Malbata Bûlût şehîdên xwe bibîr anî

Malbata Ehmed Bûlût a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê dijî, bi merasîmekê şehîdên xwe bibîr anî.

Malbata Ehmed Bûlût ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî zêdetirî 20 sal in dijî, her sal şehîdên xwe Kazim Bûlût, Mihemed Bûlût, Adil Goyî (Mihemed Qasim), Emer Qasim, Elî Salih (Adil Goyî), Helîme Kara (Eylem Goyî) û Hazim Bûlût (Gernas Goyî) bi merasîmekê bibîr tîne.

Dema salên 90’î dewleta Tirk ji destê gerîla derbên xurt dixwin, artêşa Tirk jî ji bo tolê hilîne êrîşî sivîl û gundên herêma Botanê dike. Gundê Hilal jî yek ji gundên herêma Botan û welatparêz e.

Ehmed Bûlût jî ji gundê Hilal e û di vê pêvajoyê de gelek êşkence û zilm bi serê wî û malbata wî tê. Di dama leşker davêjin ser gund de, bira û kurmamê Ehmed Bûlût dibin qereqolê bi êşkencê qetil dikin û cenazeyê wan bi du wesayîtan li nava gund digerînin.

Li ser zextên dijmin malbata Ehmed Bûlût koçberî Başûr dibe û herî dawî li Mexmûrê dijî. Di pêvajoya penaberiyê de û heta niha ji hema malbat û xizmên xwe yên nêzîk 7 şehîdan dide.

Malbata Bûlût a her salê weke kevneşopiyê li mala xwe şehîdên xwe bibîr tîne, îsal jî bi merasîmekê şehîdên xwe bi deqeyek rêzgirtin bibîr anî.

‘ŞEHÎD PÊŞENGÊN GELAN IN’

Di merasîmê de Ehmed Bûlût destpêkê şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr anî û got: “Şehîd çiraya li pêşiya neteweya gelê Kurd e. Eger şehîd nebin, têkoşîn nîne. Gelê Kurd keç û kurên xwe di ber şoreşa xwe de, di ber hêz û axa xwe de, di ber namûsa xwe de feda kir. Li ti devera dinyayê têkoşînek bê şehîd, bê zehmetî, bê nexweşî nîne. Her dem şehîd têkoşîna pêşiya gelan e, pêşiya miletên bindest e.”

‘JI ŞEHÎDÊN ME DITIRSIN’

Bûlût bal kişand ser bêrêziya dewleta Tirk a li ser şehîd û gorên şehîdan û wiha pêde çû: “Dewletên dagirker bi taybetî dewleta Tirk ji miriyên me jî ditirsin. Ewqasî ditirsin êdî êrîşê dibin ser şehîdên me. Mesela li goristana Xerzanê zêdeyî 200 cenazeyên şehîdan derxistin birin Stenbolê, niha di destê wan de ne. Gorên şehîdan xera dikin.”

‘EM BI DOZ Û XAKA XWE RE NE’

Ehmed Bûltû diyar kir ku bila dewleta Tirk nebêje ku miletê Kurd wê gavê paşve biavêje. Her demê wê li ber xwe bidin, her tim ew bi hêzên xwe re ne, bi şehîdên xwe re ne. Bûlût got: “Em bihostek xaka xwe, welatê xwe em nadin dewletên dagirker. Em ê bi ser bikevin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta dawiyê serketin wê ya gelê Kurd be. Gelê Kurd wê ji bindestiyê xilas bibin, dewletên xaka me dagir kirine, em ê ji ser welatê xwe derxînin.”

Her dawî merasîm di dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.