Mamoste Ayşe hate girtin

Mamoste Ayşe Çelîk ku ji ber axaftina xwe ya gotibû "Bila zarok nemirin" hate darizandin, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, hate girtin.

Mamoste Ayşe Çelîk bi rêya telefonê tevlî bernameya televîzyonekê bûbû û ji ber ku gotibû "Bila zarok nemirin" hatibû darizandin, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, piştî ku dema taloqkirina ceza bi dawî bû, mamoste Ayşe Çelîk çû Edliyeya Amedê. Çelîk li edliyeyê hate girtin û ew xistin zindanê. Ayşe Çelîk keça xwe Deran a 1.5 salî danî gel diya xwe.