'Modela Srî Lankayê' û Kurdistan -1

Gelek salan dema qala Srî Lankayê dihate kirin têkoşîna azadiyê ya gelê Tamîlê dihate bîra mirovan. Lê gelê Kurd di serî de gelo ji bo gelên li dijî hêzên dagirker li ber xwe didin, di dîroka nêz a Srî Lankayê de çi pêk hat?

Serokê dewleta Srî Lankayê Mahînda Rajapaksa di sala 2009’an de dema ku ‘di têkoşîna li dijî terorê de’ serfiraziya xwe ragihand, yek ji kesê pêşîn ê bi telefonê re pê re axivî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul bû.

Srî Lanka yan jî bi navê xwe yê berê Seylan… Vî welatê giravî yê li başûre Hindistanê, ji salên 1980’î heta salên 2009’an jî bi şer, şîddet û gelek pêkanînên rejîma ku rêveberî di destê wê de bû, ketibû rojeva dinyayê. Bêguman salên dirêj dema qala Srî Lankayê dihate kirin, têkoşîna azadiyê ya gelên Tamîlê dihate bîra mirovan. Lê gelê Kurd di serî de gelo ji bo gelên li dijî hêzên dagirker li ber xwe didin, di dîroka nêz a Srî Lankayê de çi pêk hat? Gelo tiştên wê yên ji Kurdistanê cuda û wek hev çi ne?

DESTPÊK

Li ber tecrubeya Srî Lankayê heye ya ku salên dirêj dihate îddîakirin ku di lêgerîna ji bo muzakere û aştiyê de ye, ji ber vê sedemê di platformên cihê de bi muxatabên xwe rûdinişt, gelek caran dihate sekinandin jî tercîha lihevrûniştinê red nekir. Lê tiştek bû û di sala 2006’an de pêvajoyeke nû kete dewrê. Êdî qala têgihên wekî aştî, muzakere û maseyê nehate kirin, kesên qala kirin jî bi îxanetê hatin sûcdarkirin. Êdî bi tenê tercîhek mabû, çareseriya leşkerî. Bi wateyeke din şikandina îradeyê, rakirina ji holê, koçberkirin û binpêkirinên hemû tiştên berxwedanê. Heta sala 2009’an ev pêvajo domiya. Kesên ku diyar kirin di wan salan de noqteya dawîn jî hate danîn, serfiraziya xwe ji dinyayê re îlan kirin. Vebijarka çareseriyê ya ‘Modela Srî Lankayê’ ji aliyê welatên heman ferasetê qala wê hate kirin. Vê konsepta îmhakirinê ya bi navê plana Srî Lankayê, gelo ji ber ku hate dîtin di sala 2006’an de bi muzakereyan encam nayê stendin kete dewrê? Yan jî ji berê ve vê pêvajoya wekî muzakereyê, amadekariya operasyoneke wisa bû? Em ê bi konseptên ku dewleta Tirk li Kurdistanê li ser têkoşîna azadiyê pêk tîne, bersivê bide van tiştan.

Navê plana artêşa Srî Lankayê ya ku di sala 2006’an de dabû destpêkirin û di sala 2009’an de bi dawî kir jî ‘rûxandin û hilweşandin’ bû. Bêguman ruh, feraset, çalakî û kirinên vê plana ku heta îmhakirina mutleq û berxwedanê têk bibe, digihêje beriya salên 2006’an. Ji bo konseptên îmhayê yên ku berê nehatibûn pêkanîn, şertên derve û hundirîn bi taybet wê bihata amadekirin. Wê sûd ji nakokiyên di navbera hin dewletên mezin bihata wergirtin, tifaqên eşkere û dizî têketa dewrê. Ji ber vê jî vê plana ‘Rûxandin û hilweşandinê’ ne pêvajoyeke wisa bû ku di sala 2006’an de derkeve holê. Jixwe ev tiştên pêk dihatin nûkirina vê feraseta heyî bû.

Serokê dewleta Srî Lankayê Mahînda Rajapaksa di sala 2009’an de dema ku ‘di têkoşîna li dijî terorê de’ serfiraziya xwe ragihand, yek ji kesê pêşîn ê bi telefonê re pê re axivî Serokkomarê Tirk Abdullah Gul bû. Bi heman awayî wê dewleta Tirk çend sal şûnde guhê xwe ji bangên çareseriya siyasî re bigirta wê berê xwe bidaya modela Srî Lankayê. Gotinên ‘Tişta ku qet kesî bawer nedikir pêk were, heke Srîlankayê ew pêk anîbe, gelo çima em bi ser nekevin’ wê di kulîsên kûr ên dewletê de belav bibûya. Di heman serdemê de bi destê AKP’ê pêvajoyên ‘gavavêtinê’ dema dihate destpêkirin car caran şîrove dihate kirin ku ‘AKP ji aliyekî ve polîtîkaya gavavêtinê dike û ji aliyê din ve jî çoyê Srî Lankayê nîşan dide’. Yan nedizanîn ku li Srî Lankayê lîstikeke wisa tê kirin an jî nedixwestin bibînin. Em ê bibûna şahid ku gavavêtin û muzakere feqek e û parçeyekî operasyonê ye.

Naveroka plana Srî Lankayê ya ku di sala 2006’an de dabû destpêkirin û ‘Plana Çokdanînê’ ya ku dewleta Tirk di dawiya salên 2015’an de awayê wê yê dawîn ava kiribû, gelekî dişibiyan hev.

Ferasetên netewe-dewlet ên tekparêz û zextkar dişibin hev. Heta ku zemîna ku ew li ser in demokratîk û azadîxwaz nebe, hemûyan dibe heman cihî. Him ji hev û him jî ji tecrubeyên dîrokî hîn dibin. Ji ber vê jî dema ku Plana Çokdanînê kete dewrê, gelek analîstên siyasî diyar kirin ku ev dişibe wekî Plana Şark Islahatê ya di salên 1925’an de. Tişta ku di salên 1930’î de li Agiriyê, di 1937-1938’an de li Dêrsimê dihate kirin ma ne ‘Plana Srî Lankayê’ û ‘Plana Çokdanînê’ bû.

Di wan salên Srî Lankayê de hê dewleta Srî Lankayê jî tunebû. Bi navê Seylan mêtingeheke Îngîlîzan bû. Di salên 1990’î de li Kurdistanê 4 hezar gund hatin şewitandin. 17 hezar kes hatin kuştin û kujerê wan nehate tespîtkirin, biryarnameyên sansur û sirgunê hate kirin, bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûn. Tê dîtin ku di salên 1990’î de hê ‘Plana Srî Lankayê’ neketiye dewrê, li ser axa me dihate meşandin. Gotinên ‘Dewleta Tirk ji Srî Lankayê hîn bû, haya wê ji van polîtîkayan tunebû’ ne rast e. Bêguman dewleta Tirk hinek tişt hîn bûye û sûd ji hinek tiştên li Srî Lankayê wergirtiye. Modela Srî Lankayê encama kirinên qetlîamker, tekparêz û rejîmên tehakumê ye. Rejîmên xwedî vê ferasetê him sûd ji vî tiştî stendine û him jî tevkarî lê kirine. Ji ber vê jî plansazên ‘Rûxandin û hilweşandinê’ û ‘Plana Çokdanînê’ sûcdar in û ne tekane sûcdar in. Divê hevkarên wan ên dîrokî û aktuel jî were dîtin.

Qanûna ‘Tûnç’ê ya rejîma dewleta Tirk tişta nayê xuyanî ya meseleya Kurdan e. Xweseriya her serdemê hebe jî ruhê wê wekî hev e. Konseptên hatine ferzkirin jî bi gelek aliyên xwe ji ya Srî Lankayê kûrtir û berfirehtir e. Lê li holê ye ku şibandinên wan ên serdemî jî heye. Ji ber vê jî fêmkirina Plana Srî Lankayê û Plana Çokdanînê û danberheviya wan bi kêrî me were ku li hemberî me çi heye. Çawa ku Kumaratûnga û Rajafakse şopdar û hevalên hev in, Çîller û Erdogan jî rêveberên heman hevkariyê ne. Bi her du mînakan re, şibiyane hev. Lê gelo Srî Lanka ku der e? Tamîl û gelê Kurd dişibin hev an na?

GIRAVA ‘DILOPA HÊSIRAN’ A KU DU GEL LÊ DIJÎN

Bi qasî 20 mîlê behrê li başûrê Hindistanê ye. Dema ku mirov li ser nexşeyê lê dinihêre, dişibe wekî dilopa hêsiran. Nifûsa îro ya giravê bi qasî bîst milyonan e. Li giravê du gelên sereke hene. Li Bakur û piçekî be jî li rojhilatê wê Tamîl, li başûr, navîn û rojavayê wê jî Sînhal. Gelek çavkaniyên dîrokî diyar dikin ku ev her du civak Beriya Mîladê di sedsalên 5 û 3’an de ji Hindistanê koç kirine. Civaka Sînhal xwe dispêrin Aryeniyê. Tamîlî jî diyar dikin ew ji koka Dravîda ne ya ku şaristaniya Hîndû afirandiye û zimanê wan jî di malbata zimanê Dravîda ye. Sînhalî Bûdîst Tamîl jî Hîndûyî ne. Ji xeynî civaka Tamîl , civaka Tamîlên Hindistanê hene yên ku di sedsala 19’an de ji bo plantasyona çay û qehweyê de werin xebitandin, mêtingerên Îngîlîz ew anîne. Ev gel bêtir li herêmên plantasyona çay û qehweyê hatine bicihkirin. Wekî koçber û karkerên demdemî hatine dîtin.

Mêtingeriya li ser Srî Lankayê di sedsala 16’an de pêk hat. Portekîzî hêza mêtinger bûn. Dema mêtingeriya Portekîzan derkete holê, li ser vê axê sê kraliyet hebû. Dudu jê ya Sînhal yek jî ya Tamîlê bû. Kraliyetên Kotte û Kandy ya Sînhaliyan bû, kraliyeta Jaffnayê jî ya civaka Tamiliyan bû. Tamîlî di sedsala 15’an de piştî demeke kurt ketibin bin serweriya Sînhaliyan jî, bi sedan salan xwedî rêveberiyên xwe yên serbixwe bûn. Piştî mêtingeriya Portekîzê hêza mêtinger a duyemîn jî Hollanda bû. Ev pêvajo bi qasî 150 salan domiya.

Di serê salên 1800’î de, Îngîlîzan Hollandî qewirandin û bûn hêza mêtinger a dawîn. Heta sala 1948’an ku serxwebûna giravê mêtingeriya Îngîlîzan domiya. Li giravê ya ku di bin mêtingeriya Îngîlîzan de bû gel li gorî cihêtiyên xwe yên etnîk û dînî hatibûn bicihkirin. Ligel ku piraniya giravê Sînhalî bûn, Sînhaliyan xwe di rewşeke dezavantaj de didîtin. Di peywirên raya giştî de jî bêtir Tamîlî hebûn.

LI GORÎ SÎNHALIYAN TAMÎLÎ LI GIRAVÊ MÊVAN IN

Di warê nifûsê de ji sê paran du par Sînhalî ne, di warê erdnîgariyê de jî xwedî axeke mezintir in. Xwe wekî xwediyên giravê dibînin. Li gorî wan Tamîlî piştî wan hatine giravê. Ev jî dibû sedem ku ew bibin xwediyê malê û Tamîlî jî koçber û mêvan bin. Ji ber ku Aryenî bûn, ev jî dibû sedem ku ew li jortir bin. Di salên 1940’î de propagandaya Naziyan a ku nijadê Ariyan bilindtir nîşan dida, bi kêrî wan jî dihat. Ji ber ku ew xwediyê giravê bûn û Aryenî bûn, nexwe divê serweriya wan a li giravê li gorî vî tiştî pêk bihata.

Sînhalî ji dêvila ku mêtingeriya Îngîlîzan bi dawî bikin û vî tiştî bikin firsenda demokratîk, xwe şibandin serdestên xwe yên mêtinger. Ev pêvajo ne dûrî Îngîlîzan bû. Wekî ku li Hindistan û Rojhilata Navîn tê dîtin, Îngîlizan zemînên şer ava dikirin û xwe vekişandibûn. Tişta li Srî Lankayê jî pêk dihat ji vî tiştî ne cihêtir bû. Bi serxwebûnê re Sînhaliyan hêza xwe ya zêde bi kar anîn û ji bo ku hemû qonaxên dewletê bi dest bixin, zend û bendê xwe badan. Civaka Sînhalî ji bo peywirên nû yên raya giştî hatin hilbijartin. Avadaniya ademî merkeziye dibû avadaniyeke hişk a ku Sînhalî di navenda wê de ne. Ev kirin di nav civaka Tamiliyan de dibû sedema acizî û protestoyan jî, Sînhaliyan nedixwestin vê rewşê bibînin û dixwestin binpê bikin. Tamîl ên di warê nifûsê de kêm bûn, di parlementoyê de jî têra xwe nedikarin di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin. Tamîliyan qebûl nedikirin ku Sînhalî dest daynin ser dewletê û ew ji daîreyên dewletê û rêveberiyên herêmî werin vederkirin. Pê re jî nedihat hesabê wan ku Bûdîzm bibe dînê dewletê, bi nasnameya wan re baweriya wan jî were pûçkirin. Piştî Îngilîzî êdî zimanê dewletê Sînhalî bû û zimanê Tamîliyan hatibû asta ku ji sazî, kar û jiyana civakî were avêtin. Tamîliyan dixwestin ku ev mafên wan ên herî bingehîn were naskirin. Bersiva vî tiştî jî bû domandina polîtîkaya Sînhalîzekirinê.

DESTPÊKIRINA ŞOREŞGERÊN TAMÎLÊ…

Piştî sedsala 16’an êdî girav bi navê Seylanê dihate naskirin. Di sala 1972’an de ji ber polîtîkaya Sînhalîzekirinê navê giravê kirin Srî Lanka. Di salên 1970’î de rêjeya Tamiliyên di saziyên dewletê de dixebitin bûbû ji sedî 6. Wê ne şaş be ku ev jî Tamîliyên ‘maqûl’ in. Rêveberiya Sînhalê avadaniya dewleta nû ferz dikir, Tamîliyên ji bo mafên xwe yên sereke israr dikirin jî li hemberî vî tiştî li ber xwe didan. Ji bo şikandina vê berxwedanê û civaka Sînhaliyan li dora polîtîkaya nijadperest a civaka Sînhalê kom bikin, rêveberiya dewletê çalakiyên provokatîf xist dewrê. Ji ber vê jî li bajarên cihê Tamîlî û Sînhalî ketin ber hev û gelek kes mirin û birîndar bûn.

Li hemberî qetlîamên li ser wan Tamîliyan bersivên biçûk didan. Piştre di nav Tamîliyan de fikra, ‘Ev rewş wisa nadome’ belav dibû. Pilingên Tamîlê yên Nû (TNT) di sala 1972’an de hate avakirin. Di sala 1976’an de xwe dîsa birêxistin kirin û bi navê LTTE avabûna xwe îlan kirin.

Di sala 1974’an de ciwanekî 17 salî yê endamê Federasyona Xwendekarên Tamîlê ji bo ku nekeve destê polîsan, jehra sîyanurê ya li ba we vexwar û xwe kuşt. Di kelepora şoreşgerî ya tevgera Tamîliyan de ev bû destpêkêk. Milîtanên wan dema ku li ber dîlgirtinê bûn, kapsulên sîyanurê dixwarin û dawî li jiyana xwe dianîn. Ji ber vê jî Srî Lankayê heta demeke dirêj derbarê LTTE tu agahî bi dest nexist. Heta têkçûna leşkerî ya di sala 2009’an de milîtanên Tamîlî ji bo ku bi saxî nekevin destê dijmin bi vî awayî dawî li jiyana xwe dianîn.

Beriya hilbijartinên sala 1977’an Tamîliyan êdî banga dewleteke serbixwe û sosyalîst dikirin. ÛNP a ku wekî namzetê desthilatdariyê diket hilbijartinê bi gotinên Sosyalîzma Demokratîk û çareseriya doza Tamîlê dianî ziman. Hinek Tamîliyan ji ber van gotinan dengê xwe dan ÛNP’ê. ÛNP dema ku di hilbijartinê de bi ser ket, du Tamîlî kir wezîr. Piştî hilbijartinê ji bo têkbirina Tamîliyên ‘cudaxwaz’ yekîneyên leşkerî şandin Jaffnayê. Li hemberî mûxalefeta Tamîlê tevdîrên tund xistin dewrê û hevoka ‘Em ne li dijî Tamîliyan in, em li dijî LTTEyê ne’ zêde gotin. Li qedemeyên bilind ê dewletê peywir dabûn wezîrên Tamîlî yên ‘maqûl’. Vê argumana ne dûrî axa Tirkiye û Kurdistanê bû gelek caran dihate gotin, pêşeroja welat di bin gefan de ye, li hemberî îxtîmala parçebûnê tevdîrên xurt divê. Di sala 1978’an de bi guherîna destûra bingehîn re pergala serokatiyê kete dewrê. Serok êdî desthilatdarê mutleq bû û bi vî awayî wê her tişt bi lez pêk bihata.

JEOPOLÎTÎKA TEVLIHEV A SRÎ LANKAYÊ

Welatê herî nêzik ê Srî Lankayê Hindistan e û xwedî avadaniya îdarî ya eyaletan e. Li Başûrê Hindistanê eyaleta Tamîl Nadû heye. 50 milyon Tamîlî li vê eyaletê dijîn. Bi tenê erdnîgariya vê eyaletê du caran li girava Srî Lankayê ye. Bakurê Srî Lankayê jî di warê dîrokê de ev ax e ku Tamîlî lê cih bûne. Sînhalî yên xwedî feraseta netewe-dewletê ev rewş wekî gefekê ji xwe re didîtin. Li gorî wan heke Tamîlî bi ser bikevin wê ev tişt bibe serfiraziya Hindistanê û welatê Hindistanê wê bi hêsanî Srî Lanka daqurtanda. Ji ber vê jî meseleya Tamîlê meseleyeke ewlekariya neteweyî bû û divê bihata binpêkirin.

Hindistanê jî dixwest Srî Lankayê di bin kontrola xwe de bigire. Heke ev welat têkiliyê bi welatên reqîbê wan deyne û têkeve bin bandora wan, wê ev tişt ji bo wê bibe gef. Li hin cihan piştgirî dan LTTE, derfet hate avakirin û carinan jî ajotin ser wan. Dawiya dawîn Hindistanê Tamîlî li erdê hişt û bû hevkarê veşartî yê pêvajoya qetlîamê. Ji bo ku Srî Lanka nebe axeke li dijî Hindistanê ev tişt pêwist hatibû dîtin.

QADA ŞER A DYE Û ÇÎNÊ

Ji aliyê din ve Pakistanê jî di warê dîrokî de giringîya jeopolîtîk a herêmê tevlihevtir dikir. Pakistanê her dem û di her astê de piştgirî da rêveberiya Srî Lankayê. Çîn jî di nav vî karî de bû. Çînê ji bo veguheztina petrolê û ewlekariya wê girava Srî Lankayê ji xwe re wekî baregeheke neteweyî ya stratejîk didît. Ji bo ku ji nêz ve hebûna xwe bi Hindistanê bide hîskirin û li Behra Hîndê hebûna xwe nîşan bide, Çînê girîngiyeke mezin dida girava Srî Lankayê.

Ji bo DYE û mutefîkên wê jî vê girava biçûk gelekî girîng bû. Dema mirov rêwîtiyên dirêj ên behrê dida ber çavan, ev lengergeheke xwezayî û xwedî roleke duryanê bû.Yek ji qada ku berjewendiyên DYE û mutefîkên wê li dijî yên din bû Srî Lanka bû. Rêveberiya Sînhalê jî geh xwe nêzî yekî kir geh jî nêzî ya din bû. Geh tifaqên eşkere û geh jî yên veşartî kir. Xwest sûdê ji nakokiyên hêzan werbigire û di waê bazarkirina rewşa jeopolîtîk de tu sînor nas nekir.

SIYASETA HEVSENGIYÊ YA HINDISTANÊ

Heke eyaleta Tamîl Nadû ya Hindistanê bi giştî di bin bandora LTTE de bûya, dibe ku her tişt cihê bûya. Rêveberiya Hindistanê jî hay ji vî tiştî hebû û bi kontrol tevdigeriya. Heke LTTE hikum li eyaleta Tamîl Nadû bikira, dibe ku ev tişt ji bo Hindistanê jî gefeke mezin bûya. Hindistan ne ji ber ku zext li ser gelên Tamîlî heye, ji ber sedemên siyasî û ji bo berjewendiya xwe nêzî wan dibû. Carinan destûr dida ku li ser axa wan kampê veke carinan jî li hemberî wan dijminatî dikir.

SIBÊ:
-Dema pêvajoya Kûmaratûnga xera bû, gotin ‘Em xapandin’
-Pêvajoya ku Yekîtiya Ewropayê, LTTE xist lîsteya ‘rêxistinên terorîst’
-‘Hevdîtinên li Osloyê’ yên di navbera Tamîl û Srî Lankayê…