Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hate têk şikandin - NÛ BÛ - I

Çeteyên DAIŞ'ê li Taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş birin ser girtîgeha ku 5 hezar DAIŞ'î tê de hene. Hêzên Ewlehiyê hemwext mudaxileyî vê êrişê kir û êriş têk şikandin.

Çeteyên DAIŞ'ê li Taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş birin ser girtîgeha ku 5 hezar DAIŞ'î tê de hene. Hêzên Ewlehiyê hemwext mudaxileyî vê êrîşê kir û êrîş têk şikandin. DAIŞ'iyên ku di êrîşê de bi ser neketin, li Xaçerêya Basilê 3 tankêrên aydê şîrketa Sadkopê teqandin. 

Liv û tevgera leşkerî ya ewlehiyê li cihê êrîşê berdewam dike. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser girtîgehê digerin.

Hêjaya bibîrixstinê ye ku derdora 5 hezar çete di girtîgehê de hene.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkilarî êrîşê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hêzên wan di wexte mudaxileyî vê êrîşê kirine û êrîş têk şikandine. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gava DAIŞ'î reviyane li nêzî şîrketa Sadkopê ya depokirin û belavkirina petrolê ya li nêzî girtîgehê wesayîtek teqandine û piştî vê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û DAIŞ'iyan de şer çêbûye. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dê dê agahiyên têkildarî êrîşê paşê bi raya giştî re bên parvekirin.