Li Qamişloyê di êrişê de rojnamevanekê jî jiyana xwe ji dest da

Yek ji kesên li Qamişloyê di êrişê de jiyana xwe ji dest dan endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê rojnamevan Zozan Ebdilqadir û endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihemed in.

Li Qamişloyê di êrişa wesayitên bombebarkirî de ku li dijî sivîlan hate kirin 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên li Qamişloyê di êrişê de jiyana xwe ji dest dan endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê rojnamevan Zozan Ebdilqadir û endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihemed in.

Li Qamişloyê doh êvarê li kolana El Wehdeyê bi du wesayitên bombebarkirî êriş li dijî sivîlan hatibû kirin û di encamê de 6 sivîl şehîd bûn û 42 sivîl jî birîndar bûn.