Li Heftanîn û Çelê 2 çeper hatin ruxandin, 8 leşker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Star li Heftanîn û Çelê li dijî artêşa Tirk dagirker çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 çeper hatin rûxandin, 1 çeka A4 a giran, 1 çeka obus hate rûxandin û 8 leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek nivîsî da û ev agahî parve kir:

“Artêşa TC’ê 16’ê Hezîranê li dijî Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi tevgera dagirkeriyê kir. 10’ê Tîrmehê hêzên dagirker saet derdorî 14:00’an bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov ber bi Girê Kartal ve ketin tevgerê. Hêzên dagirker ên berê xwe dan gir, rastî berxwedana gerîlayên me hatin. Hêzên me ji nêz ve bi bandor li yekîneyên dijmin xistine. Li vî girî qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine cezankirin. Dîsa hêzên me li dijî yekîneyên dijmin 3 çalakiyên sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de ku windahiyên dijmin hene, lê hejmar nehate tesbîtkirin. Her ku agahî li ser bomberdûman û şer hatin em ê bi raya giştî re parve bikin.

2 ÇEPER HATIN RÛXANDIN Û 5 LEŞKER HATIN CEZAKIRIN

10’ê Tîrmehê saet 04:40’î hêzên me yên YJA Starê dagirkerên li qereqola Serzêr a girêdayî Çelê ya Şemzînanê kirin hedef. Di vê çalakiya bi xurtî li leşker û çeperên dijmin hatin xistinde, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin. Hêzên me heman rojê saet 10:40’î jî li dijî qereqola Girê Sor çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeperan hate xistin 2 çeper hatin rûxandin, çeka A4 agiran, 1 obus hate rûxandin û 5 leşker hatin cezakirin.

LI COLEMÊRGÊ OPERASYONA DAGIRKERIYÊ Û ŞER

14’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Çiyayê Reşkê ya Colemêrgê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kir. Dagiker piştî qad bi balafirên şer bombe kir û piştre bi helîkopterên Skorsky leşker danîne deverê. Di navbera hêzên dagirker ên xwestin bi pêş ve bên û gerîlayên me de şer qewimiye. Hevrêyên me Kemal û Qendîl ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û debên giran li dagirkeran dan şehîd bûn.

BALAFIRAN AVAŞÎN BOMBE KIRIN

11’ê Tîrmehê saet 08:45’an balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Şehîd Dîren a Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.”