Li gorî dîmen, daxuyaniya Walîtiyê nerast e

Bi dîmenên emniyetê eşkere bû ku daxuyaniya Walîtiya Tirk a Amedê ya li ser kuştina Recep Hantaş ne rast e.

Recep Hantaş 14'ê Nîsanê li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin û dîmenê bûyerê derkete holê. Dîmenê ku ji aliyê kamerayên Sîstema Rêveberiya Ewlekariyê ya Bajêr ve hate kişandin, ji aliyê tîmên Asayîşa Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ve hate lêkolîn û li dosya dozê hate bicihkirin.

RÛYÊ WAN NEGIRTÎ BÛ, HIŞYARIYA 'RAWESTE' NEHATE DAYIN

Di rapora lêkolîna dîmen de derkete holê ku daxuyaniya Walîtiya Amedê ya li ser bûyerê nerast e ku Walîtî gotibû, "Du kesên ku rûyê wan girtî bû."

Walîtiya Amedê her wiha îdîa kiribû ku hişyariya "raweste" hatiye dayin, lê her du şexs bi ser personel ve beziyane. Lê belê di dîmen de tiştekî bi vî rengî nîne.