Partiyên Kurd protokol îmze kirin

Partiyên Kurd li Amedê protokola hilbijartinê îmze kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got ku, “Di 31’ê Adarê de wê serkeftin ya me be.”

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li Navenda KDP-T a li Amedê bi nûnerên partiyên Kurd re derbarê tifaqa hilbijartinê protokol îmze kirin.

‘WÊ SERKEFTINA DI HILBIJARTINÊ DE ZÊDETIR BIBE’

Bûldan di civîna protokolê de got ku, “Ji bo hilbijartina di 31’ê Adara 2019’an de, me yekîtiya xwe pêk aniye. Ez niha spasiyên xwe li hemû partiyan dikim ên ku ev protokol îmze kiriye. Li ser me zext û zilmeke mezin heye lê ev hilbijartin ji bo me, gelekî girîng in. Armanca me ev e ku em hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatine peywirdarkirin, bi dest bixin û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bikin.

VÊ GAVA ME WÊ TEVKARIYÊ LI YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIKE

Ez dixwazim diyar bikim ku, vê gava me, wê tevkariyê li yekîtiya neteweyî jî bike. Em gelekî kêfxweş in ku a niha dîmenekî wisa derketiye holê. Em bawer in sînerjiya li vê derê, wê bandora xwe li rojavayê Tirkiyeyê jî bike. Wê demê em ê karibin di warê yekîtiya neteweyî de sînerjiyeke mezin pêk bînin. Ji bo serkeftinê em ketine vê rêyê. Bila rêya me hemûyan vekirîbe.”