Li Miçûrînskê Newroz hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Miçûrînskê dijîn Cejna Newrozê bi coş pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li navçeya Mîçûrînsk a girêdayî bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn bi coş Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya ji aliyê Meclîsa Gel a Mîçûrînskê ve hate organîzekirin li salona konsera Mala Gel a Mîçûrînskêbi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan ve pêk hat.

Endamê Meclîsa Mala Gel a Tambovê Nîver Şamoyan axivî û got: “Tevî hemû zext û êrîşên dewleta Tirk gelê Kurd li qadan Newroz bi coşekî mezin pîroz kirin. Ji bo ev Newroz bibe azadiya Rêbertiya me û azadiya me divê me têkoşînê hê mezintir bikin. Divê em dengê hemû berxwedêrên li dijî tecrîdê ketine grevê li cîhanê bê bihîstin hê zêdetir çalakiyan xurt bikin. Daxwazên wan daxwazên me ne.”

Piştî axaftinan û şûnde, Erol Berxwedan, Mehemet Ûsênov, Koma Foklorê ya Berfîn, Ferman Patîvey û hunermendên herêmî derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.