'Me sond xwariye ku em ê tola Mam Zekî hilînin'

Ciwanê Êzidî Zekî Şengalî ku qetilkirina Mam Zekî Şengalî bandor lê kir û tevlî nava refên HPG'ê bû, navê wî li xwe kiriye. Zekî Şengalî diyar kir wî soz daye ku tola Mam Zekî hilîne.

Gerîlayê HPG'ê Zekî Şengalî yê ji civaka Êzidî, navê Mam Zekî Şengalî li xwe kiriye. Gerîlayê HPG'ê Zekî Şengalî qala têkoşîna xwe kir.

Şengalî got, "Piştî fermanê min PKK nas kir. Gelek caran komkujî li civaka Êzidî hate kirin. Demekê piştî tevlîbûna min Mam Zekî Şehîd bû. Bi şehadeta wî re min navê wî li xwe kir. Mam Zekî hîmek bû ku yekîtiya civaka Êzidî pêk dianî. Heval Zekî zarokên Şengalê hemû weke zarokên xwe didît.

Çawa ku bav dest ji zarokên xwe bernade, Heval Zekî jî dest ji me berneda. Keda ku Mam Zekî da me, projeyên ku wî ji bo civaka Êzidî, ji bo gelên Kurdistanê amade kir, hemû ji bo yekîtiya civaka Kurdistanê bûn. Ciwanên Kurd dixwazin di nava civaka Kurdistanê bi taybetî civaka Êzidî de xwe bi rêxistin bikin û bi pêş bixin, divê li ser xeta Zekî di çarçoveya felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de xwe ji nû ve biafirînin.

Mam Zekî ji bo me gelekî xebitî, ji bo me gelekî ked da. Me sond xwariye ku em ê tola Mam Zekî hilînin. Mam Zekî di nava civaka Êzidî de xwedî mîsyoneke gelekî mezin bû. Heval Zekî di dema fermanê de serdana gel dikir û moral dida wan. Gel pê piştrast bû. Biçûya kîjan deverê derî lê vedibû. Jiyan û kesayetiya Hevalê Zekî bi çend gotinan nayê vegotin. Divê em li ser rêya wî bimeşin û armancên wî pêk bînin."

Gerîlayê HPG'ê Zekî Şengalî diyar kir, bi hatina çiyayên Kurdistanê re ew dixwaze di felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwe bêhtir bi pêş bixîne û got, "Armanca hatina min a çiyê ew e ku ne tenê bi gotinê, her wiha bi pratîkê tola xwe hilînim. Bi kedê em ê ji bo gel û civaka xwe bixebitin. Ne tenê ji bo civaka Êzidî em ê ji bo tevahiya gelê Kurdistanê şer bikin. Ji ber ku di felsefeya Rêbertî de cihêkarî nîne.

Min dît ku çiyayên azad devera rasteqîn a têkoşînê ye. Ez ê xwe li çiyayên azad di her mijarê de bi pêş bixînim, ku li van çiyayan ji bo mirov xwe bi pêş bixîne bi sedan, bi hezaran tişt hene. Hevrêtî, sekna hevalan a li vê derê ji ya her deverê cudatir e. Hevrêtî li ser manewiyateke kûr ava bûye."

Gerîlayê HPG'ê Zekî Şengalî destnîşan kir ku armanca wî parastina gelê xwe ye û got, wê ji êrîşan re bêjin 'Êdî bes e' û li dijî êrîşan derkevin.