Neteweyên Yekbûyî sûcên şer ên li Efrîn û Serêkaniyê raxist pêş çavan

Neteweyên Yekbûyî, sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dikin, bi dîmenên ji peykê wergirtî, bi belge kir.

Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, li gorî şerê navbera Çile û Tîrmeha 2020'an ê li Sûriyeyê, raporek amade kir. Di raporê de, ji bo belgekirina sûcên şer ên dewleta Tirk û komên wê yên çekdar ên bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' li Efrîn û Serêkaniyê kirine, wêne û dîmenên ji peykê hatin kişandin, hatin parvekirin.

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî, nêzî nîvê rapora xwe ji sûcên şer ên li Efrînê û Serêkaniyê re veqetand. Dîmenên di raporê de cih girtine wiha ne:

Perestgeha Aîn Dara ya 3 hezar salî ya li Efrînê, ku ji aliyê UNESCO ve dihate parastin, ji van wêneyên peykê eşkere dibe ku bi çi rengî hatiye rûxandin:

DigitalGlobe WorldView-2 image collected 28 September 2019 08:36 (GMT+3)

(DigitalGlobe 2019)

Analysis conducted by UNITAR-UNOSAT.

DigitalGlobe WorldView-1 image collected 17 April 2020 08:36 (GMT+3)

( DigitalGlobe 2020)

Analysis conducted by UNITAR-UNOSAT.

Her wiha ji bo balê bikişîne ser rûxandina Qada Sîtê ya Arkeolojîk a Helenîstîk ku li herêma Efrînê ye, wêneyên demên cuda yên peykê hatin weşandin.

DigitalGlobe WorldView-2 image collected 28 September 2019 08:36 (GMT+3)

( DigitalGlobe 2019)

Analysis conducted by UNITAR-UNOSAT.

Airbus D&S Pléiades image collected 26 June 2020 08:54 (GMT+3)

(Airbus D&S 2020)

Analysis conducted by UNITAR-UNOSAT.

Ji wêneyên demên cuda yên hatine kişandin, tê dîtin ku wargeha sivîlan a li gundê Dawoûdiya yê Serêkaniyê di dema êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de çawa hatiye rûxandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku malên sivîlan ên şêniyên Dawoûdiyayê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatine desteserkirin û qad veguheriye baregeha leşkerî.

DigitalGlobe WorldView-2 image collected 8 May 2020 08:23 (GMT+3), WorldView-3 image collected on 27 January 2020 08:32 (GMT+3) and WorldView-2 image collected on 9 October 2019 08:32 (GMT+3)

( DigitalGlobe 2019–2020)

Analysis conducted by UNITAR-UNOSAT.

Rapora ji 25 rûpelan ku sûcên şer ên dewleta Tirk û komên wê yên çekdar bi belge dike, wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bê kirin ku 14'ê Îlonê li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî dest pê dike û heta 6'ê Cotmehê wê bidome.