Mahîr Amed: Greva birçîbûnê çalakiyeke serhildanê ye

Ji Fermandarên HPG'ê Mahîr Amed bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Greva birçîbûnê çalakiyeke serhildanê ye."

Yek ji fermandarên HPG’ê Mahîr Amed qala berxwedana zindanan û çalakiya greva birçîbûnê kir ya ku di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de hatibû destpêkirin.

Amed derbarê berxwedana li zindanan got ku, “Di serî de tevahî şehîdên şoreşê, ez bi taybet hevalên ku di meha Çileyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevalên ku niha di zindanan de li ber xwe didin, gelê Kurd ê ku niha li kolanan li ber xwe didin, ez hemûyan silav dikim. Li Kurdistanê û tevahî herêmê pêşketinên pir girîng hene. Bêguman navenda van pêşketinan Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo wê jî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li ber xwe dide, şer dike. Êrîşên dewleta AKP-MHP’ê yên li ser gelê me di vê pêvajoyê de di asta faşîzmê de pêk tê. Ji bo wê jî Tevgera Azadiyê pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, Rêber Apo azad bikin, dem dema azadiyê ye’ da destpêkirin."

'BERXWEDANA LI ZINDANAN RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ DIYAR DIKE'

Amed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola berxwedana zindanan a di têkoşîna Tevgera Azadiyê de û wiha got: "Di vê pêngavê de ya ku tevgera me dest pê kiriye, gerîla rolekî esasî û navendî werdigire. Heman demê gelê Kurd li kolanan û bi serhildanan piştgiriyê dide vê pêngavê. Her wekî din li zindanan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Bêguman berxwedana li zindanan di dîroka tevgera me de her tim rolekî girîng lîstiye. Berxwedana zindanan, bi taybetî zindana Amedê ji me re rêbaza têkoşînê, çawaniya rêbaza jiyanê daye diyarkirin. Hevalên di zindanan de di çarçoveya pêngava ku tevgera me destpêkirî û çarçoveya wateya dîrokî ya berxwedana zindanan de bi çalakiya greva birçîbûnê rabûne. Ev çalakiyeke serhildanê ye. Em hemû hevalên ku beşdarî greva birçîbûnê bûne, bi rêzdarî silav dikin.’’

'EM Ê BI TAKTÎK Û ÇALAKIYÊN XWE FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Amed destnîşan kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hevalên wan li zindanan dest bi vê grevê kirine. Fermandar Mahîr Amed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em gerîla, em bi fîzîkî ne ligel hevalên zindanê ne, lê di aliyê ruhî de em li gel hev in. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin berxwedaneke mezin a hevalên li zindanan heye. Ji bo wê em gerîla jî em dixwazin ji pêngavê re bibin bersiv. Pêwîst e sînorên berxwedanê tenê li zindanan û serê çiyan nemîne. Pêwîst e gelê Kurd jî bi awayekî çalak piştgiriyê bide berxwedana li zindanan û pêngava azadiyê. Niha hevalên li zindanan ji bo ku ev pêngav bi ser bikeve bedena xwe kirine mertal ku Rêber Apo demildest azad bibe. Em jî weke gerîla bi çalakiyên xwe yên bi bandor û bi erken xwe yên di çarçoveya vê pêngavê de rabin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, çiqas zor û zehmetî rastî me werin jî em ê bi tarz, taktîk û çalakiyên xwe faşîzma dewleta Tirk bişkînin.’’

'DI OXIRA AZADIYÊ DE EM Ê HER FEDAKARIYÊ BIKIN'

Di dawiya axaftina xwe de Mahîr Amed angaşta xwe ya pêngava azadiyê diyar kir û wiha anî ziman: ‘’Em baş dizanin ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de gelekî qels bûye. Em ê derbeya mirinê di vê demê de li dewleta AKP-MHP’ê bidin. Êdî dawiya dîktatoriya Erdogan û Bahçelî jî wê were. Ji bo wê jî em ê bi rihê berxwedana zindanan beşdarî vê pêvajoyê bibin. Em girêdayîna xwe ya Rêber Apo re û piştgirîdayîna berxwedana zindanan careke din dubare dikin. Ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê çi erk bikeve ser milê me, em ê pê rabin. Heger di oxira azadiyê de bedena me jî were xwestin em ê bidin. Tevahî cihan dizane ku em tevgereke fedaiyên gelê xwe ne. Bi germahiya çiyayên Kurdistanê em hevalên zindanan yek bi yek hembêz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêşî wan dikin.”