'Parastina Rojava wezîfeya şoreşgeriyê ye'

Fermandarê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan Torlak Pîr Kûrtûlûş destnîşan kir, ku têkçûna dagirkeran li Rojava wê ji bo gelan hemûyan bibe mînak û got, "Têkoşîna li dijî êrişên faşîst wezîfeya me û ya gelên dinyayê hemûyî ye."

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ji bo piştevaniya têkoşîna gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê li Serêkaniyê di 12'ê Hezîrana 2015'an de ava bû. Ji hingî ve bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû. Dema ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrişên dagirkeriyê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê kir, Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst jî tevlî berxwedana li dijî dagirkeriyê bû. Fermandarê tabûrê Torlak Pîr Kûrtûlûş ji ANF'ê re qala têkoşîna xwe kir.

ŞOREŞA ROJAVA BÛ HÊVIYEKE MEZIN

Kûrtûlûş bi bîr xist ku cografyaya Rojhilata Navîn bi salane bi polîtîkayên dagirkerî û dorpêçiyê yên emperyalîstan re rû bi rû ye û got, "Bi taybetî hebûna çavkaniyên mezin ên petrolê dike ku xaka Rojhilata Navîn bibe qada polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên emperyalîstan. Di mijara siyaseta Rojhilata Navîn de bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re Şoreşa Rojava bû hêviyeke mezin. Şoreşa Rojava ku di nava rejîmên paşverû û otorîter ên herêmê de ava bû ji gelek aliyan ve ji bo gelên dinyayê bû hêvî."

Kûrtûlûş bi bîr xist ku li cografyaya ku rejîmên paşverû û otorîter lê serdest bûn, li her qada jiyanê jin nedihatin dîtin, jiyaneke bi vî rengî ya civakî hebû û destnîşan kir, "Bi Şoreşa Rojava re jin li her qadên jiyanê bûn hêza diyarker. Ji eniyên şer heta bi rêxistinkirina jiyana civakî jin bi rengekî çalak û bi bandor tevlî her qada jiyanê bûn. Lewma Şoreşa Rojava enerjiya azadiya jinê û şoreşgeriya jinê tevlî jiyanê kir."

Kûrtûlûş bal kişand ser taybetmendiya kedkariyê ya şoreşê û got, "Li her qada jiyanê komun hatine avakirin û kedkar jî bi rêya van komunan li xaka xwe hilberînê dikin û parve dikin."

TIFAQA ERDOGAN-BAHÇELÎ TIFAQA TINEKIRINA DESTKETIYÊN LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIMEŞÎNE

Fermandar Torlak Pîr Kûrtûlûş êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxand û got, "Tifaqa Erdogan-Bahçelî ne tenê li dijî Rojava û Bakurê Kurdistanê, her wiha li çar parçeyên Kurdistanê polîtîkaya tinekirina destketiyên Kurdistanê dimeşîne. Nêzîkatiya xwe ya li şoreşa Rojava jî ewe ku eger nikaribe tasfiye bike, hingî lawaz bike û bandora wê kêm bike."

Kûrtûlûş destnîşan kir ku dewleta Tirk bi piştigriya DYE, Rûsya, NATO û hêzên navneteweyî dest bi êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, "Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Yekane dostÂe mayinde yê şoreşa Rojava rêxistinbûna wê bi xwe ye û hêzên bindest in. Têkilî û tifaqên ji bilî vê yekê pêk tên konjonkturî ye û diguherin."

Kûrtûlûş ragihand ku ji aliyê leşkerî ve newekheviyeke hêzê heye û got, "Li aliyekî duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê û çeteyên wan. Li aliyekî jî hêzên leşkerî yên Şoreşa Rojava. Lewma ev şer şerekî asîmetrîke. Ya ku hevsengiya wekheviya hêzê pêk bîne jî mezintkirina piştevaniya bi şoreşa Rojava û têkoşîna rêxistinbûyî ye."

Kûrtûlûş destnîşan kir ku Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst ji roja destpêkê ve li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide û got, "Şervanên enternasyonalîst ên ji Tirkiyeyê û bajarên cuda tevlî vê berxwedanê bûne timî piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk me li dijî rejîma Erdogan a faşîst û çeteyên wan ên DAÎŞ'ê şer kir. Em tevlîbûna li vî şerî weke wezîfeyeke xwe ya şoreşgeriya enternasyonalîst dibînin."

TÊKBIRINA DAGIRKERAN WÊ BI KÊRÎ GELAN HEMÛYAN BÊ

Kûrtûlûş got, "Têkçûna dagirkeran û serketina hêzên şoreşger wê bi her rengî bi kêrî gelên dinyayê bê. Dagirkeran ji niha ve bi sed hezaran mirov ji warê wan kirin. Divê mirov li xaka xwe vegerin, lê belê ev yek jî bi qewirandina dagirkeran dibe. Di vir de wezîfe dikeve ser milê hemû bindestan."

Kûrtûlûş destnîşan kir ku têkbirina dagirkeran û serketina têkoşîna azadiyê wê ji gelên din re jî bibe mînak û got, "Ji ber vê yekê piştevaniya enternasyonalîst di asta dîrokî de girînge. Têkoşîna bi bandor a li dijî êrişên faşîst û çeteyan, wezîfeya me û ya gelên dinyayê ye."