku wê rêyê bidomînîn.

Bi kurtî ji zarotiyê û dema ku ez 15-16 salî bûm babê min yadigarê yekê yê Komara Kurdistan bû ku şitla heza ji wê mijarê di mejiyê min de daçandin. Carana li ser Komara Kurdistan min ewqas pirs ji wî dikirin ku bêzar dibû û li min diqehirî...

Piştre dema didît ez bi îsrar dixwazim li ser awayê çêbûna rûdanên wan salan ji zimanê wî gotinên nû bibihîsim bi girnijîneke tije dilovanî li min dinêrî, destê min digirt û bi hemû germahiya dengê xwe yê bavane wiha digot:” Kuro… hey babê min mane min ji vê Kurdîniyê çi êş û elem kişandine hemû ji wê rêbazê tên ku babê min dane ber min, niha tu dixwazî wê rêbaza tije derd û feqîriyê ez jî nîşanî te bidim?!.... Wilahî xiyanet di nava me Kurdan de wisa zêdeye ku nahêle hûn jî bigehin derekê, lê ji bîr neke qet xiyanetê li axa Kurdistan û doza gelê xwe nekî ha. Hûnê mezin bibin û kes nizane jiyana me yê ber bi kû ve biçe, lê heya niha heft cara mala min wêran bûye, bes min û dayika te ji nû ve malek din ava kiriye. Ger 70 caran mala we jî piştî mirina me xera bibe, dîsa jî serê xwe li heberî dijmin netewînin….”.

Bi van şîretan re êdî bi hûrgilî bersva pisrên min dida.

Babê min bi fedakarî û nêrînên xwe yên dûrbînane mamostayê min yê yekê bû ku şitla hezkirina ji dîrokê di nava ruh û canê min de çand. Di cil da du yê ya Yadigarên Komara Kurdistan de hevpeyvîna min û babê min jî heye û hûnê li wira baştir bi vê çîroka rastîn bihesin.

Ew bab kesekî rûrast, dilnizim, zana, xwedî gelek nêrînên dewlemend û xweziyên bêdawî ji bo zanîn û gûherandinên bingehîn yên civaka me bû. Kesekî wiha ku li dervey sinorên berteng ên herêmî, xwedî ramanên Kurdistanî bû. Kûr û dûr difikirî û heta dawiya salên jiyana xwe jî pilanên wî yên pêşerojî tije hîvî, hêz û hez bûn. Wî ew îrade û ruha bilind a berxwedanê li hemberî pisrgirêkên herî dijwar yên jiyanê ji min re jî kirine mîratekî giranbûha. Salên piştre ku bi rêya ekranên MED TV û kanalên din yên ragehandinê berhemên min yên li ser komarê dîtin, êdî tim wiha digot: “Ez kar û xebata te bi hemû malê dinê nagûherim, te nehişt ku keda min, bab û hevalên min ji bîra dîrokê here babo….”. Qedirnasî û pêşwaziya wî ya germ ji kar û xebatên wiha mandîbûn û bêhêvîtî ji bîra min birine. Ez xwendevanê wî babê hêja me ku qet û qet ji bîra min naçe û li ser rêbaza wî ya tije serfirazî yê heya heme berdewam bim. Di wê xwendigeha wî ya pîroz de min dersên mezin ên exlaq û heqîqetên jiyanê wergirtine. Wî tim wiha digot: “Kurê min gere em fîdakariya kesên mezin û rêber ji bîr nekin. Çimkî hemû tiştekî wan hebû, lê hemû tiştên xwe dan ku kerameta Kurd û navê Kurdistanê bilind bimîne. Komara Kurdistan û navê pîrozê Pêşewa Qazî dîrokek tije destkeftên mezin kirin pareke jiyana me ku qet nabe ji hişê civakê wenda bibe.”

Mijara komarê ji zarotiyê pareke jiyana min bûye û tevî ku zarotiya min li Kurdistanê derbas nebû lê vegotina wê mijarê ji zimanê babê minê ezîz bû sedem ku netenê ez belkî hemû zarokên din yên malbatê jî bi hestên netewî mezin û perwerde bibin. Min tim bi guhdarkirina çîroka serbihûrî û mêrxasiya rêberên weke Simkoyê Şikak, Şêx Ubeydulah, Pêşwa Qazî, Îhsan Nurîpaşa, Biroyê Heskê Têlî, Ferzende Begê Emer, Mistefa Barzanî û hezaran qehremanên din şanazî bi Kurdbûna xwe kiriye. Sal û dem ku derbasbûn her carê zêdetir bala min ber bi mijara komara Kurdistan a sala 1946’an ve diçû. Xala erênî jî ew bû ku ez li Tebrêzê mezin bûn ku li sala 1945-46’an paytexata hikumeta millî a Azerbayîcê bû û nêzî Mehabad û Urmiyê bû. Piştre min bi hevkariya mamostayên weke Ehmed Qazî û Tahirxanê Simko kesên din jî peyda kirin û bi rêya hevpeybîvên meydanî sal ji sale bêtir ketim nava mijara komarê ku weke deryayekê kûr û xwedî şaxên ji hev cuda bû. Yanî kar û lêkolînên giran jêre pêwîst bû. Ji salên 1991’an û şûnda ez li ser vê mijarê kar dikim û çiqas jî li pey diçim zaniyarî û belgeyên nûtir dikevin destê min.

Pirtûka min a li jêr navê:“ Yadîgarên Komara Kurdistan a sala 1946’an” li weşanxana Sîtwa li Bakurê Kurdustanê hatiye belav kirin.

Yek ji aliyê vê pirtûkê we nivîsand dîroka Kurd bo Kurd bi xwe hatiye nivîsîn, ev jî dûr e ji nêrînên kîndar ên Rojhilatnasên derve û girîngtirîn dîrok weke lêkolînek ji bûyerên çêbûyî ye. We di vê pirtûkê de çawa kar kir û meyzandina we ya ji bo dîroka komarê li kîjan rehendên dîroknasî ye?

Ev pirseke gelek girîng û ji ber wê bersiveke berfireh jî dixwaze, çimkî têde amaje bi gelek xalên girîng hatiye kirin.

Ya yekê; belê rast e, me bixwe dîroka xwe nenvîsandiye, çimkî em bindest bûne. Derdên bindestiyê ji hemû derdên xedar girantirin. Dema miletek bixweze bêje ku ez jî heme, dijber jî di pêngava yekê de bi rêya şêwandina dîrokê dixwazin ew ji desthilata wa re serê xwe bitewînin. Ev sivkatiya yekê ye ku nikare li ser kesên şahidên rûdanên dîrokî xwedî bandor be lê ger mezin û rewşenbîrên civakê haydarî ziyanên wê siyaseta rastî li dijî gelê xwe nebin êdî nifşên piştre asîmîle dike û karekî dikin ku hêdî-hêdî pêşîneya xwe ya sedan salan ji bîr bikin. Oriyantalîst an jî rojhilatnasên biyanî dema li ser dîroka Kurdistanê dinivîsin jêderên wan yên yekê ew nivîs û belgename ne ku bi rêya kesên xizmetkarên desthilatê, hatine nivîsîn, belav û arşîv kirin. Serhildanên siyasî li Kurdistanê weke îsyan binavkirine ku peyveke Erebî û tê wateya encamdayîna sûçekî tije guneh li hemberî sultan û padişahên dewletên serdeset.

Min bi rêya hevpeyvînên meydanî tevî şahidên wê rûdanê pirtûka xwe ya sê cildî amade kiriye ku têde; berpirs, pêşmerge, xwendevan, mamostayên wezareta perwerdê, rewşenbîr, lêkolînvan û kesên din yên xwedî însyatîv bûn. Bêy ku korbînane yan jî bi nêrîneke tije teskbîniyê li meselê binêrim, ez çûme nava kûrahiya wê rûdanê. Ji awayê duristkirina malên bajar û gund bigire heya rewş û awayê debara jiyana xelkê û çawa pêkhatina sazî û rêxistinên beriya pêkhatina komara Kurdistanê min xwestiye xwendevanên xwe bibime nava etmosferê wan salan. Salên ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak û şehadeta wî di 21’ê Tîrmeha sala 1930’î de êdî Kurd vê carê navenda xebata xwe a siyasî ji Urmiyê dibine herêma Mûkriyan. Werçexanek ku rûpelekî nû di xebata siyasî ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê de bi rêya Komley Jiyanewey Kurd destpê dike. Min xwestiye bi bîra nifşên îro bînim ew gûherandinên tije destkeftên mezin wiha hêsan û bêbedel çênebûne. Çimkî hinek kes bi awayekî sawîlkane û nirxandinên sade yên li gor îmkanên îro temaşey salên 1940’an jî dikin. Pêşiyê ez wan bi hebûna îmkanên wê serdemê dihesînîm û bi belge û ji zimanê şahidên zindî ji wan re diselmînim (îspat dikim) ka bo mînak: serhildana Simkoyê Şikak an jî kar û çalakiyên J.K û zemîneyên pêkhatina Komara Kurdistanê kengî û çawa çêbîne. Gotûbêjên ku li ser mijarên dîrokî ne kevin nabin û hingî xwedî çêjeke xweş û nejibîrkrîne ku kesekî berpisê komarê yan jî şervanekî wan salan li hemberî te rûniştiye û bersiva pirsên te dide. Ew hevdîtin çiqas xweşin dema ku mirov ji zimanê şahidên zindî yên wan salan pirsên xwe bipirse û bersivê jî bibihîse. Li hevpeyvînên Oryana Falançî (Oriana Fallaci 1929 – 2006) rojnamevana navdar a Îtaliyayî binêrin ka di pirtûka xwe ya li jêr navê “Hevpeyvîn bi dîrokê re” çawa tevî serok, sultan û padişahên xwedî desthilatdar re bi wêrekî dipirse û bersivê dixwaze.

Nêrîna min li ser dîroka komarê hemen şêweye ku dîrozanên akademîsiyen weke “dîroka şifahî an jî devkî” bi nav dikin. Babê dîrokê Herodot (484 – 426 BZ) jî dema dîroka Îranê ya dêrîn dinivîse bi baldarî guhdarî kesên bi temen dike û ji zimanê wan dîroka sedan sal bêrê ya Îraniyan dinivîse.

Di hevpeyvîn û analîzên min de kîn û dijminatî li dijî alî, netewe an jî rêxistinekê tunene, lê ger kesekî/ê li dijî alî an jî navekî gotinek kiribe, min weke emanet ji ziman an jî pênûsa wan di rêpelên pirtûkê de eynen weke xwe nivîsandiye.

Di pirtûka we de hevpeyvîn li gel 35 kesên di demê komarê de xwedî berpirsyar bûn hene, yan jî bîranînê van kesan ên li ser komarê hebûn, hene. Pirsa min ev e; ev hevpeyvîn bi awayekî diyalogek azad hateiye kiriin an jî bi hevbeş pirs hatiye amadekirin, dîsa bi giştî şêwazê hevpeyvînên hatin kirin çawa bûn?

Elbete pirsyar li gor kar û berpirsyariya kesan hatine pirsîn. Bi nemir Menaf Kerîmî em zêdetir li ser rewşa xwendin û sîstema perwerdê axivîne. Bi Tahirxanê Simko re li ser artêş û rolê eşîretên Kurd an jî hêza mîlîşayî ya serdema komarê pirs hatine pirsîn. Bi Kobra Wzîmî û Mîna Qazî re jî zêdetir li ser rewşa jinê ya wan salên dîrokî axivîme. Ev çend mînak bûn, lê min hinek pirsên hevpar ji hemû yadîgarên komarê kirine. Mînak: Roja pêkhatina komarê çi tê bîra we? Ferqên Komara Kurdistan û Azerbayîcanê çi bûn? Sedemên têkçûna komarê çi bûn û hwd…”.

Min bi du rêyan hevpeyvîn bi yadigarên serdema komarê re çêkirine; berê pirsên li ser mijarê bi awayê nivîsîkî pêşkêşî wan dikirin. Wan bersiva pirên min dinivîsîn û carna du-sê meh dema xwe didane karekî wiha. Piştre dema ku min bersivên wan dixwedndin, îcar pirsên nû ji min re dihatên pêş. Vê carê ez dîsa diçûme cem wan û li gor naveroka bersivên nivîskî dîsa min pirsên din ji wan dikirin û dengê wan tomar dikir. Elbete peydakirina wan kesayetiyan jî karekî hêsan nebû. Piştî peydakirinê jî gelek amadekarî pêwîst bûn ku careke din bi rêya suhbetek çend carî arşîva hafiza wan bikeve hereketê û bi hûrbînî bersiva pirsên min binivîsin an jî li ser biaxivin. Mînaka van hevpeyvînan dikarim behsa Zirar Silêmanbegê Dergeleyî, Mîna Qazî û Dr. Ezîz Şemîzînî bikim. Ji hêla din jî hevpeyvîn tevî belgename û wêneyên girêdayî mijarê jî dewlemendiyeke din a vê projê ne. Her hevpeyvînek bi serê xwe dikare ji derhêner, romannivîs an jî senarîstên Kurd û biyanî re bibe mijara rêzefilm, filmeke sînemayî yan jî romanekê. Lêkolîneke berfireh û şerezayane li ser mijara komarê bûne sedem ku bersiva gelek pirsên veşartî li ser rûdanên wan salan ji zimanê şahidên wê serdemê ronahî bikeve ser.

Min xwest ez aliyekî dîroka me devkî ji zimanê wan kesan bibihîsim û tomar bikim ku him di civakê de kesên karîzmatîk bûn, him nedizanîn li gor berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîretçîtiyê rastiyan veşêrin û him jî nedikarîn bêbelge li ser kar û xebata kesên ku ji komarê dûr ketibûn biaxvin an jî weke xayîn bi nav bikin. Mînaka vê yekê di hinek gotûbêjan de min pirsyar li ser kar, xebat û helwesta Emerxanê Şerîfî (1873 – 01.10. 1958 Z– 1252 - 1337.07.09 Hetawî) him di dema serhildana Simkoyê Şikak û him jî serdema Komara Kurdistanê ji gelek kesan kirine. Gotûbêj zindî û bi lêgerîneke berfireh û domdirêj hatine çêkirin. Ez ji wan kesanim ku dema hevpeyvînekê amade dikim heya li ser mijarê têhnatiya min neşkê, dev ji mêvanê xwe bernadim. Ji ber wê jî pirî caran ew yadîgar ji destê min mandî dibûn û gaznd dikirin, lê dema hevpeyvîn dikete ber çavê wan û bi girîngiya karekî wiha dihesiyan êdî bêtir ji berê arşîva dil û mejiyê xwe li ber min vedikirin. Di etmosfêrekî sergirtî û welatekî dagîrkirî de xebatên wiha hêsan nebûn û nînin.

Çi ferq û cudahî di navbera pirtûka te û pirtûkên din ên bi vî şêwazî dehene? Girîngiya pirtûka we li zêdekirina dîrok nivîsîna Kurdî çiqase?

Çend ferq an jî cudatiyên berçav hene;

Ji ber ku Kurdistan di çarçoveya dewletek yekgirtî û xwedî sîstemek hevgirtî yan jî bi zimanekî sadetir xwedî dewleteke serbixwe nîne, haya Kurdan ji gelek rûdanên dîrokî li perçên din nîne yan jî xwedî zaniyariyên kêm û sade ne. Sîstema perwerde, xwendin û rênivîsa zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilat weke hev nîne. Min xwest zaniyariyên dîroka siyasî ya wê para Kurdistanê bi Kurdên Bakur û Rojava re jî parve bikim ku ne zêde dikarin bi zarava Soranî biaxivin, ne jî rênivîsa Erebî dixwînin. Min xwest tenê navê Qazî Mihemed û Mehabadê nebihîsin, belkî armanc ew bû ku bi kûrahî herin nava mijareke wiha dîrokî û zêdetir rewşa siyasî-dîrokî ya hevwelatiyên xwe di nava sinorên pergala dewleta Îranê de binasin.

Li dijî komara Kurdistan û hikûmeta Millî a Azerbayîcanê ji hêla dagîrkerên Îran, Tirk û Ereb ve gelek antîpropagandeyên dûr ji rastiyê hatine nivîsin û belav kirin. Di para yekê ya vê pirtûkê de wek mînak gotarek li ser “Helwesta dewletên cîran û cihanê li dijî pêkhatina Komara Kurdistanê” bi lêkolîn û belgeyên zelal re hatiye amadekirin.

Min xwest derew û gotinên bêbingeh yên hinek kesên qaşo rewşenbîr, rojnamevan an jî dîrokzan û lêkolînvan ku binirxê rojê dinivîsin û hestiyarane nêzî rûdanên komarê dibin, bi belge û axaftina şahidên wê serdemê îspat bikim. Mînak hinek kes dibêjin nemir E. Sedrê Qazî ji bo general Mistefa Barzanî helbestek nivîsiye û ev jî sedemeke îdama wî bûye, lê dema li dor vê yekê min hevpeyvîn bi çend kesên nêzî malbata Qazî´yan re çêkirin an jî li berlegenameyan temaşe kir, hemû derew bûn. Derewên ku ne Barzanî bi hemû aliyên jiyana xwe a tije rûdanên siyasî û şervan muhtacî wanin û ne jî yê tiştekî li ser rastiyên veşartî yên dîroka me zêde bike.

Pêwîste baweriya me bi wan kesan bê ku ji nêz ve di nava wê xebata dîrokî de bûne ku sal û rojên wê diyar û ew bixwe jî di nava meselê de amade bûne. W. Iglton nikare bêtir ji Rehîm Qazî, Dr. Şemzînî û Menaf Kerîmî li ser rûdanên di roj û mehên temenê komarê de çêbûne, binivîse. Serleşkerî artêşa Îranê jî yê bi hestên xwe yên netewî li dijî helwesta Qazî Mihemed binivîse, lê dema em ji zimanê xwendevanekî wan salan yê weke Xenî Bilûriyan an jî Elî Qazî rastiyan bi belge raxîn ber çavan û bibihîsin êdî asta rewşenbîrya civakê ji astekî kêm yê ber bi jor ve here. Min xwest em zêdetir ji zimanê wan kesan rastiyên nava çar dîwarên mala xwe binasin ku li ger demê û ji bo berjewendiyên xwe yên jiyanê her carê kirasek nekirin ber xwe.

Tiştekî din ku pirtûka min ji berhemên din yên di derbarê vê mijarê de cuda dike ew e ku heya niha kesekî ewqas belge û hevpeyvînên li ser rûdanên serdema Komara Kurdistan di sê cildan de û li yek cih belav nekirine. Ji ber wê jî di ragehandina Bakurê Kurdistanê da pirtûka min weke “Insklopediyaya Komara Kurdistan” jî hatiye binavkirin. Her wiha wêne û belgeyên girêdayî hevpeyvîn û mijara Komara Kurdistan bi awayê rengî hatine belavkirin.

Êdî cihê vê pirtûkê di dîroka Kurdistanê de li kûye û çi jê zêde kiriye, pêwîste bi pisporên vê mijarê jî li ser binivîsin û nêrîn, rexne, pêşniyar û nirxandinên xwe beyan bikin. Çimkî tiştek bêkêmasî nîne, lê min xwestiye bi hemû dilnizmiya xwe ne kêm û ne zêde wan hevpeyvînên dîrokî weke xwe di qalibê sê cildên pirtûka “Yadigarên komara Kurdistan” de pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî bikim. Ew pêşwazî û nirxandinên ku heya niha jî hatine kirin têr dikin ku ez razîbûna xwe ji vê keda mezin bidim diyar kirin.

We pirtûka xwe bi zaravayê Kurdî Kurmancî nivîsiye. Gelo sedemek taybet hebû ku bi zaravayê Kurmanbî binivîsî an ne?

Çend sedemên vê yekê hene;

Biqasî ku pêwîst be heya niha bi zarava Soranî û rênivîsa Kurdî ya Erebî gelek pirtûk, gotar û bername (radio-TV) li ser Komara Kurdistan hatine nivîsîn û belav kirin.

Ji sala 2012’an û şûnde dema ku Rojavayê Kurdistanê ji destê Baasiyan xelas bû û kanton li wira hatin ava kirin, rayedarên desthilata wira dane îlankirin ku em di salroja avakirina Komara Kurdistanê de sîstemeke demokratîk ava û xwe bi berdewamkerên rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed dizanîn. Min xwest vê pirtûkê bi wê evîna ku dehan sal piştre keç û xortên Kurd bi berxwedana Kobanî re pirestîja doza Kurd û Kurdistanê bêtir bi raya giştî ya cihanê dane nasandin, pêşkêşî wan qehremanên bênav û nîşan bikim. Avakirina kantonên Rojava di salroja damezirandina Komara Kurdistanê de hêviyên mezin dane min û milyonan kesên din. Ew sîstem wate; qedirnasî, heza Kurdan ji azadiyê û nirxên ku weke Qazî Mihemed di wê oxirê de bi serbilindî canê xwe feda kiribûn û ji hemûyan girîngtir berdewamiya dozeke rewa û meşrû ku ew jî doza Kurdistanê ya azadîxwaziyê ye. Êdî min dît ku li Rojava ew doz derbasî pêvajoyekê bûye ku berevajî sîstemên derdora xwe yên hegemonîxwaz mafên hemû komên etnîkî-olî dixwaze. Wekheviyên wê sîstemê û sîstema ku rayedarên Komara Kurdistan li sala 1946’an dixwestin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ava bikin, pêngaveke nû bû ku dîsa roja wê li Rojavayê Kurdistanê hilatbû.

Ji dema ku ez li dervey Kurdistanê anku li Ewropa dijîm heza zanînê li ser mijara komarê ji hêla Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê ve zêdetir ji a Kurdên Başûr û Rojhilat hatiye ber çavên min. Qazî Mihemed di çavê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de weke xwedayê doza Kurdîniyê zatekî pîroze.

Ji wan semînar û bername an jî nivîsîna berhemên ku carna di rojname û kovarên Kurdî de min belav kirine, ji hêla xwendevanên zanîngeh û kesên din ve gelek pirs û daxwaz ji min hebûne. Min biqasî ku karî bersiva wan da lê rastiyek ji min re îspat bû ku ew têhantiya xelkê bigiştî li ser Komara Kurdistanê kar û xebateke zêdetir dixwaze.

Pêwîste vê rastiyê jî bêjim ku heya niha pêşwaziyeke mezin ji Bakurê Kurdistanê bo vê pirtûkê hebûye. Ji Rojavayê Kurdistanê jî pirî caran daxwaz kirine ku ji bo nasandina pirtûkê û mijara komarê herim wira. Ev yek dîsa jî sedemeke dine ku xelk têhniyên zanînên zêdetir li ser pirsa Komara Kurdistan a sala 1946’an in..

Bîranînên Komarê bi awayekî din zindî dibin. Hûn wekî dîroknivîs û welatparêzekî çi peywendiyek di navbera bîranîn, pratîka siyasî û welatparêziya di nava gelê Kurd de dibînin?

Ev pirseke gelek girînge û belkî di nava rêzkên bersiva vê pirsê de ez bêtir bikarîbim armancên kar û xebata xwe ya li ser vê projê bilêv bikim. Zindîkirina rûpelekî herî girîng yê dîroka me ya sedsala bihûrî li Rojhilatê Kurdistanê karekî hêsan nîne. Di çaxê hevpeyvînên wiha dîrokî û lêkolîn li ser mijarekê ku hêşta jî di çavê rayedarên komara îslamî a Îranê de weke tabo tê dîtin, karekî pir bi zehmet bû. Di wan şertên giran yên siyasî de her kesî/ê nediwêra sifereya dilê xwe ji ciwanekî re veke ku nedinasîn, lê şerezayî û heza min a bêdawî di çaxê hevdîtinên destpêkê de bala wan dikişand. Îcar carna wan pirsên zêde ji min dikirin û keyfxweş dibûn ku ez dixwazim careke din rûpelên wê dîroka zêrîn ji zimanê wan zindî bikim. Hingî dema ez li ser wê projê dixebitîn gelek kesan hişyarî didane min ku metirsiyên karên wiha dikarin heta endamên din yê malbatê jî rastî nerihetiyên wiha bînin, lê gotineke bav-kalan bû kilîla çareserkirina wê tirsa ku wan kesan carna bi bîra mi dianîn:” Ger te dilê şêra nine, mekeve ser rêvîngiya evînê” û wiha bû ku ez di karê xwe de biser ketim.

Bîranînên ku semîmane ji zimanê kesên xwedî ked ve têne vegotin wijdanên mirî û razayî vediciniqînin û wan neçar dikin ku ew jî hinek erkên xwe yên nîştimanî bi cih bînin. Ew bîranîn dikarin peywendiyên siyasî-civakî li “Kurdistana mezin” bihêzitir bikin. Dema mirov diçe nava kûrahiya gotin û daxwazên yadigarên komarê hingî baştir bi êşên hevparê yên Kurdên hemû Kurdistanê dihese. Çimkî her çend sinorên komarê yên coxrafî xwedî çarçoveyeke diyar û biçûk bûn, lê sinorên wê yên menewî berfireh an jî baştire bêjim dilê hemû Kurdên Kurdistana mezin girtibû nava xwe. Dema ferdê Kurd ji zimanê berpirs û yadigarên Komara Kurdistanê fam dike ku roja 22‘yê Çileya sala 1946´an li qada Çiwar Çira çi qewimî û kesên beşdar ji Kurdên çar aliyên Kurdistanê bûn, wê demê him sinorên bi dest çêkirî li ber çavên wî/ê bêwate dibin û him jî sinorekê ji xebata xwe ya siyasî re nabîne. Di vira de ye ku welat perwerî bi hemû rê û awayên xwe li Kurdistanê derbasî sinorekî berfirehtir dibe. Hestên ji bo yekîtiyê bihêzitir dike. Kurdên Kobanî, Dîlok, Stenbol, Silêmanî û Kerkûkê ferqekê di navbera êşên bindestiya xwe û Kurdên Urmiye, Maku, Îlam, Mehabad û Merîwanê de nabînin. Derd yek û êş jî hevpar in. Berhemên wiha di bihêzkirina pêvajoya yekîtiya neteweyî de xwedî rolekî gelek erenî ne. Edî nizanim peyam û armanc ji vê mezintir û pîroztir hene an ne?

Em li aliyeke din pirsên xwe dewam bikin. We zemînek baş ji bo tehlîlkirina Komara Kurdistanê bi şêweyê dîroknivîsî li ser esasê welatparêziya gelê Kurd xistiye ber çavan. Li ser vî esasî niha û piştî belavkirina tevgera netewî ya Kurdistan çiqasî deyndarê Komara Kurdistan e?

Di dirêjahiya dema du mehan de ku ez li Başûrê Kurdistanê bûm û li ser pirtûkê diaxivîm, ev pirs pirî caran ji min hate kirin. Ji ber wê jî pirseke ku çend pirsên din jî digire nava xwe. Komar xwedî nasnameyeke Kurdistanî, sîstemek lîberal, demokratîk û destpêka pêvajoyeke nû ya siyasî li Rojhilata Navîn e. Li gor şert û îmkanên salên 1940´an û şûnde ez pêkhatina Komara Kurdistan weke “renesanseke piralî” binav dikim. Yanî di warên perwerde, avakirina yekemîn yekîtiya jinan, ragihandin, duristkirina saziyên civakî û bilindkirina asta rewşenbîriya civakê avabûna komarê werçerxaneke bingehîn bixwe anîbû. Elbete di warê avakirina saziyan de Simkoyê Şikak di dema serhildana xwe de pêngavên yekê li herêma Kurmancnişîn avêtibûn lê rayedarên desthilatdar li Tehranê bi hemû hêza xwe li dijî vekirina xwendigeha Kurdî li bajarê Xoy, belavkirina yekemîn rojnameya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê (Kurd-Organa fêrmî ya desthilata wî li Urmiyê), vekirina komleya binavê Gihandanî (pêgehandin û perwerde), vekirina Dar-Elmesakîn û hemû hewldanên din ji bo ragehandina hikûmeteke Kurdî û … hwd şerekî meydanî û antîpropagandeyên bêbingeh li hemberî van pêngavên mezin dane destpêkirin. Ji bo ku ew hewldan sernekevin heta daxwaz ji dewletên biyanî kirin ku di qada şer de hevkariya wan bikin, lê êdî ew xebat û çalakî li ser navê Simko û şoreşa wî ji bîra dîrokê naçin. Kar û xebatên dîrokî ku Simkoyê rewşenbîr û siyastezan ji salên 1912 heta 1922’an bi hevkariya rewşenbîr û kesên girêdayî doza Kurdistanê kirin male dîrokê. Pêşewa Qazî jî tevî gelek kesên din di serkêşiya wê prosesa dîrokî de xwedî rolekî mezinin. Çimkî ger kesên siyasetzan, dûrbîn, fedakar û Kurdperwer nebûna wê dîsa ew derfet ji dest derketana. Wan bi ruheke Kurdistanî û di nav dilê sîstemeke seltenetî de komarek ragihandin ku li hemû Îranê ew hewldana yekê li dijî desthilata olîgarşî a 2500 salan bûn ku herî dawiyê ketibû destê xanedana Pehlewî. Beriya wê Mîraza Kûçikxan li Gîlan û bakurê Îranê hewlek wiha dabû, lê biser neketibû û nekarîbû komarê ragihîne. Kesên zana, fedakar û haydarî rewşa siyasî-civakî ya serdema xwe tim karekî dikin ku destkeftên mezin bikine malê dîroka mirovahiyê. Komar û Qazî du navên pîrozin ku Mehabad jî kirine navendeke pîroz a Kurdîniyê. Komarê di temenê xwe yê kurt de karî him çanda siyasî li Kurdistanê bigûherîne, him serkeftina îradê li hemberî sîstemên dîktator biselmîne û him jî heta bi mirina xwe re xizmeteke din bi gel û doza Kurdistanê bikin ku di çavê xelkê de weke pêxemberan bê hesibandin. Yanî rêberên komarê û di serkêşiya wan de Qazî Mihemed karek kirin ku em biserbilindî bêjin Mehatma Gandî´yên me jî hene. Pêwîste rêber û partiyên siyasî piştî dehan salan baş peyam û daxwazên sîstema komar analîz bikin. Ger weke Qazî di xweşî û nexweşiyên civakê de li kêleka gel bimînin hingî yê mîratekê li ser mîratê yên beriya xwe zêde bikin. Doza Kurdistanê li her dera welat gelek deyndarê bîr û ramanên sîstema komarê ya demokratîk e û sedema ku piştî salên dirêj hemû salê 2’yê Çileyê û 31’ê Adarê tim di hiş û hafiza civakê de zindî û têne bibîranîn, îspata vê rastiyê ne.

Di vê pirtûkê de we bi gelek kesayetan re hevpeyvîn kiriye, dîsa gelek belge û dokomenter hatine tehlîlkirin. Weke dîroknasek çend girêkorik hene ku bên lêkolînkirin.

A yekem; navê komarê, Komara Mihabad e an jî Komara Kurdistana e?

A duyem; ev bûyer xwastekî ya dewleteke serbixwe bû yan xwerêveberî bû?

A sêyem: Ala komar di serdema komarê de çawa bû? Li ser van her sê babetan nêrînên we çi ne?

Bi kurtî li ser van sê mijaran dikarim wiha bêjim;

Li gor belgeyên ku di destê me de hene navê komarê; ‘Dewletî Cimhûrî Kurdistan‘ bûye. Ji min re pir nexweşe dema ku dibêjin Komara Mehabad. Di gotareke pirtûka xwe de min bi dirêjî li ser vê yekê nivîsiye, hûn dikarin wê gotarê bixwînin. Di wêneyekê de ku Qazî Mihemed di deftera karê xwe de li navenda HDK‘ê li bajarê Mehabadê daleqandiye li pişta serê wî xerîta Kurdistana mezin tê dîtin. Gelek peyamên girîng di wî wêneyê balkêş de hene. Navê ‘Komara Mehabad‘ li gor gotina W. Iglton di bin zexta sazûmana SAWAK‘ê de li ser pirtûka wî hatiye danîn û bi wî şertî jî li salên 1960‘an de izina kar û xebatê li ser projeke wiha dane wî. Hevpeyvînên ku min bi yadîgarên Komara Kurdistan re çêkirine jî vê rastiyê piştrast dikin ku navê wê desthilatê Komarî Kurdistan bûye. Mixabin êdî bê lêkolîn ev nav ketiye nava edebiyata siyasî ya Kurd jî ku heyf mîratgirên wê anku HDK.Îran û PDK.Îraq jî sawîlkane li kêleka vê yêkê derbas bûne. Gelo we qet bihîstiye kes bêje; Komara Berlîn?, Komara Enqere? û Komara Şamê?!

Biqasî ku pêwîst be li ser wê hindê ku komar dewleteke serbixwe bûye, belge di destê me de hene. Di dadgeha artêşa Îranê de jî sedemeke darvekirina Qazî Mihemed tawana, ‘cudayîxwaziyê yan jî cudakirina pareke axa Îranê‘ hatiye destnîşan kirin. Lê di dema hevdîtinên siyasî de rayedarên komarê carna behsa sîstema ‘eyaletî-wilayetî‘ jî kirine û ji ber ku rewşa cihanê û dewleta demê ya Îranê tev li dijî daxwazên Kurdan yên demokratîk bûn, Qazî Mihemed bi nêrînên dûrbînane xwestiye ‘pirsa Kurd‘ li Îranê bi rêyên din jî çareser bike. Ji tablo û nivîsên serdêrên nameyên fêrmî di dema komarê de bi zelalî eşkere dibe ku komar dewleteke serbixwe bûye û hêvî-hesret jî li dor avakirina Kurdistana serbixwe ya mezin di bîr û ramanên rêberên komarê de hebûne. Di teoriyê de belkî kêm lê di piraktîkê de komar li gor manîfestoya J.K (Komeley Jiyanewey Kurd) tevger kiriye.

Ne di roja 17.12.1945 û ne jî 22.01.1946‘an de ew ala ku îro li herêma Başûrê Kurdistanê hatiye hildan, li Mehabadê nehatiye hildan. Komar ji hêla HDK‘ê ve hatiye îlankirin û wan jî ala partiya xwe di wan rojên dîrokî de bilind kirine ku ji xeynî sê rengên spî, sor û zer bi du gule genim, pênûs û tîrêjên rojê hatiye xemiladin. Elbete ala Kurdistanê bi 16 tîrêjên rojê hebûye û bi destê jinekê ya bi navê Fatma Barzanî hatiye dirûtin, lê di wan merasîman de nehatiye hildan. Piştre ji wêneyên ku di destê me de hene li Neqedê û Bokan jî ew ala dîsa hemen a HDK‘ê bûye. Li gor hinek kesên ku min bi wan re hevpeyvîn çêkirine ala Kurdistanê ya xwedî 16 tîrêjan (ya îro li başûr xwedî 21 tîrêjane) ji hêla pêşewa Qazî ve pêşkêşî Mistefa Barzanî hatiye kirin. Aya nemir Mistefa Barzanî qet di bîranînên xwe de behsa vê yekê nekiriye? Ez nizanim ev yeka çiqas raste lê gelo çima di serdema şoreşa Îlonê (1963-1975) an de jî em di belge û dîmenênn wê serdemê de wê alê nabînin?. Li ser mijara ala komarê û ya îro di hemû rûniştin û bernameyên ku ez têde beşdar bûme, pirsa yekê ew bûye, lê ez hîvîdarim ku em vê yekê nekine sedema dûrketina partî û rêxitinên siyasî ji hev, çimkî dema hê maleke me ya serxwe tuneye, em çima li ser rengên dîwarên nava malê bihêlîn? Ji hêla din jî li ser dîroka ala Kurdistanê ji serdema împeratoriya Medan, piştre jî ji salên 1918 û 1927‘an dema ku ‘Komela Êstixlasî Kurdistan li Stembolê û rêxistina Xweybûnê, heya roja îro biqasî ku pêwîst bê lêkolîn, wêne û gotar di arişîva dîroka Kurdistanê de hene. Pêwîst nabînim em li ser vê mijarê xwedî hesasiyetên wisa bin ku hevgirtina me ji hev dûr bixe.

Li ser her sê mijarên ku we pirsyar kirine min jî kêm-zêde di nivîs û hevpeyvînên bi yadîgarên Komara Kurdistan re kar û xebat li ser kiriye. Pirtûka min di cilda yekê û her du cildên din de jî pirî caran amaje bi her sê mijarên ala, nav û sinorên komarê heye. Li vira pêwîste bêjim ku vegotina rastiyên dîrokî li dijî ti partî yan jî kesayetî û rêxistineke diyar nîne. Hemû belge û gotin li ber çavanin û wan çi gotiye min jî weke xwe belav kirine. Armanca min ewe ku nifşên pêşerojê haydarî ked û xebata nifşên beriya xwe bin ku bikarîbin barê di nîva rê de mayî, bigehînin rawestgeha xwe a dawiyê.

Birêz Kakşar weke dîroknasek eger pirtûka xwe bixwînî, xalên pozîtîv û negatîv ên komarê çawa digirî dest? Ew xalên pozîtîv niha di bûyerên siyasî çawa xwe nîşan dikin?

Li ger rewşa siyasî ya cîhan, Îran û Kurdistanê ger derfetên hingî heyî li ber çav bigirîn, ez dikarim bêjim ku ji derfetên herî kêm sûdên pir baş û mezin hatine standin. Li Kurdistana sala 1946’an li hemû Îranê rêjeya xwendinê 5% û li Kurdistanê belkî biqasî 2% jî nebûye. Qazî Mihemed kesekî rewşenbîr û xwendina wî li ser civaka Kurd pir alî bû. Şêx û axa li dijî azadiya jinê û çalakiyên pêşvero bûn, lê Qazî ji wan cuda bû. Reformxwaz û di hemen demê de haydarî adet û çandên civaka Kurdistanê bû ku hemû bawerî û awayê jiyanê li got sîstema feodalîzimê dimeşiyan. Ji vî alî ger em binêrin karnameya komarê tije xalên erênî ye. Ez dikarim li vir bi diyarkirina hinek destkeftên komarê baştir bersiva pirsên we bidim. Destkeftên ku heya roja îro jî bandora xwe ya li ser civaka Kurdistanê ji dest nedane.

Beriya pêkhatina komarê hestên netewî di nava Kurdan de zêde bihêz nebûn. Li pey şehadeta Simkoyê Şikak dewleta navendiya Îranê bi şêweyên sîstematîk dest bi siyaseta xwe ya asîmîlasiyon û cihgûherîna Kurda kiribûn. Beriya çêbûna komarê berpirsên J.K bi çêkirina komên şanoyê hisa Kurda ya netewî careke din xistibûn gerê û ew ji xewa mirinê şiyar kiribûn. Ew pêvajo di serdema serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî û Simkoyê Şikak di rûberekî berfireh yê axa Kurdistanê de destpêkiribû, lê ji sala 1942’an û pêde ew pêjao bileztir ber bi pêşve çû.

Karê çandî û ragihandinê di çaxê komarê da xwedî bihayekî pir giran bû. Di wê sala pîroz de rayedarên komarê çapxane anîn bajarê Mehabadê û ev jî nîşanneke wê rastiyê bû ku şaristaniyet û pêşkeftin li cem rayedarên Kurd xwedî qîmeteke bêhempa bûye. Li pey wê kovar, rojname, pirtûk û belavok hatin weşandin û gel bi hezeke bêdawî ketin pey xwendin û bilindkirina zaniyariyên xwe yên civakî-siyasî.

Jin û xizmeta ji bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî olî, netewî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpê kir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yekîtî Yayanî Kurdistan). Reaksiyona axa, şêx, mela û oldarên civakî li dijî karekî wiha tund û dijwar bû. Lê pêşewa Qazî çend roja bi wan re kete nava behs û axaftinên dûr û dirêj. Di dawiyê de ew tev hatin ser rêya Qazî û zanîn ku di civakeke demokratîk de divê jin û mêr xwedî hemû mafên wekhev bin.

Komar xwedî manîfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bibûn. Wan teva bi dil û can xebat dikirin ku ji vê derfeta zêrîn sûdên herî mezin bistînin û liyaqeta xweîdarekirnê ji dost û dijiminên xwe ra îspat bikin. Mînaka vê rastiyê ji wan salan re;

Hêza di bin serkêşiya general Mistefa Barzanî de ruheke nîştimanperwerî û mezin xistibû nava civaka Rojhelatê Kurdistanê. Piştgermiya wan a bi paşerojê bi hebûna hêza Barzaniyan ra mezintir bibû. Tirsa herî mezin a artêşa Îranê jî ji hêza Barzaniyan bû. Di çend şeran de ku di navbera her du aliyan de qewimîn, aliyê Kurd hêzên Îranî têkşikandin. Azmûnên wiha dagîrkerên ecem bi vê rastiyê hesibandibûn ku nikarin wiha rihet bikevin nava sinorên Komara Kurdistanê.

Di warê aborî de hêdî-hêdî rewşa jiyana xelkê dihate guherandin. Kampaniyek bi navê ‘Tereqî’ ji bo armacên ticarî bi welatên biyanî re hate çêkirin.

Bi çêbûna komarê re Kurd bûn xwedî artêşeke milî û ciwanên Kurd bi şev û roja dixebitîn ku xwe hînî hunera şerkirinê û taktîkên xweparastinê biken. General û serleşkerên Kurd bi hezeke bêdawî kar dikirin ku artêşa wan bikarîbe di rojên teng de sinorên welatê xwe biparêzin. Li rex artêşeke neteweyî hêza gel jî hebû ku di rojên tengav de di çeperê şer de amade dibûn.

Xwendin bi zimanê zikmakî, marşa netewî (Ey Reqîb), çêbûna ala hikûmeta Kurdistanê, şaêrên millî û çendîn tiştên din di çaxê komarê da ketin nava jiyana Kurda ya siyasî û civakî.

Di nava sinorên Komara Kurdistanê de kêmnetewên Azerî, Asûrû û Ermenî mîna Kurda xwedî hemû mafekî bûn. Ev nîşana îspata wê rastiyê ye ku bîr û ramanên serokkomarê Kurdistanê bi demokrasiyeke modern û hemdem re hatibûn avdan. Pêşewa agehdarî rewşa cîhanê ya siyasî bû û dixwest dewleta Kurda mîna welatên demokratîk xwedî hemû pirensîpên aştîxwazî û demokratîk be.

Xalên negativ an jî karên ku dikarîn bikin lê nekirin;

Bawerî bi rayedarên hikûmeta millî a Azerbayîcanê ku li gor peymaneke sê xalî pêwîst bû di dan û standinên bi dewleta navendî re û parastina sinorên herdu desthilata hev û din agehdar û hevkariya hev bikin. Tebirêzê rûberê komara Kurdistan pareke axa xwe dihesiband û nedixwest Kurd jî mîna wan xwedî desthilat bin, lê Qazî û rayedarên din li dijî vê biryarê bûn. Vê yekê ziyaneke mezin gehande her du aliyan ku mixabin Kurda sawîlkane li meselê nêrîne.

Kontroleke baş a emniyetî li ser liv û lebatên serok eşîretên Kurd nebûye ku di çaxê 11 mehên temenê komarê de bi sonda xwe wefadar nebûne. Bawerim di wê rewşê de û di wî etmosferê eşîretgeriyê de karekî wiha hêsan jî nebûye lê hêşta di çaxê desthilata Kurdî de pêdivî bi şidet û lêkolînê li dijî wan kesan hebû ku sîxûrî dikirn.

Belkî bi hebûna hêza Kurdên Başûrê Kurdistan û artêşa komarê re wan dikarîn çend mehan li dijî artêşa Îranê berxwedanê bikin û bi vê re jî rêberên komarê neyêne darvekirin. Berevajî wê jî belkî bi hevkariya hêzên eşîretên Kurd û artêşa Îranê ew tirajediya li Tewrêzê qewimî li Kurdistanê jî çêbibe.

Wan salan derfet hebûn ku rûberê sinorên komarê bi êrîşa ji bo azadkirina Sine, Kirmaşan, Îlam, bajar û herêmênb din yên Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bibe û di şerê bi dewleta navendî re neçar nebin ku xwe di herêmeke biçûk a bi navê Mûkriyan de her dem li ber êrîşa ji navçûnê bibînin. Çimkî Mehabad biçûk, lê Sine û Kirmaşan mezin bûn. Wan dikarîn navenda desthilata xwe ji Mehabadê bibine Sine jî. Wiha hêza komarê zêdetir dibû.

Rexne li ser qetîsmayîna sinorên komarê û parvekirina kar û erkên kabîneya wezîran tenê ji nava Kurdên Mehabadê jî hene. Pirî caran pirseke wiha ji min hatiye kirin: ‘Çima di kabîneya hikûmeta komarê de Kurdekî Urmiye, Maku an jî Sine û Kirmaşan nayê dîtin?’

Tevî van hemû nêrîn û xalên diyarkirî ez biryara Pêşewa Qazî di nedayîna biryara şerê bi dewleta navendî û nerevîna wî ji Mehanadê pir pîroz û erênî dinirxînim. Wî nexwest ji gelê xwe dûr bikeve û di dadgeha leşkerî de jî bi wêrekî û hemû hêza xwe li hemberî gef û sivkatiyên raydarên dewleta faşîst a Îran û generalên artêşa 2500 salî a şahenşahî li berxweda. Rûreşî kirine para wan şêxên xayîn ku dest bi kempîna komkirina îmzayan ji bo darvekirina wî kiribûn. Êdî ew berxwedana wî ya dîrokî ku berpirsên Îranî bixwe jî îtirafê pêdikin bûne sedem ku doza Kurd li Îranê tim zindî û heya roja îro jî jiyana xwe bidomîne. Gelo ma destkeft ji vê mezintir hene? Kurd weke netewe gelek deyndarê ked û nave rêberên weke Qazî Mihemed û Simkoyê Şikak e.

Di roja îro de ew kar û xebat, ew berxwedan û serfirazî weke taceke zêrîn li ser serê wan şoreşgerên Kurd e ku xwe bi xwendevanên rêbaza Qazî dizanin. Ji xalên negatîv û pozetîv dersên îbretê distînin û karekî nakin ku dîrok li Kurdistanê xwe dubare bike.

Kurdistan yek welat e, lê di warê erdnîgarî de hatiye parçekirin. Bîranînên komarê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çawa xwe nîşan dan? Ev mîrat û dîrok çawa li pratîka siyasî ya Bakur û Rojavayê Kurdistanê bandor kir?

Analîzên serok Apo weke rêberekî xwedî ramanên felsefî û karîzmatîk di bizava siyasî a Kurd de li ser komara Kurdistan û kesayetiya Pêşewa Qazî balkêş û xwedî naverokek dewlemendin.

https://www.youtube.com/watch?v=33cjOF3R3Vg

https://www.youtube.com/watch?v=VozmHZns8lY

Di hevpeyvîna de ku berî çend salan min li ser salroja damezirandina Komara Kurdistanê bi rêzdar Murat Karayîlan re çêkiribû ew bi peyvên tije cewherekî dewlemend behsa asta rewşenbîrî û fedakariyên rêberên Kurd li Mehabadê dike ku di tûrên civakî yên weke sîstema Youtube de herkes dikare temaşe bike.

Mijara Komara Kurdistan salên dawiyê bi rêya parlementerên HDP’ê geha nava parlemana Tirkiyê jî. Tirkên înkarker jî neçar mabûn ku kesayetiya Qazî binasin û bi hebûna pirsa Kurd li Îranê jî bihesin. Prof.Dr Kadri Yıldırım di axaftina xwe ya li ser 71´mîn salroja şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed bi zimanê Tirkî gotarek pêşkêş kir.

https://www.youtube.com/watch?v=3vABPgfEFiE

Herwiha di van 20 salên bihûrî de komar weke modelekî demokratîk ji desthilata Kurdan ya sedsala derbasbûyî bi dilgermî ji hêla Kurdên Bakurê Kurdistanê û bitaybetî jî çîna ciwan ve tê şopandin. Ji aliyê tevgera herî mezin anku PKK’ê û ragihandina li Ewropa bîranîna komar û salroja şehadeta rêberê Kurd xwedî rêz û cihekî taybetî bûye. Ev çanda qedirnasiyê heya roja îro jî berdewame û êdî kes tine ku kesayetiya Qazî û destkeftên ku Komara Kurdistanê ji doza Kurd re pêşkêş kirine nas neke.

Dema ku durist di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de TEV-DEM û rayedarên PYD’ê li sala 2014’an li Rojavayê Kurdistanê avakirina sê kantonan îlan kirin û gotin em ê rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed û doza Komara Kurdistanê berdewam bikin, êdî mizgînî ji vê xweştir nebû û bi germnahiyek bêdawî ji hêla Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin. Ger hafiza me ya dîrokî bihêz be divê bê bîra we ku durist di salroja ragihandina kantonên Rojava de dewleta Tirkiyê li sala 2018’an dest bi êrîşkirina li ser bajarê Efrînê kir. Ev ji me Kurdan re peyamake tije gotinên veşartî ye. Hafizeya me ya dîrokî divê bêtir bi van kiryarên dagîrkeriyê re bikeve liv û lebatê.

Dema ku ez li sala 2016’an çûme Rojavayê Kurdistanê dîmenên herî xweşik ku qet ji ber çavên min wenda nabin wêneyên Qazî Mihemed û Simkoyê Şikak saziyên çandî diyar û di îdareyên fêrmî yên desthilatê de jî li pişta serê siyasetmedarên Kurd daleqandî bûn. Ez di wê baweriyê de me ku komar û Qazî bêtir ji hemû beşên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê têne hez kirin.

Bi şîroveyên siyasî yên xwe hûn Komara Kurdistan tevgerekî taybet a siyasî li dîroka gelê Kurd pênase dikin. Hûn wek çalakvanekî Kurd û dîroknasekî Kurd dengvedan vê bûyerê li ser siyaseta hemû Kurdistanê di pêvajoya niha û taybet Rojava û Bakurê Kurdistanê çawa pênase dikin?

Analîzên Serok Apo li ser dîroka Kurdistan bi giştî û komara sala 1946’an bi taybetî vê gotina bav û kalan tîne bîra min ‘Tenê zêrîngir qedirê zêr dizane…’. Ev awayê nêrîna rêberekî Kurd ku bi xwîn û kedeke bêdawî dest bi şorşeke wiha mezin li hemû Kurdistanê kir, di bihêzkirina peywendiyên siyasî-civakî de li Kurdistana mezin xwedî bandora herî zêde bûye. Di siya van analîzan de bû ku em îro ferqekê di navbera Kobanî û Mehabadê de nabînin. Ocalan bi qasî ku li Rihayê tê hezkirin û naskirin, li Merîwan, Maku û bakurê Xorasanê jî tê naskirin û hezkirin. Êdî li gor pirensîpên rêbaza siyasî ya di bin pêşengiya PKK’ê û serok Ocalan de ferq-cudatiyek di navbera Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat de tune. Belkî ev mezntirîn destkefta bîr û ramanên wî yên siyasî-homanîstî be ku hemû çînên civakê li Kurdistan û herdera ku Kurd lêhene li dora hereketa wî têne dîtin.

Nirxandina rûdanên dîrokî karê her kesî nîne, lê kesên ku ji nava dilê civakek tije êş û elem rabûne baştir ji her kesî dikarin nasnameya rûdanên siyasî rexne, analîz û teqdîr bikin. Ew bi şiroveyên felsefî wisa hostayene muxatebên xwe di bine nava kûrahiya mijarên dîrokî ku mirov neçar dimîne bi wijdanek exlaqî karekî bike ku wê rêbazê bişopîne. Kêm kes hene ku tevî nirxandinên hûrbînane û hemû alî bikarîbin weke serok dersên baş ji rûpelên dîroka me ya derbasbûyî pêşkêş bikin. Di vê qadê de ew kesekî jîr û xwedî şiyanên mezine. Başî, kêmasî, xwezî û rêyên baş di encama her nirxandineke wî de rêyeke çareseriyê jî datîne ber mirov. Ev xislet li ba her rêberekî nayêne dîtin. Rêzdar Ocalan bi nêrînên xwe yên kûr hêvî û hezê ji standina dersên dîrokê dide me. Ev jî karê wan kesane ku aliyê saykolojiya civaka xwe baş xwendine, naskirine û analîz kirine. Serok Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi rêzdar Elî Qazî re bi qedirnasiyeke bêdawî behsa keda Qazî Mihemed û sîstema demokratîk a serdema Komara Kurdistanê dike. Xwe weke xwendendevanekî dibistana Qazî Muhemed dide nasandin û hewlên wî yên ji bo demokrasiyê bilind û girîng dinirxîne. Di manîfestoya PKKê de cihê komara Kurdistanê taybetî ye û bi berfirehî li ser destkeft û sedemên têkçûna wê zaniyarî hene. Awayê şehadet, daxwaz û fedakariyên Qazî Mihemed di gotar û axaftinên rêberên PKK’ê de xwedî cihekî pir taybetî ne. Ez bawer nakim di ragihandina ti partiyeke siyasî de biqasî ragihandina tevgera Bakurê Kurdistanê ji bo nasandina Komara Kurdistan kar û xebat hatibin kirin. Mînaka vê yekê jî ez bixwe me ku min karî kar û çalakiyên xwe yên li dor proja Komara Kurdistanê di Med TV de destpê bikim û heya roja îro jî wan hevpeyvînên dîrokî û xwedî nirxekekî bihagiran bi rêya ekranên wan pencereyên tije ronahî belavî herdera Kurdistana mezin bikim. Ji min re xwendingeha yekê a karê rojnamevanî û duristkirina bernameyên dîrokî-çandî Med TV bû. Çimkî di wê xwendingeha mezin de min karî bibime xwedîked ku carna dengê dîroka Rojhilatê Kurdistanê bi Kurdên parên din yên welatê xwe re parve bikim. Bextewerî ji vê mezintir di jiyana xwe de nabînim û his nakim.

Yadîgarên Komara Kurdistanê çawa dikarin her tim di dîroka gelê Kurd de zindî bê hiştin û ji bo erka zindîhiştina van bîranînan çine?

Ev doz nayê berdan û her yadigarekî/e serdema Komara Kurdistanê dikare bibe lîstikvanek di rûpelên dîrok û ekranên TV an jî sînemaya me Kurdan de. Ew yadigar tev didin diyarkirin ku; ‘Me rêbaza yên beriya xwe berdewam kir û niha jî li ber we nifşên piştî me maye. Nabe hûn armancên me nîvco bihêlin û heya rawestgeha dawiyê a azadiyê meşa xwe berdewam bikin…’

Di roja îlana Komara Kurdistan de jî Pêşewa Qazî navê çend rêberên weke Şêx Seîdê Pîran, Simkoyê Şikak, Sarimbeg û çendîn kesên din bi bîr tîne ku li pey serhildanên ji bo doza Kurdistanê bi rêbazên namerdane ji hêla dijminê dagîrker ve hatibûne terorkirin. Ew dibêje em ê rêbaza wan bedewam bikin.

Pêwîste em wan bîranînên yadîgarên Komara Kurdistan bi hûrbînî bixwînîn û serbihûrî, daxwaz û şîretên wan ji me re bibine dersên jiyana paşerojê ku dîsa dîroka tije tevkujî û şikestên siyasî xwe li me dubare neke.

Ji vê bêtir û bihagirantir nikarim tiştekî bêjim û bixwazim. Tenê adxwaz ev e; Divê weke erkekî exlaqî, siyasî, dîrokî û wijdanî em doza azadîxwazên Kurdistanê li erdê nehêlin. Pêşewa Qazî Mihemed jî di kêliyên dawiya jiyana xwe de li jêr sêdara celadên Tehranê dehan daxwazên wiha li gelê Kurd û kesên azadîxwaz kiribûn.