Li Geverê nêzî qereqola polîsan du teqîn çêbû

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî qereqola polîsan du teqînên mezin pêk hat. Piştî teqînê polîsên Tirk gelek kes destgîr kir.

Saet di 22.00 û 01.00’an de li nêzî Qereqola Polîsan a 75’ê Yilê ya li taxa Kişlayê pêk hat.

Beriya teqînê dema ku wesayîta zirxî ya ku polîsên tevgera taybet tê de hebûn ji taxa Kişlayê diçû taxa Ormanê, gule li wesayîtê hate reşandin.

Tax û herêma ku qereqol lê heye ji aliyê sedan polîsan dora wê hate girtin û gelek ambûlans ber bi herêmê ve hate şandin.

Polîsan girtin ser malên li herêma teqînê û gelek kes destgîr kir.

Hate diyarkirin dorpêça li ser taxê di destê sibehê de jî domiyaye.