Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo hate avakirin

Hêzên Leşkerî ya Qamişlo, avakirina Meclîsa Leşkerî ya xwe ragihand.

Hêzên Leşkerî ya Qamişlo, bi merasîmeke li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo ragihand.

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Leşkerî, Nûnerên Rêveberiya Xweser û rûspî û gel tevlî merasîma îlana Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê bûn.

Fermandarên QSD‘ê Piling Qamişlo axivî û anî ziman ku piştî tinekirina DAÎŞ‘ê di aliyê leşkerî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan di têkoşîna bi DAÎŞ’ê re ketine qonaxeke nû. Qamişlo destnîşan kir ku QSD di demek wiha girîng de wê xwe ji nû ve saz bike û ketine qonaxeke hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin.

Piling, bal kişand ser erkên meclîsa leşkerî ya li herêmê, erka wan a sereke parastina herêmê ji terorê û alîkarîkirina welatiyên herêmê û ewlekariya wan e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis jî axivî û avakirina Meclisa Leşkerî ya Qamişlo li şervanan, malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Qamişlo pîroz kir û diyar kir ku QSD, YPG û YPJ‘ê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ‘ê ji cîhanê re diyar kirin ku vîna wan ji bo parastina herêmê ti carî naşkê û tîpên zêrîn di dîroka berxwedanê de xêz kirin. Yunis destnîşan kir ku armanca wan Sûriyeyek demokratîk e, ji bo wê pêwîstî bi hêzekî wiha hatiye dîtin. Yunis serketin ji bo meclîsa ku wê ewlekariya herêmê bikin re xwest.