'Meclîs cihê kuştina îradeyê ye, boykot soza şoreşgerî ya civakê ye'

Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku parlamenta Îranê bi rewşa xwe ya heyî veguheriye cihê kuştina îradeya gelan û got, tevlîbûna li hilbijartina parlamenteke wiha tê wateya pejirandina kuştin, darvekirin, nelirêtî û krîzê. Bêrîtan ji bo boykotê bang kir.

Di 21'ê Sibatê de wê li Îranê 11'emîn hilbijartinên giştî yên parlamentê pêk werin. Lê belê ji ber zext û zordariya rejîmê, her wiha redkirina gelek namzetan û kiryarên antî-demokratîk, KODAR û PJAK'ê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku wê hilbijartinê boykot bikin. Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Beriya her tiştî hûn nêzîkatiyên dagirkerane yên pergala hegemonîk a komara Îslamî ya Îranê li hemberî feraseta demokrasiyê çawa dinirxînin?

Di pêkhateya komarî de komek rêveber bi rêya hilbijartinê têne ser kar. Sîstema Komarî jî yek ji modêlên dewletgeriyê ye, yan jî nebe ku weke demokrat binasin û bê pênase kirin lê ji aliyê demokrasiyê ve vekirî ye. Di egerê demokratîzebûnê de çend cûreyên ji hev ciyawaz ên siyasî û neteweyî bi awayê pêkhateyekê wekhev û yekitiyekî demokratîk, di projeya siyaset û biryar dayînê de beşdarî dikin. 

Di sîstemekê de meclîs bi giştî navendeke li ser bajaran ku bi awayekî ne rasterast, bi rêya nûnerên xwe yên ku hatî hilbijartin dikarin di projeya siyasî ya welat de beşdar bin. Her wiha meclîs cihê raman û qalkirina daxwazên gelên ciyawaze di çarçoveya sîstema komarî de cih digre. Di heman demê de nûneran jî derbaskirina hêza îfadeya hizir û asta îradebûna gelan cûda dikin. Di wateyeke din de nûnerê îradeya siyasî ya gel in. Li gorî wê jî her cure meclîsek ku di nava pêkhateya dewlet de cih bigire, eger li gorî forma komarî jî be bêguman nikare cihê meclîsa komînalî ya gel ku şêwazekî konfedralîstî û nedewletiyê bigire. Ji ber ku dewletan, em bigirin ji îdealtirîn rewş û forma xwe de bin jî lê tenê dikarin mercên çend cure ji demokrasiyên çînayetî, rêjeyî, hilbijartinî û sînordar dabîn bikin.

Zanistên taybet û hilbijartinên desthilatdaran zêdetirin ji dereceyên desthilata wan a ku di destên xwe de girtîne. Her wiha gotinên yekem dikin ku sîstema dewletan bi têgihiştina xwe, li ser bingehê dabeşkirin û ji bo xwe peregirtinê siyaset dikin û pêşveçûnan dikin. Rê nadin demokrasiyê ku bi awayekî giştî li siyasetê temaşe nakin, nikarin tevgerên rast, gelemperî û gelan di nava xwe de bigirin û beşdar bikin. Lê demokrasiya radîkal a gelan curek demokrasiyê ye ku bi temamî ciyawaze ji banga dewletê ya ji bo demokrasiyê. Mijarek din ew e ku komara demokratîk dikare sîstemekî guncaw be ji bo pêkanîna daxwazên gelan bê hewcebûna dewletê, ne bi destxistina hebûna siyasî ya di navbera asta ciyawaziyên dewletî. 

Cewher û naveroka Komara Îslamî ya Îranê li gel pênaseya demokrasiyê di nava dijberiyê de ne, ji ber ku di komara demokratîk de bingehê esasî li ser daxwaz û xwestekên gelên ciyawaz yên ku li wî welatî dijîn sûd û şekil digrin. Bi wateyek din daxwaz û xwestekên gel rewatiya xwe heye ku dewlet tenê li gorî rêzgirtina vê rewatiyê û hizirîna ku ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin nêzîk bibe, lê di Komara Îslamî ya Îranê de, berevajî vê yekê tê dîtin. Di wateyek din de daxwazên gelan ti bingeh nîne tenê beşdarbûna rewatiya girseyî ya ji bo rewatiya peydakirina sîstemê bi bingeh digre. 

Beşdarbûna bi formalîte ya li hilbijartina meclîsê bi zelalî diyare. Rayedarên pergalê civakê wek obje û amûrekî bênirx dibînin û wisa dizanin ku di bin navê xizmetkirina ji bo dewletê ku li gorî têgihîştina wan ew navenda têgihîştin û rewatiyê ne, sûdê ji civakê bigirin. Ew cure nêzîkatî cureyek a xirab a bikaranîna civakê ye ku weke amûr dinirxîne. Her wiha tê wateya ku civak di proseya biryargirtinê de tevlîbûneke azad û dilxwaz çêneke.  

Nûnerên Meclisê jî li vir dibe parçeyek ji amûrê lehîstinê, di hilbijartinên berê de jî parlemantoya Îranê bi berdewamî bûye amûrek ya ji bo rakêşana kesayetiyên jêhatî û xwedî bondoriyek li ser her navçeyek ya dibin desthilata sîstemê de bû. Bi domdarî hewldidan ku kesayetiyên bi bandor yên eşîran û êlên mezin yên bi nav û deng bikêşin meclisê ji bo kontrolkirinê û bi van kesan, li hemû wan navçeyên ku nûnertiya wan dikin bikêşine nava desthilata navendî. Bi vê ve girêdayî, dilgiraniya serekî ji cudabûna dewleta navendî ya Îranê, avakirina welatekî yek netewe, yek ziman, yek mezheb û yek rêveberî bûye. Têgihîştina girîngiya hewldanên dewletê ya ji bo desteserkirina nûnerên bajar û navçeyên sînorî mijarekî sade ye, bajarên mezin jî hertim bi rêya bikaranîna çîna navendî ku di hesreta bidestxistina pêgehekî nav dewlet û bidestxisrina desthilatekî zêdetirin, weke meydana rikaberiya hilbijartinan. Germahî û kelecana bazara hilbijartinê ya li van bajaran de, vê derfetê daye dewletê ku bi vî awayî nîşan bide qaşo ti pirsgirêka welat ya azadiya siyasî nîne, her kes bi keyfxweşî li meydanê ne û tevlî hilbijartinê dibin. Tenê mesref û xercên berbijêran di vê qonaxê de, têra çareserkirina gelek ji pirsgirêkên aborî yên gel dike. Hinek car jî çavkaniya pere û lêçûna van hilbijartinan ne diyarin û wisan tê dîtin ku navend û hindek aliyên din hewldidin ku atmosfera hilbijartinê weke rengekî neteweyî ya pir prolebûyî nîşan bidin. Rêveberên desthilatê tevlîbûna berfireh a gel tenê serbilindiyekê ya ji bo pergalê dinirxînin û vê yekê jî weke jêhatiya xwe ya ji bo rewakirin û pîrozkirina pergala xwe dizanin. 

Ti wextî tevlîbûneke dilxwaz, azad û zanistî ya gel ji bo îfadekirina daxwazên xwe bi rêya nûnerên xwe çênebûye. Di serdema Komarî ya Îslamî de, bi domdarî pîvana girêdayîbûn bi wîlayeta Mutleqê feqî û li hemberî desthilat serî danîn, ji bo derbasbûna namzedan a ji safiyê, şertê bingehîn bûye. Rejîm bi nîşandana meclisekê kû fermanber e û ti rexneyekî cidî li desthilat nake, her wiha koleyê wêlayetî feqî ye, rewabûnê ji bo xwe peyda dikin. Di rastiyê de nûnerên mecliseke wiha ji bo yekdestkirina nasnameyên cuda û pir rengiyên Îranê û rewa kirina sûcên ku ji faşîzma mezhebî çavkaniya xwe digirin û reva girse ya ji siyaset û yekdestkirina siyasetê ya ji aliyê dewletê re re amûrên herî baş û guncaw in. Di dema meclîsê de nûneran karê nûnertiyê weke pîşe û pêgeyekî civakî ji bo xwe dizanin. Kesayetiyên wiha tenê bi xapandina gelan, dengên wan ji bo berjewendiyên xwe bikaranîne. Tu carî nexwastine ku di parlementoyê de xebateke siyasî ya ji bo berjevendiyên gelan pêk bînin. Pir caran yasa û pêşnûmeyên ku armanca wan sînordarkirina azadiyên civakî ne, pejirandine ku ev jî eşkere nîşan dide ku ev parlemento ne cihê tevlîbûna vîna gel e ber ku pergalekî dijî gelan û çewsîner e. Pir nûner hene ku di dema nûnertiya xwe de di bin navê pêdeçûn û îfadekirina pirsgirêkên gelan gavek neavêtine û ji bo karnameyekî bê serêşî û aram li pey xwe bihêlin têkoşîne. Di çavê wan de her cure hewldanek ya ji bo vegotina rexne û daxwazên gelan tê wateya ji dest dana pêgeha wan ya li cem berpirsên bilind ên welat; madem wisaye wê demê di Komara Îslamî ya Îranê de parlemento li beramberî saziyên wêlayetî Feqî her tim bûye cihê serîtewandin, fermanberbûn û xwefirotina kesên girêdayî rejîmê.

Li devereke weke komara Îslamî ya Îranê çima parlamento nikare bibe cihekî xurtkirin û bersivdana daxwazên civakê?

Destpêkê pêwîste ku em bizanin ka parlementoyeke civakî ya rast xwedî çi taybetmendiyekê ye. Parlementoyeke rast, divê ji desthilat û hegemonya îdeolojîk ya komekî serdest dûr be da ku hemû nûner bikarin ji bo vegotina rojev, daxwaz û gotinên civakê, bi şêwazekî azad, berfireh û vekirî çalakiyan pêk bîne. Lê di pergala dewlet-netewe de parlemento di bin hegemonya îdeolojîka ya wan de ye; di wateyekî din de komek li ser partî, rêxistin û aliyên cuda de serwer û desthilat in. Ev jî tê wateya bêbandorkirina nûneran e. Li Îranê desthilata îdeolojîk a nasyonalîzma Îranî a Şîa ku bi navendtiya neteweya Fars û Wêlayetê Feqî ye û li her derê serwer e, li parlementoyê jî serwer e. Dema wisa be di şert û mercekî wiha de, bêbingeh û ji rastiyê dûre ku mirov li bendê be nûnerek peyda bibe ku bikare bi awayekî azad qala daxwazên gelan bike û têkoşîneke siyasî li parlementoyê birêve bibe. Ji ber ku pêdivî û berjewendiyên gel mijareke û armancê bûna nûner jî mijareke din e. Daxwaz û mebesta gelan ji ya nûneran bi temamî dijberî hev e. Gel alîgirê azadiyê ye û nûner jî li ser bingehê sûd wergirtin ji welatiyan, di hewldana qayîmkirina stûnên pergala desthilatdariyê ne. Gel alîgirê demokrasî, wekhevî û edaletê ye lê nûner bi karê gotûbêjkirin û pejirandina yasa û projebiryarên tije ji çewsandinê ve mijûl in. Gel li pey çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî ye û nûner jî li pey dizîkirinê ne ku hesabên xwe yên banqeyê tije bikin. Di rewşekî wiha de bêguman nabe ku mirov qala nûner û nûnertiya rast bike. Di pergalekî wiha de parlemento bûye cihê rewakirina pergalê, ne cihekî ku tê de ji bo wegotina daxwazên rewa yên gel nîqaş bên kirin. Li Îranê parlemento bûye weke malekî ku Wêlayetê Feqî bi şiva makezagon û desthilatdariya xwe ya teokratîk, weke zilamekî zalim desthilatê birêve dibe, niha jî ew zilame çiqasî hewlbide ku wêneyekî erênî û dadperwer ji xwe nîşan bide wê kîjan nûnerê fermanber û kole hebe ku di vê malê de qala azadî û rizgarbûn ji zincîrên koletiyê bike? Bi kurtî li parlementoya welatekî ku hegemonya îdeolojîkî serwer be nabe li bendê bin ku welatî bibin xwedî nûnerên ku xwedî gotin, lêgerê heqîqetê û têkoşer bin. Dema ku tu di bin desthilatdariyekî îdeolojîkî de bî, bi derfetên kêm yê heyî herî zêde tişta ku bikarî bikeyî ewe ku dema mana xwe dirêjtir bikî û xwe bikî heskiriyê desthilatdarên bilind ên pergalê.

Li cihekî ku hegemonyaya îdeolojîkî serwer be li wê derê hêz, enerjî, wate vala diçe û herî dawî jî heqîqet lewaz dibe. Parlementoya Îranê bûye cihê kuştina vînan. Li parlementoya Îranê kîjan nûner heye ku li beramberî çewsandina gelên navçeyekî ku nûnertiya wê dike bi dengê hawara wan qirika zulm û zordariyê bigowişe? Kîjan nûner heye ku başî, berjevendî û mafê civakê nekiribe qurbanê berjevendiyên teng ên ferdî û partiya xwe? Kîjan nûner heye ku maskeya murtediyê nedabe berçavên xwe û li dijî wan hemû zordarî û çewsandinê dengê xwe bilind kiribe? Nûnerên vê parlemntoyê tenê hewldidin ku rastiyan berevajî nîşan bidin. Sedemê wana jî ewe ku ev nûnerane komekin ku ji safiyê re derbas bûne û bi dilê desthilatdarên pergalê ne. Ango endamên rast yên civaka xwe nînin. Desthilat wana dihelîne. Ev nûnerane jî komek ji welatiyên dewlet in ku ji nasnameya cewherî, siyasî û civakiya gelê xwe dûr ketine û bûne amûreke siyasî di destê desthilatdarên jora xwe, nasyonalîstên mezhebgera û navendgerayan.

Çare çi ye?

Rastî ew e ku têkçûna eniya reformxwaziyê, bûyerên kuştinê yên meha Mijdarê û siyaseta nevendgera û çewsîner a rejîmê hemû gelên li nevend û saziyên ser bi dewlet û desthilatê her wiha pergala rêveberiyê jî bêzar kiriye. Yekane rêya çareseriyê rêxistin û avakirina rêxistinên demokratîk ê gelan e ji bo xwebirêvebirina civakê ye.

Di rewşa niha ya Îranê û atmosfera heyî de, yekane kar û helwesta parlemento û saziyên dewletê pînekirina rewa bûna rizî ya pergalê ye û cureyek ji henekên siyasî ye. Tevlîbûn di serîdanîneke wiha rezîl de tenê tê wateya pejirandina çewsandin û bêdengiyê. Cureyek ya xwe xapandinê ye. Dengdayîna nûnerên ku ji flîtreya pergalê re derbasbûne di rastiye de dengdana ji bo erêkirina hemû biryarên ne rewa, gendelî û diziyê, krîza aborî û giranbûyîna pêdiviyên jiyanê, zêdebûna bêkariyê û gendeliya rêveberiyê ye. Erêkirina darvekirinan, qirkirina çandî, kuştinên kiryarên wê nediyar, zêdebûna girtiyên siyasî, xwekujî û zêdebûna rêjeya mirovên girêdayî madeyên hişber û Besîciyan e. Tevlî hilbijartinan bûyîn tê wateya pejirandina desthilatiya Pasdaran, jop û êşkencê. Ji ber wê yekê jî boykotkirina hilbijartinê ne wek bijardeyeke ber ku biryar û sozekî şoreşgerane ye li hemberî civak û ferd. Kesên ku girêdayî vê pîvanê bin dikarin di pêşeroja Îranekî azad û demokratîk de bi awayeke serbilind bijîn û şanazî bikin ku nebûne hevkarê zalim û serweran. Tevlînebûna gel ya di vê hilbijartinê de ji bo Komara Îslamî ya Îranê xwedî vê peyamê ye ku berpirsiyarê hemû krîz û pirsgirêkên heyî yên li Îranê, sûcdarê sereke yê çareser nebûna pirsgirêkên gelan, aloztirbûna rageşiyan û dibetiya êrîşên leşkerî ya li ser Îranê, desthilat û pergal bi xwe ye û em wek gelên Îranê li pişt pergalekî wiha çewsîner de cîh nagirin.