'Li gorî rewşa herêmê û cîhanê dibe ku dema qedexeyê bê dirêjkirin'

Hevseroka Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa li ser qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya vîrûsa koronayê axivî û got, "Pêwîstî pê hebe wê dema qedexeyê karibe bê dirêjkirin."

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li dijî pandemiya vîrûsa korona ya nû (Covîd-19) di 23'ê Adarê de li gelemperiya herêmê derketina derve qedexe kir. Hate ragihandin ku biryar ji bo tevdîrên tenduristiyê yên parastin-pêşîgirtinê hatiye wergirtin û wê 15 rojan bidome. Piraniya gelên herêmê li gorî biryarê tevgeriyan.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heta niha nexweşekî bi vîrûsa koronayê nehatiye dîtin, lê belê metirsiya pandemiya vîrûsa koronayê hîn jî li cîhanê û herêmê didome.

Dema qedexeya derketina derve ya 15 rojan a Rêveberiya Xweser sibe tijî dibe. Tê payin ku Rêveberiya Xweser têkildarî dirêjkirin an jî bidawîkirina dema qedexeya derketina derve daxuyaniyekê bide.

Hevseroka Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Mistefa û Pisporê Nexweşiyên Sîngê Dr. Seîd Hiso biryara qedexeya derketina derve û tevdîrên tenduristiyê ji ajansa me re nirxandin.

'ŞERT Û MERCÊN HERÊMA ME KIR KU EM TEVDÎRÊN TUND Û BI LEZ WERBIGIRIN'

Hêvî Mistefa diyar kir, şert û mercên herêmê, her wiha êrişên cuda yên tên kirin, bûn sedem ku ew biryarên 'tund û bi lez' werbigirin û destnîşan kir, ku gel jî bi fedakarî biryar bi cih anî.

Hêvî Mistefa anî ziman ku wan beriya biryara qedexeya derketina derve deriyên sînor girtine û got, "Bi saya biryarên me yên tund û bi lez, heta niha li herêma me nexweşekî bi vîrûsê nehatiye dîtin. Di vê mijarê de hevkarî û şêwirîna bi hev a hêzên me wê bidome. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hîn bêhtir ji me re bibe alîkar."

'BIRYARA TEVDÎRÊ DIBE KU BÊ DIRÊJKIRIN'

Li ser pirsa, 'gelo wê biryara qedexeya derketina derve bê dirêjkirin an na' Hêvî Mistefa got, "Rewşa li herêmê rojane li maseya krîzê tê nirxandin. Li gorî rewşa li herêmê, rewşa li welatên cîran û rewşa li cîhanê, her wiha li gorî raporên tenduristiyê yên saziyên me yên pêwendîdar, dibe ku em biryara tevdîrê dirêj bikin."

'KEDEKE MEZIN HEYE'

Hêvî Mistefa bi bîr xist ku hejmara qurbaniyan li cîhanê bi rengekî trajîk zêde dibe û destnîşan kir, ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nehêle vîrûs li herêmê belav bibe kedeke mezin dide. Hevseroka Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Mistefa bang li gel kir ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser tevbigere û got, "Xizmeta herî mezin a niha nêzîkatiyeke bi vî rengî ye. Berpirsyariya me ye ku her yek ji me mala xwe bikin devereke welê ku nexweşî nikaribe lê der bibe."

DR. SAÎD HISO: BÊYÎ KU BITIRSIN DIVÊ EM TEVDÎRÊN XWE WERBIGIRIN

Pisporê Nexweşiyên Sîngê Dr. Seîd Hiso bersiv da pirsên me yên li ser tevdîrên tenduristiyê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir, biryarên bi lez li herêmê ji bo parastin-pêşîgirtinê hatin wergirtin, kir ku nexweşî vê gavê li herêmê belav nebe. Saîd Hiso bang li gel kir ku bêtirs tevdîrên xwe bigire.

'EM LI GORÎ BIRYARAN TEVBIGERIN'

Dr. Saîd Hiso bal kişand ser girîngiya paqijiya şexsî û li ser tevdîrên tenduristiyê yên li herêmê got, "Bi saya biryarên hatine wergirtin û bicihanîna van biryaran li herêmê şewba vîrûsa koronayê nehatiye dîtin. Dikarim bêjim ku heta niha em serketî ne. Lê belê eger nexweşî belav bibe tevdîrên divê bên wergirtin hingî dikarin bên nirxandin. Amadekariyên me hene. Hin deverên ku me destnîşan kirine hene. Lê belê em dibînin ku hêzên herî mezin ên cîhanê jî li pêşberî vê nexweşiyê tengav bûne. Divê em vê ji bîr nekin û tevdîrên xwe zêde bikin."

'BI ME BAWER BIN Û ALÎKAR BIN'

Dr. Saîd Hiso diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi baweriyeke mezin li dijî vîrûsa koronayê têdikoşin û got, "Bila gelê me bi me bawer be. Bawerî tenê têrê nake, bila bi me re bibe alîkar. Alîkariya herî mezin jî bicihanîna biryaran e. Li vir testek heye ku hatiye afirandin, ev test 80 heta 85 ji sedî encamên xwe rast in. Di teşhîs û tedawiyê de wê ji me re bibe alîkar."