Li Heftanînê çalakiyên sûîqestê

HPG'ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li dijî dagirkerên li qada Tepê Dûpişkê çalakiyên sûîqestê hatin kirin û di encamê de herî kêm leşkerek hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Roja 2'ê Tebaxê saet di 09:50'î û 17:00 de hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li qada Tepê Dûpişkê li dijî artêşa TC a dagirker 2 çalakiyên sekvaniyê kirin. Di encamê de leşkerek hate cezakirin, leşkerek jî birîndar bû.

Artêşa TC a dagirker di mehên Hezîran û Tîrmehê de li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê operasyoneke berfireh pêk anî. Di nava her du mehan de di navbera hêzên me û dagirkeran de 5 caran şerekî giran qewimî. Di şerê 5'ê Hezîranê, 10 û 21'ê Tîrmehê de bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Di 21'ê Tîrmehê de hevrêyê me Ciwan ê ku li dijî yekîneyên dijmin heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bû wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Roja 2'ê Tebaxê saet 14:00 balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Karker a herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.

Heman rojê saet di 15:00 de artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan bombe li qadên Basret, Dêrsew û Findikê yên herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê bombardûman kir. Ji ber bombardûmanê şewat li qada daristanî derket û hîn jî dewam dike.

1'ê Tebaxê komek ji 20 kontrayan li qada Masîro ya navçeya Elbak a Wanê kincê hêzên me li xwe kir û li gundên Nalecan, Dêra, Xaçka, Dêze û Liçekê karê kontra meşandin. Divê gelê herêmê têkildarî vê koma kontra hişyar be."