Li Rojava ji bo yekîtiyê li ser ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ li hev kirin

Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (PYNK) li gel ENKS’ê li Rojava ji bo yekîtiya netewî di mijara parastina ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ li hev kirin.

Peymanên di navbera PYNK û ENKS’ê de 7 meh in dewam dike. Civîna herî dawî 20’ê Îlonê pêk hat.

Li gorî nûçeya ANHA’yê endama Heyeta Muzakereyê ya PYNK Sema Bektaş, diyar kir ku di civînên berî niha de Peymana Dihokê hatiye esasgirtin.

Sema eşkere kir ku piştî 10 civînan, PYNK û ENKS`ê mijara lêvegera Kurdî bi dawî kir û wiha domand: “Navê lêvegerê bû “Lêvegera Bilind a Kurd”. Her du aliyan li ser 6 bendên girêdayî erkên lêvegerê di paşerojê de têkildarî doza Kurd û herêmên dagirkirî, meşandina xebatan ji bo vegerandina koçberan ji warên xwe re li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, xêzkirina siyaset û stratejiya Kurd li Sûriyê, nûnertiya Kurd li Sûriyê û qadên navneteweyî, nûnertiya jinan di lêvegerê de, parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi taybet destkeftiyên jinan, rêbazên derxistina biryaran û rêziknameya lêvegerê li hev kirin.”

Sema destnîşan kir ku her du aliyan li ser hejmara endamên Lêvegera Bilind a Kurd li hev kiriye ku 40 kes bin, jê 16 ji PYNK’ê, 16 ji ENKS û 8 endamên mayî jî PYNK û ENKS her yek 4 kesan diyar dikin, bi şertê ku ne ji sazî û partiyên girêdayî PYNK û ENKS`ê bin.

Her wiha Sema gotegotên hinek dezgehên çapemeniyê ku îdîa dikirin ku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê li derveyî lêvegerê ne, derewandin û got: “Ev mijar nehat nîqaşkirin. Berovajî wê, em dixwazin hemû tevlî hevdîtinan bibin. Ji ber ku dûrxistina her partiyek an jî hêzekê li derveyî yekîtiya nîştimanî, wê yekitiyê kêm bihêle. Derî li pêşiya hemûyan vekirî ye.”

Di heman demê de, Sema Bekdaş gotegotên têkildarî avakirina lêvegerê derewandin û wiha dewam kir: “Lêveger hîna ava nebûye û nîqaş li ser wê berdewam in. Dema nîqaşên girêdayî mijarên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bi dawî bûn û her du aliyan li ser li hev kir, wê demê lêveger dê zelal bibe.”