Li ser înternetê ferhenga zimanê Fînî-Kurdî

Piştî xebatên 5 salan ferhenga zimanê Fînî-Kurdî (kurmancî) ji aliyê Alî Bayrakli û hevkariya Huseîn Mûhammed ve li ser înternetê hate amadekirin.

Her ku diçe di xebatên di warê Kurdî û wêjeya Kurdî de pêşketinên mezin pêk tên. Di vê çarçoveyê de piştî xebatên 5 salan ferhenga zimanê Fînî û Kurdî ya zaravê Kurmancî hat amadekirin.

Ferhenga ji 28000 peyva pêk tê û ji aliyê xebatkarê komela Kurdan Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Alî Bayraklî û bi hevkariya Huseîn Muhammed ve hatiye amadekirin.

Ferhenga Kurdî- Fînî valahiyekî mezin tije dike li nava civaka Kurd li Fînland. Şagirdên Kurd, mamoste û wergêr dikarin sûd jê wergirin.

Ferheng li ser înternet tê bikaranîn û lînkê wê ev e : https://www.kotus.fi/sanakirjat/maahanmuuttajakielten_sanakirjat/suomi kurmandzi/ajankohtaista suomi-kurmandzi-sanakirjassa/suomi-kurmandzi-sanakirja_valmis.35278.news