Li navenda Qamişlo teqînek pêk hat- NÛ BÛ
Li bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqînek pêk hat.
Li bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li çerxerêya Soni ya navenda bajêr teqînek pêk hatiye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Selahattîn Emîn Hisen ji ber êrîşê birîndar bûye. Ziyanek mezin gihiştiye dikan û avahiyên derdor.
Agahiyên berfirehtir hê nehatine girtin.