Li hember çekên kîmyewî îradeya gerîla

Hêzek bi bîr û bawariya xwe, hêzek jî bi teknîk û madê kîmyewî şer dike. Gerîla ji Xakurkê heta bi Zap, Avaşîn û Metînayê bi çalakiyên xwe dagirker tevizandiye.

Li cîhanê cara yekemê şerekî bi vî rengî bi rengekî giran diqewime. Cara yekê ye li cîhanê berxwedaneke dîrokî li hember çekên kîmyewî di asta herî jor de tê kirin. Niha hêzên gerîla li Heremên Parastinê yên Medyayê bi fedakariyeke mezin canê xwe dikin mertal ji bo parastina axa Kurdistanê. Ji meha Nîsanê û vir ve her roj bi çalakiyan bersiv didin dagirkeran û derbên giran li leşkeran dixin. Tevî dijwariya bomberdûmana balafiran, bersivdayîna gerîlayên HPG û YJA Starê li van qadan dîrokeke nû nivîsand. Ji sala 2021'ê heta bi 2022’ê berxwedana gerîla mohra xwe li tevahiya cîhanê da. Ji ber dewleta Tirk çû ber deriyê her dewletê, bi hêzên Iraq, Îran û hêzên NATO'yê re bi taybetî di pîlana tunekirna gerîla de tifaqan dike. 

GERÎLA JI HER ALÎ VE LI DAGIRKERAN DIXE

Dewleta Tirk her rê û rêbaz li hember hêzên gerîla ceriband, lê dîsa jî neçû serî. Destpêkê bi leşkerên xwe xwest qadên gerîla desteser bike, bi taybetî di tunelên şer de xwest gerîla teslîm bigre. Dema ku cenazeyê leşkeran ketin deste gerîla ji tirsa xwe êdî ev rêbaz jî guherand. Hewl da bi kûcikan gerîla di hundirê tunelên şer de kontrol bikin. Lê gerîla ew kûçik jî bê bandor kirin, vê carê ji derve ve bi teqemaniyên pir bi bandor xwestin van tunelan hilweşînin. Lê heta niha hînê jî weke ku dixwazin encamê nagirin, ji ber ku gerîla her tim dibînin leşker xwe nêzî deriyên tunelan dikin li wan didin. Leşker jî neçar dimînin paşve bikşin, niha ji van rêbazan jî dor ketiye. Di demên dawiyê de, ser serê şikefetan xortum û teqemenî bi şerîtan berdidin ber deriyên tunelên şer û wisa teqemeniyan diteqînin. Hêzên gerîla bi rêbazê ku dagirkeriya Tirkiyeyê niha li ser deriyên tunelên şer ên gerîla dimeşîne jî bi dîmenan parve kir. Her wiha bi kepceyan jî dixwezin şikeftên gerîla birûxînin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA DAGIRKER XITIMAND Û FELÇ KIR

Her roj bi dahan caran çekên kîmyewî mîna fosfor, klor, termobarîk û her wekî din bi kar tînin. Bi taybetî van demên dawî bi hemû hovîtiya xwe ve bi dijwarî bombebaran dike. Ev madeyên ku bi kar tînin jî bandora xwe bi giranî li cihên teng dike, him zexta hêza wê ya bandorker ku derdixe him jî dûyê wê dihêle ku li ser mirovan şopên weke şewat, helandin, jehrkirin û herî dawî fetisandina mirovan çêbibe. Ji ber wê dewleta Tirkiyeyê herî dawî rêbazên bikaranîna çekên kîmyawî tercîh dike. Dewleta Tirkiyeyê di êrîşên xwe de yên li ser qadên gerîla bi destekdayîna hêzên NATO jî neçû serî. Ji ber ku eger ji 17’ê Nîsanê ve, ev êrîş hîna jî dewam dike, ev tê wê wateyê ku serketinên gerîla li hember hêzên dagirker di asta herî jor de ye. Çalakiyên gerîla xitimand û felç kir. Niha jî dagirkeriya Tirkiyeyê her çiqas van rastiyan veşêre jî, lê dîmenên ku bi destê gerîlayên HPG û YJA Starê tê kişandin van derewan pûç dike. 

Dagirkeriya dewleta Tirk her roj di çapemeniya xwe de bi derewan vî şerî bi bûyerên pir cuda şerê taybet dimeşîne. Lê navenda raghandina HPG’ê jî van rastiyan, bi belgeyên ku van derewan vala derdixe bi raya giştî re parve dike. Ev tenê yên ber bi çav in, lê pîlanên ku di bin masên komplogeran tên çêkirin jî têra xwe rastiyê vî şerî derdixe pêş. Ji ber niha yên ku piştgiriyê dide dewleta Tirkiyeyê ji bo bikaranîna van madeyên kîmyewî yek ji wan jî dewletên Emerîka û Rûsya ne. Bi siyasetên ku tê meşandin pir zelal dixuye ku hêzên NATO'yê çiqas piştgiriya dewleta Tirk dike. Bêdeng mayîna wan diyar dike çawa ji Erdogan re alîkariyek mezin didin.

GERÎLA QEDERA ŞER DIYAR DIKE 

Niha di vir de yê ku herî zede xwedî îdîa ne ku van hezên dagirkeran têk bibin, ew hezên gerîla ne. Gerîlayên HPG û YJA Starê di nava zor û zehmetiyan de bi derfetên herî kêm, li hember her cûre çekan li ber xwe didin û şer dikin. Hêzên gerîla ji destpêka vî şerî heta niha bi taktîkên ku ji tecrûbeyên hevalên xwe digirin hîn dewlemendtir dikin û şer bi pêş ve dibin. Bi rastî jî em dikarin bejin ku gerîla qedera vî şerî diyar kir. Her çiqas dewleta Tirk hewl da ku aliyê vî şerî li gorî xwe bimeşîne jî, lê milîtanên Rêber Apo Bazên çiyayî bi hêz û bawariya xwe, vî şerî birêve dibin. Ji bo wê em dikarin bibêjin ku şer şerê gerîla ye, serketin serketina gerîla ye. 

Kîmyasal bikaranîn tê wetaya ku têkçûna şer, şerê ku niha di serdema nû de dimeşe jî şerê teknîkê ye. Çawa ku hêzên gerîla li hember teknîka dewletan şer dike, heta niha jî bi bîr û bawariya xwe ve van destketiyan qezenç dike.

RUHÊ FEDAYÎ

Hêzek bi bîr û bawariya xwe, hêzek jî bi teknîk û madê kîmyewî ku di cîhanê de qedexe ye şer dike. Li naverastê yên ku ji hêza xwe bawerin û teknîk vala derdixin jî hêzên gerîla ne. Ji Xakurkê heta Zap, Avaşîn û Metîna şerekî dijwar diqewime, him li ser erdê him jî di tunelên şer de çekên kîmyewî bi dijwarî tê bombebarandin. Li hember vê jî bêdengiyekî mezin mezin heye, lê hêzên gerîla ji bo ku tola hevrêyên xwe yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne hilînin çalakiyên bi bandor lidar dixin. Ruhê serketinê her roj bilind dibe her çiqas dewleta Tirk madeyên kîmyewî bi kar bine jî, gerîla wê ruhê berxwedanê bilindtir bike. Ev ruh ne tenê li çiya li bajaran jî çalakiyên fedayî bi ruhê Zîlanan dike. Di şexsê gerîlayên YJA Starê şehîd Rûken û Şehîd Sara de dewam dike.  

Dîsa şehîdên pêngava Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş jî di serdemeke wiha de dibin sembola vî şerê dîrokî, ji ber ku ew in ên ku ruhê xwe feda dikin, bêdudilî li hember êrîşeke hovane şer dikin. Ew in xwedî rastiya vê jiyanê, di her nefesekî azad ku jiyan dikin heta nefesa xwe yê dawî bi dirûşma 'Bijî Rêber APO', 'Bimirê dagirker', 'Bijî berxwedana gerîlayên serdemê' qîr dikin û bi vî ruhî derbên giran li faşîzma Tirk dixin.