Pereyên DAÎŞ'ê bi çavdêriya Emniyeta Tirk dihatin veguhastin

Şahab Ahmed Abdullatîf ê ku di destê QSD'ê de ye diyar kir, ji sala 2017'an ve transfera pereyê DAÎŞ'ê yê ji Dêra Zorê ber bi Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê jî ber bi Ewropa û welatên Kendavê di bin çavdêriya Emniyetê û MÎT a Tirk de hatiye kirin.

Yek ji şebekeyên sûc ên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê kifş bû. Şebeke, piştî ku bazirganê mirovan ê bi navê Şahab Ahmed Abdullatîf hefteya hate Bakurê Sûriyeyê ji aliyê QSD'ê ve hate girtin kifş bû.

Şahab Ahmed El Abdullatîf sala 1984'an li Hecînê ji dayik bûye. Piştî ku demekê li Lubnanê ma, dema ku Hecîn kete destê OSO vegeriya Hecînê. Di navbera herêmên rejîmê û Hecînê de qaçaxçitiya petrolê, mazotê kir. Sala 2015'an ji bajarê Hecînê yê herêma Dêra Zorê derbasî Tirkiyeyê bû. Ji Hecînê derbasî Meyadînê, ji wir jî çû Reqayê, piştre Bab û di ser Ezazê re derbasî Rihayê bû. Şahab îdîa kir ku çend mehan kar nekiriye, piştre bi wesayiteke li Rihayê kirê kir, di berdêla 'pere' de dest bi qaçaxçitiya mirovan a ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê kir. Çeteyên DAÎŞ'ê biriye ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê. Ji bo sivîl û çeteyên DAÎŞ'ê yên ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn, ku bi lihevkirina bi karmendan re belgeyên demkî ji wan re amade kir. Ji sala 2017'an ve ji Dêra Zorê, Hecînê û Sûsayê ber bi Tirkiyeyê û ji wir jî ber bi Ewropa û welatên Kendavê, bi heman rengî ji wan deveran ber bi Hecînê ve pereyên DAÎŞ'ê veguhast. Tevî hevparên xwe yên Sûriyeyî, ji bo jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin bi pereyekî zêde bifiroşe, revand Tirkiyeyê. Ji sala 2015'an heta ku ji aliyê QSD'ê ve hate girtin karekî wiha kiriye. Piştî 2-3 rojan dema derbasî Sûriyeyê bû 23'ê Hezîrana 2018'an li qada Hesîce ya Hesekê hate girtin.

Belgeyên di telefona Şahab de nîşan dide ku çi kar kiriye û bi kê re têkiliya xwe heye.

Belgeyek nîne ku nîşan bide Şahab Ahmed Abdullatîf endamê DAÎŞ'ê ye. Lê ispat bûye ku ji sala 2015'an ve tevî Sûriyeyiyên sivîl çeteyên DAÎŞ'ê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê, ji Sûriyeyê jî derbasî Tirkiyeyê kiriye di berdêla pereyan de. Ew bi xwe jî li vê mikur tê. Dibêje ku xizmekî wî yê DAÎŞ'î heye. Dibêje, yekane têkiliya di navbera wî û DAÎŞ'iyan de 'pere' bû û diyar dike, "Wan dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin. Çûyîna Tirkiyeyê bi kêrî wan dihat, min jî ew derbasî Tirkiyeyê dikir."

DEST BI VEGUHASTINA PEREYÊN DAÎŞ'Ê DIKE

Şahab diyar dike, sala 2017'an bi kêmbûna karê qaçaxçitiyê re dest bi transfera pereyan dike, ji bo vê jî dikanekê ji xwe re vedike. Tîne ziman ku ji ber karê dike qedexe ye, dikanê destpêkê weke dikana firotina parfum û zîv nîşan dide, piştre vediguherîne buroya dowîzê. Şahab Abdullatîf û hevparên wî bi rêya dikana wî gelek caran pereyên DAÎŞ'iyan veguhastiye. Şahab dibêje, "Navê dikana min El Beyan bû û li Rihayê bû. Li Hecînê jî dikanek hebû. Navê wê Tebarec bû. Di ser xizmê min ê li wir pere dihate veguhastin. Ji ber ku telefona wî girtî bû kesên dixwestin pereyan veguhezîne yekser li min digeriyan. Bi rêya hevparên min ên li Fransa, Elmanya, Swêd, Belçîka û Îngilîstanê pere dihat, bi rêya hevparên xwe yên li Dêra Zorê û Hecînê pere digihand DAÎŞ'ê."

Di telefona Şahab de gelek qeydên axaftinê û wêne hene ku mîna belgeyên li ser veguhastina pereyên DAÎŞ'ê ye. Şahab navê DAÎŞ'iyên jê dixwestin pere veguhezîne ya jî derbasî Tirkiyeyê bibe, bi navê DAÎŞ 1, DAÎŞ 2 û DAÎŞ 3 qeyd kiriye.

REVANDINA JINAN

Şahab anî ziman, wî Sûriyeyiyên bi navê Îbrahîm Abdul El Mûstafa (Ebû Sûça) û Omer Mûhammed Kadîr li dikana bi navê El Beyan nas kiriye û bi wan re gelek karên qirêj kiriye. Şahab dibêje, "Hatin gel min. Gotin ku wê pere bişînin Hecînê. Piştre gotin ku mijareke din heye û dîsa hatin. Diviyabû çend jinên Êzidî ji Sûriyeyê birevanda Tirkiyeyê. Bi Ebû Sûça re li hev kir. Min du jinên Êzidî ji Dêra Zorê bir Til Ebyadê. Ji wir û pê ve wê qaçaxçiyekî din bianiya. Lê belê QSD'ê girt. Di birina jinên Êzidî de ji bo Tirkiyeyê ez tenê navbeynkar bûm. Bi lêkolîna hevparê xwe Ebû Îmad hîn bûm, ku Ebû Sûça wê van jinan di berdêla pereyekî mezin de bifiroşe. Ez tenê navbeynkar bûm, lê belê dema ku jin hatin girtin Ebû Sûça gef li min xwar. Ji min re got, 'Te xiyanet li me kir, te ew da girtin, me ewqasî pere li vî karî dabû'. 40 hezar dolar ji min xwest. Ebû Sûça ji min re gotibû, malbatên jinan li Tirkiyeyê ne, lê belê piştre hîn bûm ku malbatên wan ne li Tirkiyeyê ne û Ebû Sûça wê jinan di berdêla pereyan de bifiroşe. Omer ji min re digot ku Ebû Sûça bi MÎT'ê re dixebite."

TÊKILIYA BI EMNIYETÊ Û MÎT'Ê RE

Şahab zivistana sala 2017'an destpêkê bi 'Têkoşîna li dijî Terorê' TEM a li avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Karakopru ya Rihayê, piştre jî bi Rêxistina Îstîxabarata Tirk (MÎT) re têkilî daniye. Şahab anî ziman, destpêkê di bin çavdêriya MÎT'ê de pereyên DAÎŞ'iyan vediguhest, piştre jî MÎT û TEM'ê jê xwestin ku DAÎŞ'iyan derbasî Tirkiyeyê bike.

Şahab li ser mijarê got, "Piştî ku Ebû Sûça gef xwar, du polîsên sivîl ên TEM'ê hatin dikana min. Ji min re gotin, 'Tu bi DAÎŞ'ê re dixebite, pereyan dişîne. Karên xwe yên li vir bi dawî bike, tu yê bi me re bê navendê'. Ez birin navendê. Cihekî li Karakopru ya li navenda Rihayê bû. Nêzî otogarê bû. Min nizanîbû bixwîne, lê belê amblema polîsan hebû. Yên ku ez birin wê derê sivîl bûn. Ji ber vê yekê em Sûriyeyî ji wan re dibêjin îstîxbarat."

Li devera ku Şahab behsa wê dike, hêzên TEM'ê hene ku li avahiya Emniyetê ya Amîrtiya Navenda Polîsan a Karakopru ye.

Şahab Ahmed El Abdullatîf anî ziman, li wê derê gef lê hatiye xwarin û got, "Gotin, ya tu yê ji Tirkiyeyê derkeve, ya bê girtin ya jî bi me re bixebite. Ez jî bi wan re xebitîm. Bi îstîxbarata emniyetê re xebitîm. Min navê kesên pere ji Hecînê re dişandin û ji Hecînê dişandin pêşkêşî wan dikir."

Şahab got, "Ji min re gotin, 'Dema ku veguhastina DAÎŞ'iyan hatin tu yê ji me re bêje, tu yê telefon û navên wan bide. Piştre ne pirsgirêk e ku tu veguhestîne'. Yên bi kincên sivîl êdî her du rojan carekê dihatin dikana min a El Beyanê. Min jî tişta wan dixwest, navê kesên ji Hecîn, Sûsa, Şafa û Bahozê pere dişand Tirkiyeyê ji wan re digot, nûmareyên telefonan pêşkêşî wan dikir. Her wiha dema ku ji Ewropayê ji min re ya jî ji DAÎŞ'iyên li Tirkiyeyê, ya jî yên li Hecînê re pere dihate şandin, min ji wan re digot.

Ji gelek welatên Ewropayê mîna Swêd, Belçîka, Brîtanya, Fransayê pere dihat. Min agahiya hemûyan dida îstîxbaratê. Wan jî digotin ku divê di nava 2-3 rojan de pereyan radest bikim. Pere ji DAÎŞ'iyan dihat û diçû ji DAÎŞ'iyan re. Polîs jî bi vê zanîbûn, lê qet pêşî lê negirtin."

Endamên din ên şebekeyê Omer Kadîr Mûhammed û Îbrahîm El Mûstafa yên Sûriyeyî ku bi MÎT û Emniyetê re dixebitin, tê gotin ku hîn li Rihayê ne.