Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê li ber lihevkirina Hewlêr-Bexdayê rabû

Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bi daxuyaniyekê lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kirin û destnîşan kirin ku bi navê jinên li herêmê ew ê nirxên hatine afirandin heta dawiyê biparêzin.

Têkildarî peymana rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, Meclîsa Jinên Ereb a herêma Şengalê, li gundê Bîrcalê yê bajarokê Medîbanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hewldanên fitne û xerabiyê yên dema dawî li herêmê tên kirin û hate ragihandin ku hedefa desthilatdarên mÎna PDK'ê ew e ku ewlehiya Şengalê têk bibin û pêşî li vegera gelan a li warê xwe bigirin.

Meclîsê diyar kir ku piştî herêma wan ji aliyê hêzên wan ên bi navê Nesir El Mûbîn ve hate rizgarkirin, bi berxwedanî û lehengiyeke mezin pêşî li qirkirin, terorê û fermanê hate kirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Armanca lihevkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ew e ku bi komplo û lîstikan careke din îradeya gelan bişikînin. Pêkhateyên herêmê xwe li dora fikrên Rêberê Gelan Rêber Apo şoreşek pêk anîne û xwe bi rêxistin kirine. Lewma ev hewldanên tên kirin ji bo çavtirsandina gelan."

'LIHEVKIRIN DIKARE BIBE SEDEMA QIRKIRIN Û FERMANÊN NÛ'

Di daxuyaniyê d bi navê Meclîsa Jinên Ereb, lihevkirina li ser Şengalê hate şermezarkirin û hate gotin, "Em vê lihevkirinê qebûl nakin. Ev lihevkirina PDK û Bexdayê rê li ber qirkirin û fermanên nû vedike. Çawa ku sala 2014'an dest avêtin jinan û hatin firotin, ev lihevkirin jî rê li ber vê yekê vedike. Jin îro bi fikrê Rêber Apo xwe nas kiriye, bi rêxistin kiriye û tevlî her qada jiyan û siyasetê bûye. Lewma jin dikarin civakeke demokratîk ava bikin."

'HÊZA NESIR EL MÛBÎN TEMSÎLA HEBÛN Û VÎNA ME YE'

Meclîsa Jinên Ereb herî dawî jî li ser nirx û hebûna hêzên Nesir El Mûbîn ev daxuyanî da: "Hebûna hêzên me Nasir El Mubîn temsîla hebûn û vîna me ye. Bi yekîtî û biratiya navbera  ciwanên  pêkhateyên Ereb û Êzidî ev hêz hat avakirin. Bi saya şehîdên me yê qehreman, di kesayeta Nazê Nayif de ku ji bona me bûye dengê berxwedanê û her wiha Nûjiyan, Hebûn, Ronahî û bi hezaran şehîden me yên jin ku xewn û xeyalên wan bû ku Iraqek demokratîk û Şengalek xweser ava bibe. Herî dawî jî em wek jinên vê herêmê ev nirxên ku hatine avakirin em ê her dem  biparêzin. Em ê di her demê de li pêşiya leyistok û biryarên wiha bisekinin."

Daxuyaniya meclîsa jinên Ereb yên Şengalê bi şiyara "Bijî berxwedana gelan" û "Bijî hêza me ya Nesir El Mûbîn" bi dawî.