MLKP: Cejna zimanê Kurdî li hemû gelê me re pîroz be!

MLKP’ê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa zimanan e. Lê herî zêde ew şoreş şoreşa zimanê Kurdî ye.”

MLKP’ê bi daxuyaniyekî nivîskî Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelan pîroz kir.

MLKP Kurdistan diyar kir ku 15’ê Gulana 1932’yan Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe di qada têkoşîna zimanê de li dijî pergalên mêtinkar, dagirker û bişavkeran kovara Hawarê derxistin. Ew roj ji 15'ê Gulanê ji sala 2006'an virde wekî fermî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Lê, ji roja ku kovara Hawarê derketiye heta roja îro jî 15 Gulanê bi çalakîyên cûr be cûr wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di dewama daxuyaniya xwe de MLKP ev tişt got:

“Di serî de dewleta Tirk, ji aliyê dewletên dagirker, nijadperest û bişavkeran li ser zimanê Kurdî gelek zilm û zext hat lê kirin û hêj jî ew zilm û zext berdewam e. Bi rûmeta gelekê ve hat lîstin. Bi şêwazên dij-mirovatê zimanê Kurdî hate qedexekirin. Gelek Kurd ji ber ku zimanê dayîka xwe daxivibûn hate qetilkirin, ji êşkenceyên herî dijwar ve rû bi rû man, dehan salan di zîndanê de man… Ew zilm û zext hêj jî berdewam e.

Di heman demê de jî li dijî wan, di hemû qadên têkoşînê de berxwedanek dîrokî hêj berdewam e.

Emê vê berxwedanê bigihijinin asta serkeftinê.

Ji bo gelê me yê Kurd qasî berxwedanan deskeftinên nû jî rojevêde ne. Ji wan yek jî Şoreşa Rojava ye.

Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa zimanan e. Lê herî zêde ew şoreş şoreşa zimanê Kurdî ye.

Em vê berxwedana gelê xwe slav dikin. Divê em xwedî destkeftênên xwe derkevin. Di hemû qadan de zimanê Kurdî pêş bixin.

Cejna zimanê Kurdî ji hemû gelê me re pîroz be.

Dîroka me ya Berxwedanî di Zimanê me de ye. Xwedî li Derkeve!

Zimanê me Rûmeta me ye. Em Xwedî li Rûmeta xwe Derkevin!”