'Min xwest bi vê destanê lehengiya keça Kurd bidim pêş'

Rastiya şer û berxwedanê di nava Kurdan de bi awayê çîrok, destan, helbest û dengbêjî hatiye nîşandan. Bêguman ev yek bi destanên evînî û hezkirinê hatine honandin. Destana 'Keska Geliyan û Qenco' mînakek ya vê rengdanê ye.

Bingehê Wêjeya Kurdî ya kevnar xwe dispêre destanan. Destanên Kurdên qehreman bi devokî ji nifşan derbazî nifşên din bûye. Yek ji wan destanan, destana bi navê Keska Geliyan û Qenco ya ku mamosta Mele Şîrîn Çetîn nivîsandiye ye.  

Mele Şîrîn Çetîn yek ji mamostayên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ye. Di bingehê perwerdeya wargehê de yek ji mamostayên herî zêde ked û têkoşîn dayî ye. Di hêla rêziman û wêjeya Kurdî de zanîn û lêkolînên wî yên berfireh hene û ji bo qada perwerdeya wargehê bi dehan pirtûkên Zimanê Kurdî çêkiriye. Her wiha di derbarê pirtûka xwe ya bi navê ‘Destana Keska Geliyan û Qenco’ de jî ji ajansa me re axivî.

'MIN HER TIM DIXWEST VÊ DESTANÊ BINIVÎSÎNIM'

Çetîn li ser nivîsandina vê pirtûkê wiha ji me re got: “Ev demek dirêje lêkolînên min di derbarê ziman de heye. Ji destpêka vebûna dibistanên me heta niha  girêdayî zimanê Kurdî; wêje, rêziman û dariştin, bi alîkariya hevalên xwe yên komîteya perwerdê me pirtûk nivîsandin. Min gelek caran dixwest em pirtûkek ji van cudatir jî binivîsînin. Di xeyalên min de hertim nivîsandina vê destanê hebû, hê jî di  biçûkatiya xwe de min destanek bi navê ‘Keska Geliyan’ ji mezinên xwe û derdora xwe bihîstibû. Ji ber ku ev destan li herêma Botanê derbaz dibe, min bi zanîn û lêkolînên xwe yên di derbarê wê herêmê de ev destane bi encam kir. Di destanê de lehengî û hişmendiya keça Kurd pir bala min kêşabû. Li ser vê yekê di salên 2019-2020’an de min dest bi amadekariyên vê pirtûkê kir.”

Mele Şîrîn Çetîn li ser çapkirina  pirtûka xwe ev zanyarî parvekir û wiha berdewam kir: “Li şûna em pirtûkan ji zimanê biyanî wergerînin zimanê Kurdî, min xwest em bi xwe pirtûkên bi zimanê xwe bi afirînîn. Ji bo çapkirinê destpêkê rêveberiya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay xwestin bibin alîkar, lê di wan deman de ti derfetê ku bikarin pirtûka min çapbikin tinebû. Piştî ku rêveberiya perwerdê ya wargehê li vê destanê guhdar kir, hêjayî çapkirinê dîtin. Di sala 2020’an de bi alîkariya rêveberiyê me dest bi çapkirinê kir.”

Mele Şîrîn bal kişand li ser lehengiya keça Kurd a di destanê de û wiha rave kir: “Min xwest bi vê destanê rastiya hişmendî, wêrekî û lehengiya keça Kurd bi taybet keça Botanê raxînim ber çavan. Ji ber ku ew zîrekiya keça Kurd ya ku hertim ji nedîtî ve hatî, di vê destanê de derdikeve pêş.”

Çetîn behsa rewşa nivîskarên Kurd yên di roja me ya îro de jî kir û wiha nirxand: “Di roja me ya îro de piraniya nivîskarên me berê xwe dane nivîsandina pirtûkên romanan. Destanên ku berê weke bingehê wêjeya Kurdî dihatin dîtin, niha tu kes xwedî lê dernakeve. Bi vê destanê re min xwest carek din bizivirîn ‘Destanên Kurdiya Kevnar’. Sedemê ku min ber bi çapkirina vê pirtûkê ve birî ev bû û di heman demê de ez vê armanc jî dikim.”

'EV DESTAN RASTIYA DÎROKA KURDAN RADIXE PÊŞ ÇAVAN'

Mamosta di berdewamiya axaftina xwe de li ser dîroka Kurdan şibandinek wiha kir: “Dema ku mirov li vê destanê guhdar dike, dibîne ku ji aliyê dagirkeran ve êrîş li ser keça Kurd tê kirin. Lê ya ku vê êrîşê bi awayek serkeftî vala derdixe jî dike keça Kurde. Di destanê de kesê dagirker wek ‘Mîrê Cizîra Botanê’ tê dîtin. Ji xwe ji sekin û êrîşkariya wan jî diyar dibe. Lê tê dîtin ku ev dagirker li hemberê lehengiya keça Kurd dikeve nava felaketekê de û têkçûnek pir mezin jiyan dike.”

Çetîn îşaret bi gotinek xwe ya di pirtûka nivîsandî de kir û wiha pêde çû: “Piştî ku şer di navbera gelê Botanê û Mîr de çêdibe, pismamê Keskê ‘Qenco’ yê ku di heman demê de heskiriyê wê ye birîndar dibe û bi hezaran kes tên kuştin, Keska Geliyan diçe gel Mîrê Botanê û wiha dibêje: ‘Tu mîrek ewqas mezinî, te ewqas hêz anî ser vî gelî û ewqas mirin çêbûn. Min digot tu mirovek zanayî, lê tu gelek nezanî. Xwezî gava ku min navê te bihîstî min tu nedîtiba. Eger tu mîrê Botanê û xwediyê hêzek ewqas mezinî, te xulamek yê xwe şandiba ezê ji xwe hatibam, pêwîst nedikir tu ewqas mirov bikujî. Lê ez bi şertekê têm. Qasî ku malbata min jî wekî te bibin xwediyê navek mezin, pêwîste tu ewqas zêr bînî û di heman demê de ji bo hemû gelê Botanê bidî cil û berg. Piştre çil rojan bimîne bendê ku em xwe amade bikîn.’ Tu kesê nedizanî ji bo rawestana şer Keskê ev şert daniye pêşiya Mîr. Malbata Keskê û Qenco pir ji wê aciz dibin, dibêjin ku Keskê di berdêla hindek zêr û cil de em firotine Mîr. Lê Keskê bêdengiya xwe xirab nake û li bendê dimîne heta ku Mîr xwestekên wê pêktîne. Piştî ku ev xwestek bi cih hatin, Keskê ew tişt hemû komkir û got ku ‘ev zêr yên vê axê ne, min ji ber axa xwe ve xwestibû ne ji ber xwe, ev cil û berg jî ji bo wê ye da ku hûn li ber xwe bikin.’ Li ser vê yekê jî Qenco wiha ji Keskê re dibêje:

“Dotmama min a pir ciwan,
Mehek li min bû çerx û sal,
Hertim ez rûniştim li mal,
Ez ne gihiştim hikmetê.”

Keskê jî wiha lê zivirand: 
“Pismam ez dizanim webû,
Sebr û hêz te peyda nebû,
Bawerî te bi min nebû,
Ji ber wê ketî zehmetê.”

Qenco dubare lê zivirand:
“Keska mala tu her weyî,
Hem bi soz û hem zanayî,
Roniya van çavên heyî,
Bê te naxwazim cenetê.”

Keskê:
“Tu yarê minî bi salan,
Rûne rex min wek caran,
Ti caran neke mitalan,
Bi tere me ta axretê…”

Dema ku ez dixwînim, ruxmê ku min nivîsiye jî, lê ez dîsa jê bandor dibim, zarokatiya min tê li ber çavên min.”

Mele Şîrîn di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku ji bo pêşerojê hewldanên wî yên cuda jî hene. Li gorî nêrînên wî, ew dixwaze bi nivîsandina destanên kevin heskirina ku di gelê Kurd de hatî kuştin dubare zindî bike û rastiya ku Kurdan jiyankirî raxe ber çavan.