Di Mîhrîcana Fusion a li Larzê de 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan

Di mîhrîcaneke li bajarê Larzê yê eyaleta Mecklenburg-Vorpommern a li bakurê rojhilatê Elmanyayê hat lidarxistin de, 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Mohra şoreşa Rojava li mîhrîcana Fusionê ya 2’yê Tîrmehê hat xistin. Li gor organîzatoran nêzîkê 70 hezar kes tev li mîhrîcanê bûne. Ji ber salvegera 10’emîn a şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, li mîhrîcanê 20 hezar alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Piştgirê vê kampanyayê tifaqa kes û kûsên xwecihê Elman û Awistiryayê ya rêxistina Interventionistische Linke (Çepa Şoreşker-IL) e.

Rêxistinê ev daxuyanî da:

“19’ê Tîrmeha 2012’an wek destpêka şoreşa Rojava tê qebûlkirin. Bi dîrokî projeyeke taybet e ku di nav deh salan de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket. Li herêma şer û malwêranî bû, tovê axa civakeke cuda hat danîn. Bi saya enerjiya bêjimar a mirovan û azweriya wan dibe ku fikira konfederasyoneke demokratîk bi ser perçebûna neteweperest bikeve. Şoreş, bi têkoşîna li dijî paşverûyên cîhadîst ên DAIŞ’ê û desthilatdariya Tirk bi dayîna gelek cangoriyan îspat bû. Gef ji bo şerekî din li dijî Rojava tên xwarin. Di têkoşîna hebûnê de, ji bo anîna hişê mirov a alternatîfeke civakî, tim sûd ji nakokiyên emperyalîst hatiye wergirtin. Em dixwazin spasiya we bikin: Ji ber ku we DAIŞ perçe kir û Êzidî ji qirkirinê xelas kirin.

Ji bo hêz û berxwedana we ya li dijî emperyalîzm û neteweperestiyê, em, spasiya we dikin. Ji bo teorî û pratîka femînîst a em ji we hîn bûn, spasiya we dikin. Û bi taybetî: Ji ber ku bi xêra we hêviya cîhaneke baştir hêj heye em spasiya we dikin.’’