Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê di hefteya 370'î de ye. Nobedarên vê hefteyê jinên Êzidî ne.

Çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê, ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve didome. Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinên Êzidî ye ku ji Yekşemê ve nobedar in.

Di nava koma jinên Êzidî de Zerê Daval, Sosin Kartal û Zero Al hene. Zerê Daval bi navê komê daxuyanî da û diyar kir, ew ji ber astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re bi fikar in.

Berdevka komê ji dewleta Tirk û dewletên destekê didin wan xwest ku dest ji lîstikên qirêj ên li dijî gelê Kurd berdin û got, "Fikarên Kurdan jî hene û divê hûn cidî bibînin." Berdevkê bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.