Pêşengên jinan ên Sahara Rojava: Em bi Leyla Guven re ne

Lîderên jinan ên Sahara Rojava diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 100 roj in di greva birçîbûnê de ye û xwestin, tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe.

4 kesayetên navbera ên tevgera jinan a Sahara Rojava bi rêya ANF'ê peyame weşandin û diyar kirin ku Parlamentera HDP'ê y Colemêrgê Leyla Guven bi tenê nîne. Rêvebera Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Saharayê Rabûb Barka, Seroka Yekîtiya Jinên Penaber a Smarayê Engûîa Salem, Seroka Yekîtiya Jinên Penaber a Dîstrîkt Bîrlehlû Fatîmatû Ahmed Larûsî û aktîvîsta siyasî Janla Mohamedlamîn peyama piştevaniyê ji bo Leyla Guven şandin.

Rabûb Barka bi navê jinên Sahara Rojava ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew bi Guven re ne û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe. Barka destnîşan kir ew bi jinên neheqî û zilm li wan tê kirine re ne û ev bang kir:

"Em bi heman rengî bi Leyla Guven û tevgera jinên Kurd re ne. Divê dinya tev nîşan bide ku bi Guven re ye. Çalakî bi vî rengî dikare bi ser bikeve."

Çalakiya grevên birçîbûnê yek ji rêbaza berxwedanê ye ku Eniya Polîsarîo jî gelek caran serî lê dide. Eniya qala wê tê kirin, ji sala 1973'an û vir ve ji bo azadiya Sahara Rojava têdikoşe. Herî dawî sala 2009'an siyasetmedara jin ya ji Sahara Rojava Anînatoû Haîdar, piştî ku ji El Aaîûnê ber bi Lanzaroteyê hate dersînorkirin, dest bi greva birçîbûnê kiribû ku 32 rojan dewam kir. Haîdar di asta navneteweyî de piştgirî wergirt û di encama vê berxwedanê de ji nû ve li Sahara Rojava hatibû vegerandin.