MÎT hewl dide li Rojava 'Kembera Tirkan' ava bike

MÎT û Îdareya Koçê dixwazin malbatên çeteyan ên ji komarên Tirkî anîne, li xeta ji 5 kîlometreyî ya li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin û bi vî rengî 'Kembera Tirkan' ava bikin.

Dewleta Tirk dest bi karê 'Tirkkirina' Serêkaniyê û Girê Spî kir, ku her du herêm dagir kiriye. Li gorî agahiyan, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê hin malbatên ji komarên Tirkî anîne Tirkiyeyê, ji bo li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bike ketiye nava liv û tevgerê.

Ev koçberên ji Asya Navîn, ku niha li Stenbol, Hatay, Dîlok û Rihayê li Navendên Stargehê yên Demkî yên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Hundir in, ji bo bi koordîneya îstîxbarata Tirk li xeta Serêkaniyê-Girê Spî bên bicihkirin dest bi kar kirine.

JI ASYA NAVÎN TÎNIN LI XAKA KURD Û EREBAN BI CIH DIKIN

Li gorî agahiyan, MÎT bi gelek malbatên ji ber sedemên cuda ji Tirkistan a Rojhilat, Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacîkistan, Azîkistan, Azbaycan, Efganistanê koçî Tirkiyeyê kirine, hevdîtinan dike.

DESTPÊKÊ WÊ MALBATÊN ÇETEYAN BÊN BICIHKIRIN

Li gorî agahiyan, malbatên ku tê xwestin li herêmê bên bicihkirin ji nava wan kesan tên hilbijartin ku xizmên wan di nava rêxistinên çete yên Tirkiyeyê de ne. Tê gotin ku saziyên Îdareya Koçê, Kizilay û AFAD soz didin wan malbatên li herêmê bên bicihkirin ku wê bi her rengî alîkariya wan bikin.

POLÎTÎKAYA 'KEMBERA TIRKAN'

Tê gotin, ji bo avakirina 'Kembera Tirkan' a li xeta Serêkaniyê û Girê Spî, tê plankirin ku malbatên ji komarên Tirkî wê ji sînor heta bi kûrahiya 5 kîlometreyî bên bicihkirin û yên Sûriyeyî jî ji wê wêdetir bên bicihkirin.

BERÊ JÎ ÇETEYÊN XWE LI SÎNOR BI CIH KIRIBÛ

Dewleta Tirk dema ku dest bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, komên Sûltan Mûrad, Sûltan Suleyman Şah, Sûltan Mehmed Fatîh, Mûntasir Bîllallah û Semerkant ku tê gotin ji 'Tirkmenan' ava kiriye, li deverên stratejîk ên xeta sînor bi cih kiribû.

Tê gotin ku sedema vê taktîkê jî Mutabaqata Edeneyê ye, ku di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê de di 20'ê Cotmeha 1998'an de hate amadekirin. Dewleta Tirk ji bo madeya "şopandina ji nêz ve ya 5 kîlometreyî" bixe meriyetê demografiya herêmê diguherîne.

ERDOGAN NIYETA XWE NÎŞAN DABÛ: EM DERNAKEVIN

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Macaristanê li balafirê axivîbû, bal kişandibû ser Mutabaqata Edeneyê û niyeta xwe nîşan dabû. Erdogan der barê dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê gotibû, "Heta ku welatên din dernekevin em jê dernakevin (...) Belgeya me ya Mutabaqata Edeneyê heye. Di çarçoveya erka ku Mutabaqata Edeneyê dide me em ê sekna xwe bidomînin."

ÇETEYÊN JI ASYA NAVÎN HATIN ANÎN LI XETA SÎNOR IN

Dewleta Tirk beriya niha li Efrîn, Ezaz, Cerablûsê ku dagir kiriye, heman taktîk meşand. Çeteyên ji Ozbekistan, Tirkmenistan, Tirkistan, Tacîkistan, Ûygûrê anîn li van herêmên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bi cih kiribû.

DERIYÊN SÎNOR DI KONTROLA WAN DE NE

Ew komên ku qala wan tê kirin û malbatên wan li herêmên Cebel Ekrad (Çiyayê Kurdan) ê li Idlibê, Cebel Tirkmen (Çiyayê Tirkmen), Deriyê Sînor ê Bab El Hewa, Entarib, navçeyên Cindirêsê, Raco, Bilbilê û Şera yên Efrînê, Deriyê Sînor ê Bab El Selame yê li Ezazê û deriyê sînor ê Cerablûsê hatin bicihkirin.

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê û MÎT ji bo guhertina demografiya herêmê demeke dirêje dixebite. Wezîfedarekî Navenda Stargeha Demkî ya li Rihayê di meha Çileyê de ji ANF'ê re ragihandibû ku li kampên MÎT'ê 'navnîşana Sûriyeyiyan li bajarên ku tê xwestin bên dagirkirin tên nîşandan'.

BERIYA NIHA NAVNÎŞANA WAN HATIBÛ GUHERTIN

Wezîfedarê ku ji ber ewlekariyê em nikarin navê wî binivîsîne diyar kir, ku koçberên Sûriyeyî yên li kampan navnîşana wan a beriya koçkirinê bi bajarên wîlayetên Hesekê, Reqa, Helebê hate guhertin û bi vî rengî ji raya giştî ya dinyayê re hewl tê dayin bê nîşandan ku ew kes ji wan deveran koçber bûne û bi zorê ji warê xwe hatine derxistin.